Di 25 Saliya Koçkirina Cegerxwîn de

Gora Wî Bi Gulan Hat Xemilandin

 

Konê Reþ

Qamiþlo 23/10/2009  

 
 

 

   Di roja 22/10/2009 de, bi hekefta derbasbûna 25 salan di ser koçkirina Seydayê Cegerxwîn re, gropên siyasetmedar, rewþenbîr û hezkerên peyva kurdî a resen serdana gora wî kirin, gurzên gulan li ber sere wî danîn, û hina helbestên wî xwendin.. Di serê wan de mamoste Hemîd Derwêþ (Sekretêrê Partiya  Dîmoqratî Pêþverû Kurd li Sûrya), yê ku wek hevalekî Cegerxwîn yê þexsî bû hem jî Cegerxwîn endamekî Partiya wî bû. Wî gurzek gul li ser gorê danî û bi rêzgirtinek mezin li pêþberî gora wî sekinî.. Her wiha gropê rewþenbîran jî ku ji min (Konê Reþ), mamoste Derwêþê Xalib, Mamoste Rezo Osê, yê ku tevî nesaxiya xwe di gel kebaniya xwe hatibû, û gelekên din pêk dihat, me jî gurzek kulîlkên rengîn li ser gora wî danî…

Heja ye gotinê ku gelek þandên din jî bi gul û kulîlk hatibûn serdana gora Cegerxwîn, lê ne bi girsbûna partiya pêþverû … Danê êvarî me ahengek bo eynî bîranînê di hola Dr. Nûreddîn Zaza de, li bajarê Qamiþlo pêk anî. Di wê ahengê de jimarek mezin ji nîvîskar, rewþenbîr û ji kesayetên welatparêz û hevalên Cegerxwîn yên partiya pêþverû lê amade bûn. Di destpêkê de ez li ser berhem û karê wî axivîm û min balkêþand li ser xebatên wî ji bo milletê kurd û min got: Ji mafê Cegerxwîne ku em wî bi bîr bînin û ji mafê her kurdekî ye ku xwe bi nave Cegerxwîn paye, serbilinid û bextewer bibîne.. Hem jî min helbestek xwend. Di pey re nîvîskar Derwêþ Xalib li ser rola Cegerxwîn di derbarê nûjenkirina tore û çanda kurdî de gotarek xwend û û gelek nimûne ji helbestên wî gotin…Dipey re Mehmûd Badillî gotarek li ser rola Cegerxwîn di derbarê xebata jina kurd û þiyarkirina wê xwend…

Gotina dawî a mamoste Mamoste Hemîd Derwêþ bû. Wî çend dîmen ji bîranînên xwe bi seydayê Cegerxwîn re anîn holê û got:
Min Cegerxwîn di sala 1954 de naskir, piþtî ku me Partî di sala 1957 de avakir..  Hevala ez þandim Qamiþlo bo dîtina wî, da ku ew û Partiya  wî (Azadî) ya ku berî hingê hatibû damezirandin, tevlî partiya me bibin… Dawî Cegerxwîn qebûlkir û tevlî partiya me bû… û ma endamê komîta navendî heta roja dawî.. Ji wê hingê ve  ez û Cegerxwîn rojane man bi hev re… Min gelekî jê hizdikir û gelekî xizmeta wî dikir. tevlî ku ez sekretêrê partiyê bûm, min qeytanê sola wî girê didan… Gelek nîþanên Cegexwîn  yên hêja hebûn:

  -Alîkariyê doza jina kurd bû di warê maf û xebatê de.
-  Mêrxas bû di dîtinin û nerînê xwe de.
 -
Dijî kevneperistiyê bû.
-
 Ne tenê helbestvan bû, lê belê siyasî jî bû.. Gelek ji hez milletê xwe dikir û ji ber vê yek dihat girtin û zindankirin..

Di dawiyê de gelekan ji kesayetiyên beþdar nerîn û dîtinên xwe derbarî Cegerxwîn anîn ziman.

Ev jî helbsta min e a ku min xwend:

Cegerxwîn

Di axbeyareke Kurdistanî de

Sinbilek þînhat

Bi navê Cegerxwîn,

Bi ba re dixilîya

Lê qet ne tewiya;

Di zivistanî de,

Tevî bef û bahozên

Ku dihatin,

Piþkivî, zîlda û

Bû kat,

Di buharî de

Bû þîndar,

Lê bi tenê,

Bê dost û heval..

Ta ku bi ser de hat

Havîna gerim

Hingê ji nû

Hiþk bûn libên;

Sinbilên zer..

Ne pûç ne kwîrik,

Xurû genimê zerik

Çaxa dem zîvirî û

Bû payiz,

Ba leyist fîze.. fîz

Hingê ji nû,

Ji wî sinbilê genim sor

Lib pekiyan;

Yeko.. yeko

Dor bi dor û

Tev di wê axbeyarê de

Belavbûn,

Tovekî nû..

Di xakê de

Hat werbûn,

Ji wê libê, ji wî sinbilî

100 libî zîl dan, piþkivîn û

Bûn sinbilîn genim sor,

Dema ku bayê nû hat

Ew sinbilên nû

Bi wî bayî re

Xilîyan û gotin:

Cegerxwîn.. Cegerxwîn..

 Konê Reþ/ Qamiþlo

  

   

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org