Cegerxwîn û Shêweyên Zimanê Kurdî
Konê Reþ Qamiþlo 01/11/2009
Berî
pêlekê min pirtûka
wî (Folklora Kurdî) dixwend, a ku di gulana 1988 an de li Stokholmê
hatiye çap kirin. Di pêþgotina wî de rastî
van baweriyên wî, xwarê hatim. Bi rastî
ev baweriyên wî, bi min xweþ hatin û hiþtin ku ez van gotinan bi ser
hev vekim
Cegerxwîn ê ku
çend salan di nav Soranîaxêvan de mabû,
probmemên Soranîaxêvan û Kurmancîaxêvan
ji nêzîk ve naskiribû, dema ku wî mamostetiya
zimanê kurdî di zankoya Bexdayê de dikir..
Xuya ye piþtî vegera wî ji Bexdayê bi çend salan, wî ev baweriyên xwe,
derbarî herdû þêweyan, di pêþgotina Folklora
Kurdî de aniye ziman, anko ji berî 44 salan
ve wiha gotiye: )Bê gomane ko
dewlemendî û mezinahiya zimana bi folklor û rewþ
û pergala tore, rist û nivîsarên
wa ye... Çi zimanê ko folklor û tore têde fireh û mezin bûne, ew
ziman, zar, þîwe ji zimanên mezin têne
jimartin… Her wekû pêþveçûna dezgeh û
jîna civakî jî, yek ji van tiþtane, ko ziman pêþve
dibin û fireh dikin... Di vê meydanê
de zimanê kurdî -zarê kurmancî- gelek dewlemend û mezin û payedare. Ji
her nifþî helbeste, lawik, heyran, istiran, serpêhatî,
çîrok û liztik dagirtiye.. Lê
pir cihê axîne, ko
heta Sedê Bîstan jî, tiþtekî hêja di vê meydanê de nehatiye çêkirin,
ne hatiye nivîsandin
û belavkirin.. Tenê di vê Sedê Bîstan de çend niviþt bi zarê
kurmancî li Ermenistana Soviyetî hatine
belavkirin. Çawa, ko li nav kurdê Îraqê
zarê soranî jî destek niviþtên hêja hatine
çapkirin. Tenê kurd, pirê kurdan nikarin
ji van niviþtan kareke hêja bikin, herwekû nikarin bi tevayî rewþ û
pergala zimanê xwe û folklorên xwe nasbikin. Ji
ber ko, Kurd, hemî ne bi þîwakî tevayî
dixwînin û dinivîsin. Ji lewra di îro de, gereke bi herdû þîwan hemû
nifþên xwendewarî bête çêkirin û gotin û
nivîsandin û belavkirin heta, ko rojekê
karibin herdû þîwan bikin yek û bighênin hev.
Her çiqas þîweyê sorî bi pêþ ve herî
jî, lê nikarî daxwaza xwendewarên kurd bi pirîtî bicîbînî. Ji ber
ko, ne weke þîwê
kurmancî dewlimend û fireh e, çawa ko di hindamek pir biçûk de
hatiye givaþtin,
ko ji sedî bîst kes nikarî jê hîn bibî û daxwazê nadî naskirin.
Belem þîweyê
kurmancî, tevlî ko zêde dewlemende û her nifþê tore, helbeste, lawik,
heyran, serpêhatî, istiran, çîrok û lîztikan
di nav xwe de digrî û ewqas daxwaza jî
didî ziman û naskirin û nazik û kêm tevger û kêm tîpe..) Cîgerxwîn,
27/11/1965, Folklora
Kurdî, Stokholim 1988
Kurdistan! Ev gotina mezin,
ev xewna þêrîn a ku bi mijandina þîrê dayikê
re, zimanê wê bi me re mezin bûye.. Peyv
û bêjeyên zimanê wê ketiye xwîna me de.. Kurdistana ku bavê min
û we bi hisreta
bihistek axa wê a azad bûn. Mirin û ev azadiya ku îro li baþûrî wê
heye, nedîtin..
Pêwîste em li dara zimanê wê bixwedî derkevin, wê darê têr av
bikin... Avdana wê darê ji min û te, tê
xwstin.. Hilgirtina wê barê me ye.. Mane Kurdan ji mêj ve gotine; Barê
ketî li xwedî ye
Sebaretî me Kurdan,
ne xeme ku roja îro, em du þêweyan û du celebên tîpan, di zimanê xwe
de bi kar bînin
û herdu celeban standard bibînin... Lê cihê daxê ye ku celebek li
ser hesabê celebekî mezin û girs bibe... Em bi
hêvî ne ku di paþerojek nêzîk de herdu
þêwe bibin yek, herdu þêwe bi yek elfabeyê bêne nivîsandin, em sûdeyê
ji herdu, hersê
û herçar þêweyan bigrin û yek þêwe ji tev kurdan re berdest
bibe
Di vê biwarê de,
ez nikarim di ser Mîr Celadet Bedirxan re biqevêzim,
çiko navê wî, bi xurtî xwe tîne
bîra min.. De ka em ê li nîrê zêrîn, li mîr Celadet Bedirxan jî
vegeri, bê wî
bi dûrdîtina xwe, di derbarî yekbûn û standartbûna zimanê Kurdî de
çi ji me re
gotiye:
Ziman mîna alê ye, pêwîste yek ala me hebe,
yek zimanê me yê netewî hebe,
em tev li dor kom bibin, pê biaxivin, pê binivîsin û bi gotin û bêjeyên
wî zimanî
his û hestên xwe derînin û hez hev bikin. /
Qamiþlo 01/11/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org