|
Çend Gotinên Þaþomaþo
Konê Reþ Qamiþlo 20/12/2009
Carna tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê
bigre, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe. Û tu bi aramî di
mala xwe de razê. Û carana.. Pêwîste tu dergehê mala xwe,
pencereyên mala xwe ji bahozê re veke…
Erê, bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên
te li hev xîne, bîranînên te tev bide…Û
berê pencereyên mala te biguherîne…
Carna jî pêwîste ku tu bang li bahozê bike da ku berê asoyê
nerînên te biguherîne…
Raweste ezbenî! Te aghadar bikim… Gelek caran bahoz giring
in, pêwîstiya mirov bi hin volqanên temirandî heye, ku careke din
ew volqan gurr bibin…
Carna tebitbûn û bedengî, westandin û perîþaniye.. Ma tu
ji lavlav û rawestandina di rêzê de ne westiyaye..? Ew rêz û
sekinandina li hêviya Sultan.. Û Sultan te nas nake.. Hayê wî ji
rawestandina te, xuzkirina te.. Gilî û gazinên te nîne.. Reva te
ji ber, bala wî nakþîne… Bi tenê jêre giringe ku piþta te lêbe
û tu dûrî wî here...
Carna kursî ji rûniþtna rûniþtvanan diwestin! Çima kursî
nameþin û ji xwe re li cihekî bilindtir nagerin…?! Xwezî kursî
biaxifyana… Bawer nekin ez bê hêvî bibim, hêviyên min mezin
in… Rojekê wê kursî biaxifin, lê ne bi zimanê ku îro em pê
diaxifin..
Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeþe.. Hingî
devê xwe bigre.. Ne bistirê û ne bike hawar.. Kî bi te dikene bela
bikene.. Lê dema
ku tu di bajarê koran re bimeþe, destê xwe deyne ser çavê xwe da
ku diz û keleþ te nebînin.. Ewên ku di mejiyê te de dimeþin û
bi navê te, duriþmên ji xwe tu te mezintir, ji bo rizgarbûna welat
bang dikin… Pêwîste tu xwe razî bike, ku tu ji wan bawer dikî û
destê xwe ji ser çavê xwe nede alî.. Bela çavên te girtî bin, wê
ji te re bêjin tu mirovekî çak û rind e… An na, wê ji te re bêjin
tu kurdekî tirsonek, bizdok û newêrekî… Bela çavên te girtî
bin, destê xwe ji ser wan nede alî.. Li dûr mêze neke… Aram be,
bê deng be da ku serê te neêþe û xew li te neherime..
Carna tu mêze dikî ku cudahiya me û ereban, tirkan û
farisan zimane.. Û rêxistinên me, ziman di ser guhên xwe re avêtine..
Bi dûv qezencên xwe yên kesayetî de kor bûne, nakokiyê ew kerr
kirine, dubendiya di navbera Lêvegera Kurdî û Encumena Siyasî de
ew lal kirine… Hêk ji mirîþkê ye an mirîþk ji hêkê ye ew
heyrandine û wiha milet perîþan dibe û ziman û folklorê me toþî
talanê dibe..
Carna zore ku mirov bê deng bimîne, lê ezbenî xwe fêr
bike… xwe fêrî bêdengiyê bike.. Ku ji te hat xwestin û tu neçarî
axaftinê bû, bi darên mala xwe re biaxife.. Ku nebin, bi darên di
kolanê de biaxife, ku ew jî nebin bi xwe re biaxife û bêje; ev
heyamekî lewitî ye, ta bi qelem, kaxet, sinc û kursî lewitîne…
Lê ji min re nebêje were beþdariya bêdengiyê bi min re bike, hez
lalbûnê nakim, ji ber ku her dem hez dikim van gotinan bibêjim:
Bavo,
li dinyê ji
me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet.
Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi þûnde mane,
reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê
hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê
me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em
jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî
miletê belengaz ji tarîyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê..
Mîr
Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmara (1) Beyrût /1943.
Mal xerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn
ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne û îro
jî dixebitin. ji bona ko bikarin (fînfoneke) derewîn bi lêv bikin.
Kuro eyb e, þerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi
zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin. Bê ziman Kurdîtî ji we ra
ne romete, ji me ra rûreþîyeke
giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi
zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê
xwe hêj nas nakin.. Mîr
Celadet Bedirxan, kovara Hawarê, hejmara (27) Þam /1941. Konê
Reþ 08/01/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org