|
Di
Rojbûna Dr. Cemþîd Bedirxan De 100 Saliya Rewþen Bedirxan
Konê Reþ Qamiþlo 10/11/2009
Her wiha Dr. Cemþîd Bedirxan kar di damezrandina Komeleya
Xwendekarên Kurd a (Li Þamê) kiriye û wiha jî di komeleya Xwendekarên
Kurd a li Elmanya de kiriye, hem jî di rêxistina Partiya Demokrata
Kurdistanê ya þaxê Ewrupa de kar kiriye.. Vê paþiyê ji ber rewþeke
taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdaye û êdî giringî daye
karê xwe yê tenduristiyê.
Di derbarî 50 saliya derbasbûnê di ser Komeleya Xwendekarên (Zanîngeh
û Dawiya Navendî) Kurdên Þamê de, di hejmara 398 an a (Dengê Kurd),
Çiriya Duyê sala 2008 an de ê rojnameya (Organa Partiya Demokrata Kurd
Surî), ya bi zimanê Erebî, li dor damezrandina Komeleyê û rola Cemþîd
Bedirxan têde, wiha hatiye nivîsandin:
(Salvegera damezrandina hevbendiya xwendekarên Kurd li dawiya
navendiyên Dîmeþq(Þam)ê, bi heman awayî hevbendiya xwendekarên Kurd
li Dîmeþqê, bi destpêkirina xwedê jê razî Cemþîd Celadet Bedirxan,
hevbendiya xwendekarên Kurd li dawiya navendiyên Dîmeþq li payiza 1957
an hate damezrandin, ku ew bi xwe hate ew tebeqeya em lê nîþtecîh bûyîn.
Þêx Mihyeddîn, Husên Kîkî û Mihemed Salih Cuma jî li gel da bûn û
li gel xwendekarên din ên li Taxa Kurdan..)
Her wiha Dr. Mihemed Salih Cuma yê hevalekî herî nêzîkî
Dr. Cemþîd Bedirxan bû, di hevpeyvîneke taybet de (Hewlêr (22.12.2008),
di derbarê rola Dr. Cemþîd Bedirxan di rêxistina komeleya xwendekarên
Kurd û tevgera Kurdî de wiha dinirxîne û dibêje:
(Min Cemþîd li
sala 1956 an de nas kir, wê demê me pola dehan dixwend. Ji bo xwendinê em
jî wekî gelek xortên Kurd ji Qamiþlo çûne Þamê. Li wir me peywendî
li gel Kurdên Þamê kir. Yek ji wan kesên ku me peywendî li gel kir Cemþîd
Bedirxan bû. Em gelek caran ji ber pirsa Kurd diçûn mala Rewþen
Bedirxan. Ji ber ku temenê min û Cemþîd Bedirxan wekî hev bû
peywendiyeke me yê gelekî baþ hebû. Li wan salan de tevgera Kurd gelekî
xurt bû, wan dixwest hem li gel xwendekarên dawiya navendî û hem jî li
gel xwendekarên zanîngehê çalakiyan pêk bînin. Em (Mihemed Salih Cuma,
Cemþîd Bedirxan, Hiseyn Kîkî, Braderê Dawud, Þefiq, Ednan Mihemed..
wekî xwendekarên dawiya navendî buyîn û ji rojavayê Kurdistanê hatibûn
û me dixwest di vî warî de em rêxistinek pêkbînin. Rêxistina
xwendekarên dibistanê jî ji aliyê zanîngehê de Hemîd Derwêþ, Îzedîn
Resul û hinek Kurdên baþur jî hebûn. Her wiha li wê demê de me
dixwest em rêxistina PDK Suriye jî çêbikin. Ji bo wê yekê em li gel
Cemþîd Bedirxan rûniþtin û me peyreweke rêxistinê çêkir. Piþtî ku
me bendên peyrewê nivîsand, me xwest ji aliyê mafperwerî de bingehek
çêbikin. Ji ber wê yekê me li gel Mam Hejar û Alî Fetah Dizeyî hevdîtin
pêkanî û peyrewê me nîþa wan kir. Piþtî ku li ser peyrewê me hinek
guhertin çêkir û paþê jî me çap û belav kir û êdî me dest bi rêxistinê
kir. Rêxistina me li salên 1956 an de û heta 59 an ku ez li wir bûm,
gihiþt hemû Þam, Cizîr û Çiyayê Kurmanca. Her çiqas rêxistineke biçûk
bû lê dîsa jî gelekî zû belav bû. Cemþîd li sala 1958 an çû
Ewrupa û ez jî li dawiya sala 59 an çûme Ewrupa.
Em her dû jî endamê Partî bûn û me li gel hevdû kar dikir. Cemþîd
Bedirxan li nav Partî de her wiha li nav xwendekarên Kurd leqê Elmanya de
û pêkanîna rêxistinên Ewrupa de û rêxistina Partiya Demokrata
Kurdistanê ya li Ewrupa de rolekî serekî dilîst. Li pêkanîna rêxistina
Pdk Ewrupa de 22 þubatê 1960 ez û Cemþîd jî ji Suriyê beþdar bûbûn.
Ew cara yekem bû ku Partî li Ewrupa dihate birêxistin. Cemþîd yek ji
wan rewþenbîrên Kurdistanî bû. Peywendiyên wî li gel kesayetiyên her
çar perçeyên Kurdistanê re hebû. Her wiha peywendiyeke wî yê gelekî
baþ li gel Nuredîn Zaza û Ismet Þerîf hebû. Li gelek zanîngeh û
bajarên Ewrupa me semîneran li dardixist eve jî feydeyeke wê yê baþ
hebû...)
Di salên 1985 û 86 an
de Dr. Cemþîd Bedirxan bi nasnameyeke din û bi navekî din yê veþartî,
seredana cîh û warê, bav û kalên xwe Cizira Botanê dike. Nêzîkî du
mehan li bajarê Þirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê
digere. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk tîne.
Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk
nikare li wir zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.
Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 19.09.1975 an de li gel Michtield xanim
dizewice û du zarokên wî yên bi navê Curd û Evîn çêdibin. Curd û
Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. Curd xwendina xwe ya bijîþkiyê
qedandiye û niha di nexweþxaneyên Elmanya kar dike. Evîn jî li Elmanya
xwendina Pedagojî qedandiye û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan
Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye.
Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 10.12.1999 an de li Brezilya yê koça
dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz yê (Elmanya) dispêrin axê. Qamiþlo
10/11/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org