|
Çûna Mêrdînê
Konê Reþ
Doda gundek ji gundên Beriya Mêrdînê ye. Li vî gundî çêbûme,
zaroktiya xwe lê derbas kiriye û min hezê kiriye.. Ev gund li ser herdu
þivên hesin, di navbera Mêrdîn û Amûdê de ji rojava ve û Nisêbîn
û Qamiþlo ji rojhilat ve dikeve. Bi nerînê dor 50 K. M dûrî Mêrdînê
ye. Ji 50 salî ve, ji dema ku min bîr biriye, em xelkên
Doda me li ronahiya elektirîkên bajarê mêrdînê meze dikir û
her ku hin li me dibûn mêvan, ji me dipirsîn ev ronahiyên wek stêrkan
bilind di asman de xuya dikin kûderê ye? Me li wan vedigerand: Mêrdîn e,
keleha Mêrdînê û Zinarê wê ye.. Û wiha ji wê hingê ve dîtina bajarê
Mêrdînê û ji ser keleha wê temaþekirina beriya wê, ji min re bibû
hisret.. Ez bawerim ne ji min tenê re hisret bû, belê ji piraniya xelkên
Beriya Mêrdînê re hisret bû
û hisret e.. Xwedê derîkê sînorê bi mayin û têldirî bigire, her ew
asteng e di pêþiya dîtina me de… Erê ji 50 salî ve min divîbû bajarê
Mêrdînê bibînim, li sikak û kolanên wê bigerim, ji ser keleha wê li
beriya wê mêze bikim û nas bikim bê gelo raste wek ku Aramê Dîkran
gotiye: Beriya Mêrdînê berîke dûz e, pozê Qerejdaxa þewitî bi ser
de xûz e, nava sînga mehbûba min temam zîv û zêrê altûz e xeyo
lo…?!
Ji min re gotin VÎZA ji navbera me û tirkiyê hatiye hilanîn, çûn
û hatina di navbera Qamiþlo û Nisêbînê de bûye çixur.. Min jî wek
gelekan haziriya xwe û çûna Mêrdînê kir. Berî ku ez herim, min di NETê
de xwend ku dostê min yê romannivîs Helîm Yûsiv, wê li Mêrdînê
romana xwe a nû (Gava Ku Masî Tî Dibin) imze bike..
Bi rastî hatina Helîm
a Mêrdînê derfetek xweþ bû bo min… Êvara ku ez bi rêkevim jî, li
ser masincerê ez pêrgî hevala xwe nivîskara zarxweþ Fatma Savci bûm..
Me li halê hev pirsî, dawî min derdê
xwe û çûna xwe a bajarê Mêrdînê jêre got.. Wê got; ma tu kesî li Mêrdînê
nas dikî? Min got na.. Ciwanikê
nemra telefona kak Selmet Guler bo alîkariyê da min…
Di roja 16/10/2009 an de, tevî tirsa min ji problemên sînor, bi
selametî derbasî Nisêbînê bûm. Li Nisêbînê
kak Mustefa û birayê xwe Omer
Yildirim bi rêzgirtineke mezin pêþwaziya min kirin.. Nehiþtin ez
li xwe biheyrim ta ku kak Selmet Guler ji Mêrdînê bi min ve hat.. Me berê
xwe da Mêrdînê, di ser rêka hevirmêþ a dîrokî re, ku hemberî sînor
dirêj dibe em meþiyan, di ber gundê min Doda û wan çend gundên eþîra
Bûbelanan re derbas bûn.. Berî ku rok here ava bi dor saetekê em gîhan
bajarê Mêrdînê.. Dêrekt me berê xwe da kelehê, da ku hêj ronahî
heye, em ji ser kelehê li beriya Mêrdînê temaþe bikin.. Em bi kelehê
ve hilkiþiyan, di rêke teng û fitlînok de ber bi kûpê kelehê ve
bilind bûn, di deriyê Meþkîna re me nêzîkayî li kelehê kir… Ji ber
ku keleh hê jî wek qijleke leþkerîye, destûr nebû ku em derbasî
hundirê wê bibin, vêca em li binya kelehê, ji rexê baþûr ve rûnþtin,
me berê xwe da beriya Mêrdînê û kûr û dûr min li beriya Mêrdînê
temaþe kir.. Tevî ku dîtin ne zêde zelal bû, lê beriya Mêrdînê
wek xalîçeyeke rengîn xuya dikir.. Wek deryayeke bê ser û ber di
aso de bê dawî bû… Çiyayê Kewkeb wek qeyikekê di nav de dihat dîtin..
