Di Roja Zimanê Dayikê De

 

Konê Reþ

Qamiþlo  20.02.2010

 

   

   21ê sibatê, 2010 an anku sibe, roja navnetewî ya zimanê zikmakî an zimanê dayikê ye. Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCO yê ve hat pejirandin. Her sal di vê rojê de, çalakîyên pirreng, li seranserî cîhanê têne li darxistin û ev roj tê pîrozkirin.

   Em wek kurdên rojava sed mixabin ku rêxistinên me, yên pir, guh nadin ziman wek ku pêdivî ye.. û sebaretî vê rojê ez nebawerim ku di huþ û xeyalê wan de ye..

   Bi vê helkeftê, em çend perçeyan ji helbestek helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî ya ku li dor zîlana hezkirina zimanê Kurdî digere dikin diyarî ji hezkerên zimanê Kurdî re, li her cih û warî. Hevîdarin ku gula zimanê me roj bi roj xweþ û geþ bibe û bibe cihê guhdana her kurdekî. Hêja ye gotinê ku helbestvan Mûsa Zaxuranî beþekî mezin ji temenê xwe di ber siyaset û rewþenbîriya kurdî de xerc kiriye.. Her wiha gelek destnivîsên wî hene, bi tenê dîwanek helbest bi navê (Govendek Helbest), li baþurî welat, ji rex wezareta rewþenbîriyê ve hatiye çap û belav kirin. Fermo werim em û hûn bi hev re vê helbesta wî ya bi navê ZIMAN bixwînin:

 

ZIMAN

 

Guh bidin ziman xortên me Kurda

Bera ev ziman nemîne winda

 

Dilê welate ev zimanê xweþ

Kesê jibîrke, dê mîne rûreþ

 

Nasnama me ye, li her civatî

Hebûna me ye, li vî welatî

 

Win bi her kesî, vê bidin zanîn

Zarê Bedirxan, zarê Mem û Zîn

 

Zimanê me ye, pê serbilnd in

Ne bê keleh in, bi þar û gund in

 

Nabe ev ziman wiha bimîne

Kes pê nenûse , kes wî nexwîne

 

Cizîra Bota, xweþ xweþ xuya ye

Zimanê me ye, bi me hêja ye

 

Xanî û Qadir, xweþ wan dinas im

Ew û Cizîrî, pir serfiraz im

 

Zimanê min e, pê serbilind im,

Þêrîn û xweþe, alê dihild im

 

Sih û yek tîpin, yek yek bi hejmar

Bi wan xemilî kovara Hawar

 

Mîr ew dane hev, ji me Kurda re

Lewma navê wî bo me guhare

 

Divê ku em Kurd wî xweþ bixwînin

Bi Konê Reþ re soza biçînin

 

Di ber ziman de, weke Konê Reþ

Herdem em bêjin; þeva we ma xweþ

 

Ziman e, ziman wata hebûnê

Zimane rêça, her pêþveçûnê

 

Ziman e navê, milet û welat

Ziman e dengê, Dicle û Firat

 

Her kes zarê wî bi wî þêrîn e

Em ne bêwar in , em ne sêwîn e

 

Kurdo! Dîrokê rastî bixwîne

Ji bo bizanî ka kurd em kî ne

 

Nabe ev ziman wiha bimîne

Kes pê nenûse, kes pê nexwîne

 

Omîda Mîran bi cî werînin

Gulên Celadet her roj biçînin

 

Kovara Hawar herdem bixînin

Þerme ku em Kurd wiha bimînin

 

Dîse dibêjim; guh bidin ziman

Derdê Celadet, kurê Bedirxan

 

Qamiþlo, 20.02.2010

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org