|
Dergehê jîn û evînê
Konê Reþ
-I-
Gulîstana li ser dêmê xakê neqiþandî !
Buhiþta Xwedê !
Xaka Þêx A.Selam,
Þêx Mehmûdê Hefîd û
Barzaniyê nemir !…
Helbesta Nalî, Goran û
Bêkes !
Axîna Nalbend
Salih Elyûsifî û
Enwerê Mayî !…
Xaka pîroz !
Peristgeha pêþmergên qehreman
Peristgeha evîndarên
Kurdayetiyê
!
Dergehê dinyê !
Dergehê min
Ji derbasbûna heyamê
Jîn û evînê re..
-II-
Bîra dîrokê !
Ey peristgeha Laleþ
Peristgeha Çarstûn
Çarmû û
Efsaneya Gilgamiþ…
Ji kû destpêbikim
Ji çiyayê Pîremegrûn, Metîn û Gara..?
Ji geliyê Elî beg û Baziyan..?
Çawa bêrîkirina xwe
Ji te re þirove bikim ?
Ev bêrîkirin, his û hestên ku dawî
Ji wan re nîne…
Gelo !
Xwe bikim baranek buharî û
Dêmê teyî çiyayî
Ji nakokî û berberiyê
Biþom
Ta ku karibim
Xwe di nav
Xaka teyî pîroz de
Bigevizim
û
Ramûsim…
-III-
Buhiþta Xwedê !
Baþûrê pîroz !
Heger rojekê
Ez hatim nav xaka te
Bi hêvîme;
Di nav aþtî û demokratiyê de
Bême pêçan
Wek nûnerekî
Evîndaran xwe bibînim
Na, na ez nûnerê
Evîndaran bi xwe me
Ez nûnerê
Evîndarên xaka te me
Ez xumxuma
Ava çemên te me
Ez sirûdeke
Kurdayetiya bi deng im
Roja ku ez bême ser xaka te
Bi hêvîme
Kurd di zindanên Kurdan de
Ne dîlkirî bin
Berx têr þîr bin
Nêrgiz di beyaran de
Ne çilmisî bin..
Û baweriya min
Bi weha hêvî mezine
Ji ber ku ez piþterastim
Ji xelkên te yên ku
mirovin
Û ew bawerî
Pir mezine, pir mezine.
Gulistana Xwedê !
Tu çaktirîn cihe di gerdûnê de
Xwedê hez te kiriye û
Tu kiriye
Cihê bê cihan
Warê bê waran û
Dawî tu bûyî
Dergehê min
Ji derbasbûna heyamê
Jîn
û evînê, erê jîn û evînê.
Têbinî: Ev
helbest li Festîwala Cîhanî ya kû li bajarê Akrê hatiye li
darxistin Konê Reþ li roja sêyema festîwalê de xwendiye.
Hêjayî gotinêye kû ev yekemîn care Gelê Kurd jî di rojekî
wiha de ya ku hatiye binavkirin li roja cîhanî bo helbestê dikeve
roja 21 Adarê de bi helkeftinê helbestvanên Kurd ji her çar perçeyên
Kurdistanê ev roj bi helbestên xwe pîrozkirin.
Ji
www.hemdem.com
hatiye girtin
|