Dengdan bo Barzanî Wefadarî û Rûmt e

 

 

Konê Reþ

 

 

      Ji min pirsîn, gelo kîjan kesayetiyên kurd bêtir li ber dilê te þêrîn û nirxbiha ne? Min li wan vegerand û got: Gelekin, ewên ku kok û rehên me li wan vedigerin wek: Ehmedê Xanî, ewê ku bi dûrdîtinî li yekîtiya Kurdan digerya, Hacî Qadirê Koyî, yê ku di miþextiyê de welat pêre dijiya, Mîr Bedirxanê Azîzî, zarok û neviyên wî, yên ku bê westan bihewildanbûn ku dewleteke Kurdî serbixwe ava bikin, Simko axayê Þikakî, Þêx Seîd, Þêx Mehmûdê Berzencî, Îhsan Nûrî Paþa, Seyd Riza, Pêþewa Qazî Mihemed û Buhiþtî mele Mustefa Barzanî.. hwd. Lê di vî çerxî de, di vî heyamê me yê nû de jî, gelek xebatkarên gel Kurd li baþûrî welatê me hene, ji wan, ez dikarim van navan bibêjim; Serok Mesûd Barzanî, Mam Celal Talebanî û kak Nêçîrvan Barzanî.. hwd. Belê her yek ji van camêran xwedî cihekî taybete û dîrokek wî a dûr û dirêj di warê kurdayetiyê de heye. Van camêran, jiyana xwe, ji bo xweþî, geþî û serfiraziya gelê xwe, terxan kirine û bûne pir ber bi serweriyê ve… Erê xebata wan di ber mirovên Kurd de ye..  Lê di eynî kat de, di ber mirovahiyê de ye. Çiko xebata di ber xweþiya mirovên Kurd de, xebat e di ber mirovahiyê de.. Mebesta min, ku ez ronahiyê berdim ser hilbijartinên herêma Kurdistanê, bi herdû lîsteyan ve, lîsteya Kurdistanê 54 û lîsteya serok Mesûd Barzanî 12, û bi taybetî ku dengdan bo van herdû lîsteyên pîroz be. Herdû lîsteyên ku herdû lehengên Kurd ra û tevdîra xwe li dor wan kirine yek bo berjewendiyên gelê Kurd.

   Ji sala 1991 î ve, ji heyamê (Çakûçê Hildayî) ve, û ta roja îro, Kurdistana Baþûr bi rengekî demoqrat di bin serweriya Kak Mesûd Barzanî û mam Celal Telebanî de mezin dibe, tevî ku neyarên Kurdayetiyê ji çar hawêr ve bi hewildanin ku wê hêlînê biherfînin, lê bi wan re neçûye serî.. Ew jî ji ber zanîn, pend û bîreweriya serok Barzanî û mam Talabanî ye.. û wiha Kurdistana baþûr li ser bingehê demoqratiyê bilind bû û dibe… Ta ku di pesnê wê de hat gotin û tê gotin ku çêtirîn nimûneye ji demoqratiyê re di Rojhilata Navîn de.

   Ji encamên demoqratiya di baþûrî welat de, komîta xelata mafê mirovan(Human Rights), di sala 1991 ê de, li gor pîvanên xwe, xelata xwe layiqî serok Mesûd Barzanî dîtin û pêþkêþî wî kirin. Ji ber ku xebat û bizava Barzanî a di ber gelê Kurd de, eynî xebatê ye di ber mafê mirovan de..  Hejaye gotinê ku hêj kesî di rojhilat de wek vê xelatê nestandine, ji kesên ku standine Edward Kenedî û serokê Tishikoslovakiya yê Kevin..

   Bêguman kesên ku wiha xelat distînin, ne tenê xwedî dîrok in, helbet þopa wan di warê demoqratî, mafê mirovan û wekheviyê de belû û eþkere ye.. Erê Serok Mesûd Barzanî yek ji wan kesa ye, hêjaye em wî di nav mijankên çavê xwe de biparêzin.. Û wiha ez dengdana bo serok Barzanî li gor misilmaniyê ferz dibînim, ferzek eyn dibînim ne ferzek kîfaye… Hem jî dibînim ku, wefadarî û rûmete ji pêþmergên Kurdistanê re.. Kesên ku rast û durist evîndarên welatê xwe bin, wê dengê xwe bidin lîsteya Kurdisanê /54 û lîsteya Serok Barzanî /12. Mesûd Barzanî; Yê ku biyaniyan berî beyaniyan dengê xwe dane wî û ew xelat kirine. Dengdan bo listeya 54 û 12 pîroz e, rûmet e, wefadarî ye û rûzgirtine ji xwîna pêþmergan re û serketine ji berjewendiyên gelê Kurd re…

Ji niha ve em serokatiya Kurdistanê li serok Mesûd Barzanî pîroz dikin.

 

Qamiþlo 12/07/2009

 

 

 

 

  

   

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org