Çiyayê Evdilezîzê wek keþteyekê di nav pêlên rewrewka wê de diçû
û dihat… Çiyayê Þingalê di nav pêlên ewrên asoyê wê de winda dibû…
Jixwe bi sedan gir, mitik û qelaçên dîrokî wek kumikên belawela di nav
wê deryayê de, di ser û binî hev re dihatin dîtin.. Wek ku hina ew gir
di wê deryayê de çandibin… Nizanim çilo dem derbas bû, min xwe nedît
ku þevê konê xwe bi ser me de vegirtiye û kak Selmet ji min re got;
Mamoste! Emê vegerin malê, niha tu birçî bûye û þîv jî hazir bûye.
Piþtî þîvxwarinê me berê xwe da Qoserê(Qiziltepe, Tilermen,
Danîser), me bi nivîskar û ronakbîrên wê re beþdarî di panela
romannivîs Helîm Yûsiv de kir. Piþtî ku wî romana xwe a nû îmze kir,
mamoste Kerem Qoserî em vexwendî mala xwe bo þîvê kirin.. lê rûniþtina
xweþ a Qoserê, me li mala xwiþka hêja Ozlem derbas kir.. Ozlema ku mamoste ye, ji çar salan ve xwe fêrî
zimanê kurdî kiriye û di wergêrê de kar dike. Bi rastî kêfa min gelekî
ji wê û pirtûkxaneya mala wê re hat.. Xwezî yên wek wê di nav me de
pir bibin.. Saet dudiwê þevê em vegeriyan Mêrdînê. A
dinî rojê17/10/2009 saet 6,30 sibehê, me careke din berê xwe da kelehê
da ku bi zereqa sibehê re em li beriya Mêrdînê temaþe bikin..
Vê carê em di Babilsor (Deriyê Stewrê) re derbas bûn. Me careke
din çavê xwe bi beriya Mêrdînê kil kir, gundê Bihêrkê, Newala Qutê
wek du taxên wê dihatin dîtin, jixwe Dêra Zaferanê wek hêlînekê di
nav çiyayên wê, yên rojhilat de xuya dikir… Em li mizgeftên wê yên
dîrokî geriyan; Zincîrê, Qasimiyê, Xatûnê..
Piþtî taþtêxwarinê me berê xwe da Dêra Zaferanê, em di nav kûpên
çiyayan re derbas bûn, di orta Qelet Mera re bihurîn.. û têra xwe li Dêra
Zaferanê geriyam… Esrê, min bi nivîskarên Mêrdînê re beþdarî di
panela kak Helîm Yûsiv de kir û bi rojava re bi kak Mustefa Yildirim re
vegeriyam Nisêbînê da ku wê þevê li bal mirovên xwe binivim û a dinî
rojê bizîvirim Qamiþlo. Wê þevê, li Nisêbînê, ez û xwarziyê xwe
Abdulhelîm Akat çûn serdana Navenda Çanda Mîtanî û a dinî rojê, serê
sibehê em çûn ziyareta Gir Newas ku dikeve destpêka Newala Sîsebanê (Bûnisra)
de.. Min jî terîþek bi wê dara mirada vekir û qûçek li kêleka rêka
ku diçe ser ziyareta Gir Newas çêkir, tevî ku roj ne çarþem bû jî, lê
belkî Xwedê miradê min qebûl bike… Berî nîvro, piþtî xatirxwestinê
zîvirîm Qamiþlo.
Erê, piþtî 50 salî ez çûm Mêrdînê, min çavên xwe bi dîtina
wê kil kirin, ji ser zinarê wê min bi têr û tesel li beriya wê mêze
kir.. Di vê bewarê de spasiya zimanê Kurdî dikim û spasiyên xwe ji
xanima hêja Fatma Savci, kak Selmet Guler, kak Helîm Yûsiv, kak Lal Laleþ
û tev nivîskarên Mêrdînê û Qoserê re pêþkêþ dikim.
Qamiþlo 22/10/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org