- Cegerxwîn
bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar
perçan de digere
-
-
-
- Konê
Reþ
-
-
-
- Di
3.12.2006ê de ji bo 22 saliya koçkirina þaîr û nivîskarê Kurd
Cegerxwîn (1903-22.10. 1984) civînek bîraninê ji aliyê
Federasyona Komleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) li Stockholm-Kista
treff hat lidarxistin.
Gellek kesayetî,
nûnerên rêxistinên kurd besdarîya bîranîna saîrê mezin
Cegerxwîn bûn.
-
-
- ji
FKKSê re þand
û sipasiya xwe pêþkêþî FKKSê kir ku ew civînek weha taybet li
ser þaîrê me yî neteweyî dikin.
-
- Fermo
peyama nivîskar û helbestvan Konê Reþ bixwînin:
-
-
- Federasyona
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
-
- Xwiþk
û birayên delal
- Çax û
dema we xweþ û geþ be
-
- Ez jî wek
nivîskarekî kurd vê
çalakiya we ji bo 22 saliya koçkirina seydayê mezin Cegerxwînê
Hesarî pîroz
dibinim, her bijîn ji bo peyva
kurdî a resen.
-
- Hêjano
!
-
- Bê guman
Cegerxwîn rolek mezin di çand, ferheng û helbesta kurdî de lîstiye.
Em bêjin ne bêjin ew bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana
helbesta kurdî, û di her çar perçan de digere. Di wî heyamê
xerab de, ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû
bi gota kurd û ereb an kurd û tirk birane..Cegerxwîn helbest bi
kurdî afirand û hûna û bi mêranî û bi dengekî bilind
helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin.Ta radeyekê
ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de
gotin û hê jî dibêjin.
-
- Mêzekin bê
çendîn rola wî di wî heyamê xerab
de mezin û diyar bû. Roja îro jî, rola wî mezin û belûye
û ji encamên rola wî, di festîvala helbesta kurdî de eþkere
xuyaye, ev festîvala ku her sal di 22ê oktoberê de li nav me kurdên
Binxetê tê li darxistn, bi
hekeftina koçkirina wî, û têde bêtirî 60 helbestvanî helbestên
xwe dixwînin, ji bilî yên ku dor nagihêje wan û yên ku
amadenabin. Ango roja îro di nav kurdên sûriyê de dor 200-300 kesî
heye ku helbestê di hûne û dor 50 kesî dîwanên xwe çapkirine
..Di baweriya min de, ev yek vedigere ser rola Cegerxwîn di navtêdan
û pêþxistina ziman û helbesta kurdî de .
-
- Belê, em
wiha pêþketin û helbestvan di nav kurdên tirkiyê de nabînin, hem
ku sînorek di navbera me wan de hebû û heye û hem ku
Cegerxwînek di nav wan de ne bû, Cegerxwînê wan Ehmed Arif bû,
wan jî bi tirkî helbest hûnandin bêtir ji kurdî.
-
- Ji rexekî
din ve, Cegerxwîn þagirtekî zîrek bû ji þagirtên melayê Cizîrî,
ev þagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de, ango
Cegerxwîn kevin û nû yê me bi heve girêdaye û di wiha girêdan
de, rola wî zor mezine di pêþketin û berdewamiya afirandina
helbesta kurdî de û dawî peyva kurdî de ...
- Hejano !Em jî,
ji dil û can spasiya we dikin, serketinê ji vî karê we yê pîroz
re dixwazin û bi hêviya ku hun her dem û gav navdarên kurdan bibîr
bînin...
- Silavên
gerim ji bo we tevan.
-
-
- Nivîskar û
Helbestvanê Kurd
-
- Konê Reþ
- Qamiþlo
03/12/2006
-
-
-