Çend Xilmaþî! 

 

Konê Reþ

Qamiþlo  27/01/2010

 

 

- 1 –

Welatê min wêran dibe

Welatiyên min di nav berberiya xwebixweyî û

Xilmaþiyê de razayî ne,

Hin bi hin perîþanî û derbiderî zêde dibe..

Dilê min bi ser welat û

Welatiyên min ve ye

Bi hawar, qêrîn û qerebalixê

Ez ê hewil bidim wan þiyar bikim

Bela kes gazinan ji min neke!

 

- 2 –

Yê zimanê xwe jibîr kiribe

Wek yê ku kilîta mala xwe jibîr kiribe

dergehê mala wî li ber girtiye.

 

- 3 –

Ku tu kiryarê qenciyê be û

Û xeraban þerê te kirin,

Te jî þerê wan kir

Te çi bi serxist?!

 

- 4 –

Bazdidim û qamiçiyê rojan

Ji ser piþta min danakeve

Xwe davêjim vî alî, çem dikim wî alî,

Bê fêde ye, 

Hay û bayê felekê ji min nîne..

Dema ku diterpilim an dilikumim

Gurên har êrîþî min dikin..

Di vê rev û bezê de

Çîroka jiyana xwe tomar dikim.

 

- 5 –

Eger berî sed salî

Bajarê Mêrdînê; meskena Meþkînan,

Daþiyan, Sorkan, kîkan, Milan û Xiristiyanan bû,

Beriya wê; warê kar xezalan bû,

Wêranþehir; paytexta Ibrahîm Paþayê Milî bû,

Qesra Hisênê Qenco; keleha xwîniyan bû,

Dêrika Çiyayê Mazî; bihiþta Elyas Efendî,

Qedrî Can û Edîp Karahan bû û

Qoserê*; Gundekî kevnar û kavil û wêran bû.

Roja îro, mala stiya (Ozlem Salmiþ)** û

Pirtûkxaneya wê a bedew li Qoserê

Qublegeha rewþenbîra ye.

Erê normal e… mane kurdan ji mêj ve gotiye:

Çerxa felekê dizîvire

(Silav li sifra hazire).

 

* Qoserê: Berê bi van navan dihat naskirin; Denîser, Tilermen, Qoçhisar û niha bi navê Qoserê an Qiziltepe tê naskirin. Gotina Qoserê kurtbûna Qoçhisarê ye.

** Ozlem Salmiþ: Rewþenbîreke kurd e, bi koka xwe ji Amedê ye. Ji çar salan ve xwe fêrî zimanê kurdî kiriye û niha mala wê li  Qoserê ye, mamostetiyê lê dike. Di ber karê xwe re re jî, di wergera kurdî û tirkî de kar dike. Di mala wê de pirtûkxaneyeke bedew heye û mala wê cihê hevdîtina rewþenbîra ye.

 

 

Konê Reþ

Qamiþlo  27/01/2010

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org