Cegerxwîn Û Kovara Gulîstan*

 

Konê Reþ

 

  

 

Piþtî rawestandina herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan Hawar:1932-1943 û Ronahî:1942-1945, pênûsên ku ew kovar bi berhemên xwe dadigirtin, bi rola xwe rabûn. Erê, ewên ku naveroka kovara Hawar û Ronahiyê bi nivîsên xwe di xemilandin û wek þagirtên mîr Celadet Bedirxan dihatin naskirin mîna: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reþîdê Kurd  û gelek kesên din..

   Lê mixabin, piþtî ku kovara Hawar û Ronahî hatin  rawestandin, gelek kesan ji wan rewþenbîr û helbestvanan, dûrî karê wêjeyî ketin û dest bi karê siyasî kirin..Hina ji wan, ji ber tirsê û qedexebûna zimanê kurdî û hina ji ber feqîrtiyê û ji bo bidestxistina gepa nanê rojê dûri ferheng û wêjeyê kurdî ketin..

   Lê Cegerxwîn, ji ber akama êþ û birînên miletê xwe, bi berdewamî di afirandina xwe de kar kir û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw meþiya.

   Di sala 1968 an de seydayî Cegerxwîn hewlda xwe ku wê valahiya rawestandina kovara ( Hawar û Ronahî ) yê dagire û wiha piþtî 23 salan ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, dest bi weþandina kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir, bi navê ( Gulîstan ).

    Li ser weþandina Kovara Gulîstan, min di roja 07/04/2008an de ji berêz mamoste Hemîdê Derwêþ, sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêþverû Kurd li Sûrî pirsî, yê ku Cegerxwîn endamekî vê Partiyê bû, birêz Derwêþ wiha got;  Cegerxwîn doza weþandina kovareke kurdî bi navê Gulîstan kir, hingê min jêre got: Bela nav Stêr be, lê Cegerxwîn razî nebû û wek xwe kir... Wî kovara Gulîstan diweþand.. Me wek Hizib her tiþt jêre amade kir, dektîlo, kaxet.. Me gelekî guhdida ziman...Kekê ! Di wan salan de em di rewþeke zor dijwar de derbas dibûn.. Hevalên me dizindanan de bûn, em revyayî bûn, ew derfeta xweþ nebû.. Me dixwest em gelek tiþtan bikin..

Gulîstan: Li ser bergê hejmara Dawî(37), Sibat 2008, pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin: Kovarek Wêjeyî û Civakî ye, Lê li ser bergên hejmarên pêþîn manþêta pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin; Kovarek toreyî û edebî ye. Hem jî Kovarek Torevanî û Civakî ye !. Hem jî ev gotina Cegerxwîn li ser tev hejmaran heye, kevin û nû:

Ev kovar kovara te ye

Ev bax û gulîzara te ye

Têde darek xweþ biçîne

Ev dar nivîsara te ye.

Piþtî koçkirina seydayê Cegerxwîn, ev manþêt li ser tev hejmaran tê nivîsandin:

   ((Di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara Gulîstan damezirandiye û bûye berpirsyarê wê)).

Hejmara pêþîn ji vê kovarê di meha nisana sala1968 an de hatiye weþandin, serkêþiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêþîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kiþandin.. Naverok bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin. Hejmara dawîn( 37 ) ji vê kovarê di sibata 2008 an de deketiye.

 Piþtî koçberiya Cegerxwîn ber bi Swedê ve, ev kovar ketiye nav gelek destan de, di pey Cegerxwîn re mamoste Ezîzê Dawê bi kar û barên wê rabûye, piþtî çend salan, rehmetî Ferhadê Çelebî ev kovar bi rengekî nû weþandiye, di pey Ferhad re, mamoste Salihê Heydo bi berpirsyariya çend hejmara rabûye û roja îro wek ku ez dizanim, mamoste Selmanê Heso berpirsyariya vê kovarê dike.

 

  • Bi helkeftina 111 saliya rojnamegeriya kurdî, vî gotarî dikim diyarî ji giyanê helbesvanê netewî Cegerxwîn re.

 

Konê Reþ

Qamiþlo 07/04/2009

 

*Min ev gotar di Rojnameya Agirî, hejmar 109/ 20ê nîsana 2009an belv kiriye.

 

 

   

  

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org