Þeceret Eldilib (Dara Çinarê):

 Dîwanek Helbestên Konê Reþ a Nû ye

Konê Reþ

 

Di van rojên dawîn de, ji rex Dar Elzeman a weþan û belavkirinê li Þamê, dîwanek helbestên Konê Reþ bi navê( Þeceret Eldilib: Dara Çinarê) hatiye çap û belav kirin. Ev koma helbestan ji rex helbestvan Imad Elhesen ve hatiye wergerandin ji bo zimanê erebî. Ev cara didiwan e ku helbestên Konê Reþ têne wergerandin ji bo zimanê erebî. Di sala 2004 an de jî, komek helbestên Konê Reþ ji rex mamoste Hejar Ibrahîm ve hatiye wergerandin bo zimanê erebi, di bin navê (Cûdî Cebel Elmeqasid: Cûdî Çiyayê Miradan)de, û dezgeha Dar Elyenabii li Þamê, bi çap û belav kirina wê ve rabûye...

Ev koma helbestên nû, Þeceret Eldilib ango  Dara Çinarê: 30 helbestî di nav 96 rûpelan kom dike. Wergervan Imad Elhesen, ev dîwan bi pêþgotinek bedew û rexneyî xemilandiye û têde diyar dike ku; karekî gelekî zor yê ku karibe bi duristî, his û hestê mirovekî hestvan ji zimanekî biguhêze zimanekî din...Em bêjin ne bêjin. Mirov nikare mafê helbestvan yê rastîn bine zimên... Nemaze ku helbestvan di zimanê dayika xwe de milevan ve, wek mamoste Konê Reþ..

Helbestek ji helbestên ku di dîwanê de hatine wergerandin:  

Bela bimire..

-1-

 

Bela bimire yê ku; Ji bavê xwe fedî bike

Li kul û xemên xuþka xwe

Guhdarî neke

Li diya xwe ne pirse

Adet û teqalîdên bav û kalên xwe

Jibîr bike

 Zimanê xwe di ser guhan re

Bavêje û

Deriyê xwe ji ber dost û hevalan

Bi qepitîne

Bela bimire jêre çêtire

 

-2-

Bela bimire yê ku;

Ji ronahiyê bi tirs be

Di tariyê de bi live

Wek kund li ser þikêran

Bi lûse

Di tengayiyê de

Kirasê neyaran li xweke

Di firehiyê de

Wek dîkê þinik

Bi qud-qud be..!

Serê xwe ji Partiyan re deyne

Berî çiyayên welatê xwe û

Di her çax û demî de

Di her civat û eywanê de

Karibe bistirê û biraqise

Bela weke van kesan bimirin

Mirin ji wan re çêtire

 

-3-

Cerê ku av têde

 Nesekine

Yê þikenandinê ye

Beriya ku xezal

 Lê neçêrin

 Ne warê koçeryê ye

Çiyayê ku Pêþmêrge

Lê neyên parastin

Ne cihê piþtdanê ye

Hevalê ku zikreþ be û

Bi hewildan be ku

Li ser piþta hevalên xwe

cihekî ji xwe re

Di civatê de ava bike

Megrûdî û eware ye  

Qet lê nebe ewle ye

Bela bimire, mirin jêre çêtire

 

-4-

Xincera ku ji kalan neyê der

Ya avêtinê ye

Tivinga bê berik be

Mîna þîþa tenûrê ye

Kum û kolozê ku

 Serî gerim neke

Ne yê danînê ye û

Mirovê ku sinc û wijdan

Wî ne hejîne

Mirin jêre çê ye..

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org