|
DI 77 SALIYA KOVARA (HAWAR)Ê DE
Konê Reþ
Hawar zarokeke nûza ye, zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her
zaro bi xweytiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijît. Her kurd
dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhatî
me. Ji min ji diayê pêve tiþtek nayê. Belê tu kes vê xeberê mebêje,
her kes bi tiþtekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê… Mîr
Celadet Alî Bedirxan (Hawar, hejmara pêþîn, rûpelê pêþîn,15 ê gulana 1932)
Bi hatina 15 ê heyva
gulanê, sala îsal 2009,
kovara Hawarê dikeve 77 saliya xwe de, ango 77 sal di ser derçûna
(HAWAR)ê re derbas dibin. Ev kovara ku yekem car e di dîroka kurdan de, bi
tîpên latînî hatiye weþandin û ji hingê ve zimanê kurdî bûye
zimanekî xweser..
HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewþenbîriya
kurdî a têvel de þoreþeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha
xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêþîn û rêza pêþîn
de, armancên Hawarê diyar kirine û dibêje:
(Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me
re riya felat û xweþiyê vedike... Hawara me berî her tiþtî heyîna
zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman þerta heyînê a pêþîn
e... Hawar jû(ji iro û) pêve bi
her tiþtê ko kurdanî û kurdîtî pê bendeware, dê mijûl bibe. Tenê
siyaset jê dûre, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî
re hiþtiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn,
huner û sinetê de dê bixebitin.)
Wek ku hûn tev dizanin xwedî û berpirsiyarê kovara HAWARê Mîr
Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin:
Çapxana Tereqî 1932 Þam / Taxa Kurdan.
Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran
bi nivîsarên xwe, Hawara kurdan dineqiþandin, û bi gelek navan.. Bi tenê
Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêþîn de bi wan re beþdarî kiriye.
ango ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara dudiwan de, Osman Sebrî xwe
berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisyan de, Hemîd
Ferec ji Kurdistana Baþûr Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza,
wek bijîþkê Hawarê, di quncika bijîþkî de nivîsandiye. Lê ji
hejmara çaran û pêde, hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye
xemilandin wek: Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî,
Hesen Hiþyar, Reþîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paþa..Hwd. Hem
jî ji Kurdistana Baþûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine
wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Þakir Fetah, Hevindê Sorî,
Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd..hwd. Her wiha rûpelên Hawarê
ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kiribûn
vekirî bû... Belê beþê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê
xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beþî de dinivîsandin, van
kurdenasên biyanî jî ew beþ dixemilandin wek: Pr.G. Michaelian û R.
Lescot.
Emê vegerin ser kovara (Hawar)ê, ewa ku me got kovareke 15 rojî bû,
belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewþa aborî û ciyopolotîkî, tev
hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê,
û paþê jî hatîye rawestandin.
57 hejmar ji HAWAR ê, di navbera sala 1932 an û sala 1943 an de,
hatine weþandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewþa abûrî di sê
qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin. Di gotara bi navê (Sê
Tarîxên Hawarê) de, hejmara 27sala1941, mîr Celadet wiha dibêje:
(Tarîxa pêþîn, 15 gulana 1932an, di vê tarîxê de, gazî
û hawara kurdan ji dil û devê wan ketine nav rêz û û xêzikên çend rûpelan
û kovarek kurdî anîne pê, ji kurdan re Hawar, hawareke nû, hawara zanîn
danzanînê za..) Temenê
Hawarê yê aktiv sê sal e, lê ji ber rewþa abûrî, ya ku Mîr têre
derbas dibû, yazdeh salan pêre dirêj kiriye. Hejmara pêþîn (1) ji vê
kovara bedew di 15 ê gulana 1932an de hatiye weþandin, hejmara dawîn (57)
di 15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weþandin
Hawar, ji hejmara 1- 23, di roja 25 tîrmeha 1933 de, bi dûv hev de
hatiye weþandin, hejmara 24 an di roja 24 ê nîsana 1934 an de derketiye,
hejmara 27an di roja 15 nîsana1941 ê de hatiye weþandin, ta ku hejmara
dawîn 57di roja15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weþandin û êdî nema Hawarê
ronahî ditiye.
Ji bo zanînê, hêjaye em bêjin, ku
Mîr Celadet Alî Bedirxan kovareke din, di sala 1942 an de, bi navê
(RONAHÎ) li Þamê çap û belav kirîye,
anku ji berî 67 salan ve. Ew jî xurû bi kurdiya latînî bû.
28 hejmar ji vê kovarê hatine çap û belavkirin, hejmara pêþîn
(1) di yekê nîsana 1942 an de hatiye weþandin, hejmara dawîn (28), di
meha adara 1945 an de, hatîye çap û belavkirin, û êdî Ronahî jî, wek
xwiþka xwe Hawarê hatiye
rawestandin. Bi
vê helkeftina ku heyva gulanê, ji berî 77 salan ve sînga xwe ji kovara
Hawarê re vekirîye, û mizgînîya zayîna kovara (HAWAR) ê daye
me, em xwe gelkî bextiyar û kamîran dibînin û sed rehmet li giyanê Mîr
Celadet û Dr. Kamîran Alî Bedirxan û tev neferên
malbata wan bibare, buhiþta rengîn cih û warê wan be. Konê
Reþ Qamiþlo,
15/05/2009 * Ev
gotar di rojnameya Agirî, hejmara 111 an, 21ê gulana 2009 an de belav bûye
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org