DARBESTA ZÊRÎN

Ji giyanê M. Emin Bavê Kawa re

 

Konê Reþ

 

Û Darbesta Zêrîn derbasî goristana Qudûr Beg bû

Mirî bi hatina zindiyan re þiyar bûn

Zindiyan bi lîlandinên xwe

Mirî ji temara mirinê rakirin

Kefenê xwe li bejin û bala xwe pêçan

Destê xwe dan ber riwê xwe

Û her yekî ji hinda xwe ve pirsî:

Ev darbesta Zêrîn a kêye?!

Silêman Adî keniya

Kemal Ehmed û Þêxmûs li çepkan dan

Þehîdên 12 azarê govend gerandin

Þêx Maþûq bi dengê xwe

Dîlana azadiyê gerim kir...

Û tev li ber darbesta Mihemed Emîn( Bavê Kawa)

Bûn xêliyên darbesta zêrîn ji;

Mirî û zindiyan, ajan û kurdperweran,

Mêrxas û bizdokan, xizan û maldaran...

*          *          *

Bavê Kawa !

Berpirsên kerwanê darbesta te,

Bi erkên xwe yên resen rabûn;

Darbesta te di  rêk pêdivî û durist re derbas kirin

Dema darbesta te di DUGIRÊ û

Goristana çelebiyên kurdan re bihirandin..

Da ku tu mizginiyê bide Hemze begê Miksî,

Hacî Mûsa begê Xuwêtlî, Haco axayê Hevêrkî,

Abdulrehman axa, Dr.Nafiz beg Zaza,

Dr. Qasim Cemîl Paþa.. hwd

Bavê Kawa !

Ji kerema xwe tê mizginiyê bide wan mirî û zindiyan û

Tê ji wan re bibêje:

Ez ji Kurdsistana azad hatime..Ji Hewlêra kelê û Minarê..

Ji Zaxoka Bad'nan..Ji Duhoka Dasinyan...

Ji Pîrmam û Kerkûkê ez hatime...

Mizgîniya min li we:

Kak Mesûd Barzanî bûye serokê Kurdistana azad..

Mam Celal bûye serokê komara Iraqa federal...

Sedam bi biryara dadgeheke iraqî hatiye bidarvekirin...

Kerkûk, Þingal û Zemar li maka xwe vegeryane..

Kurdistan azade azad...

Bi perlemento, paytext û sirûda Ay Reqîb e..

Bavê Kawa !

Ku ji te bawer nekin,

Ez nabawerim ji kesekî din bawer bikin.

Xweziya min bi dilê te, balyozê kurdên Binxetê.

Xwediyê darbesta Zêrîn.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org