|
Di
sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi
zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de Konê
Reþ Destpêk:
Ji Cizîrê, ta bi Kobanê û Efrînê jêre tê gotin: Baþûrê biçûk
an Kurdên Sûriyê. Di nav Kurdên Sûriyê de, Cizîra Binxetê, an kurdên
Binxetê: Devereke dûz û bê pîvane bi her sê deþtên xwe; Beriya Mêrdîne,
Sinceqa Xelef axa û deþta Hesinan. Hem jî ev dever di nav cihanê de
navdare, bi xelkên xwe yên wek mozayîk û bi þûnewarên xwe yên dêrîn
û dîrokî.. Binxetê, ronahîya bi rengên kulkezêrîn li ser bênderên
xwe dicivîne û di asmanê xwe de belav dike.. û wiha peyvên ku ji hinavê
xelkên wê dertên û derdikevin li ser peravên demên wê ên kûr û dûr
dûrêzî hev dibin ..
Wek ku diyare her wêjeyek destpêk û qûnaxên wê yên renge -
reng hene. Em dibînin ku rewþa
rewþenbîriya Kurdî li Binxetê bi xurtî xwe li ser lingan digre û di
sekine, belê bi hêzek xurt bi pêþ ve dimeþe. Ew jî bi saya evîndar û
hezkirên ziman û peyva kurdî a resen.
Bi vê mebestê ez dixwazim, destpêk û qûnaxên bingehîn ji rewþenbîriya
Kurdî re li Cizîra Binxetê, bi rengekî panoramî vekolim. Ev destpêkên
ku di qûnaxên giring re, di ber
dergehên dîrokê de, derbas bûne .. û wiha di rêka van destpêk û qûnaxên
bi ronîdayî re, em dikarin derbasî nav rûpelên tevgera rewþenbîriya
kurdî a iroyîn bibin. Bêguman destpêka wêjeya
Kurdî ya nivîsandî, li weþandina rojnameya dayik(Kurdistan:1898)
vedigere, ewa ku mîr Miqdad Bedirxan di sala 1898 an de li bajarê Qahîre/Misrê
di weþand. Ji wê hingê ve
zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandina pexþanê...
Heger di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20an de, hin nivîsandinên
bi zimanê kurdî di wîlayeta Mêrdînê de hatbin nivîsandin, bêguman,
ew nivîsandin wê di nav rûpelên kovar û rojnameyên Xirîstyanan de bin
(Wiha tê gotin lê hêj me ew nivîsandin ne dîtine). Û dema em dibêjin
wîlayeta Mêrdînê, ango kurdên Binxetê, ji ber ku di wî heyamî de,
piraniya kurdên Binxetê bi ser Mêrdînê ve bûn...Lê ya ku em pê
zanin, di heyamê weþandina rojnameya (Kurdistan:1898-1902) de, pêwendiyên
xelkên Mêrdînê bi xwediyê wê rojnameyê re hebûn, Nemaze; ew kesên
ku di wê hingê de wek rewþenbîran di nav gel de dihatin naskirin mîna;
Þêx, melan û Feqeyan..Ango xelkên Mêrdînê(Binxetê), ji mêj ve xwedî
giyanekî ragihandinî ne... Rola
Oldar û Dengbêjan di Parastina Ziman de:
Di salên 1915-1925an de, buhiþtî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek
ji Elmaniya anî Helebê û lê saz kir, hem jî pê
çend kovar û rojname weþandin..Ta ku di sala 1925 an de ji Helebê
barkir û çû Rewandûzê.. Belê
akam û bandora yekem, bi saya dîwana Melayê Cizîrî bû, Mem û Zîna
Mele Ehmedê Xanî bû, helbestên Feqeyê Teyran bû û bi saya
tekiyên olî bû.. Ewên ku, di wê demê de, di bajar û bajarokên Cizîrê
de belav bûn wek: Xizna, Til Merûf, Hilwa, Endîwerê, Amûdê û Qamiþlo...
Hem jî rol û akama dengbêjan, di parastina zimanê Kurdî de pir mezin bû
wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, mala Þêxê
Nado, mala Emînê Temo, mala Remo ... û wiha
tev malbatên ku bi kemacê, def û zirnê govend û þahi digerandin
û tev dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê ..Hem jî rola dengbêjên çiyayê
Þingalê li ser dengbêjên Cizîrê heye, ji ber ku hingê Þingal wek
dibistanekê dihat dîtin ji fêrbûna saz, awaz û gotina kurdî a resen re
...
Piþt vî nifþî, nifþekî din tê meydanê, Ew jî ne kêmî nifþê
pêþîya xwe ye, wî jî roleke giring lîstiye wek: Hizniyê Selîm, Rifetê
Darî, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Þêxo ... û
gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên tembûr û dengê xwe
de parastin ...Û wiha milet bi zimanê xwe ve girêdayî ma.. Ji
kovar û rojnameyên Kurdên Binxetê: 1- Rola Mîr
Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan: Dema ku mirov li pêvajoya
rojnamegeriya kurdî vegere û berpêl bike, hingê wê jê ve xweþ diyar
bibe ku, lehengên rojnamegeriya Kurdî di rojên xwe de pêrgî gelek
asteng û kelemên dijwar hatine, û ji wan lehengan; Bedirxani. Tevî vê
yekê jî, ji desthilanîn neketine. Wan lehengan, bê westan û bi kêferat
li ber xwe dane, û wiha her nifþekî spartiye nifþê bi dûv xwe de û ta
roja iro... Ji
kovar û rojnameyên Bedirxaniyan li sûriyê û libnanê :
Hawar: Xwedî û berpisyarê wê Mîr Celadet Bedirxan
bû. Bi saya vê kovarê, yekemîn care ku zimanê Kurdî
bi tîpên latînî berdest dibe. Hejmara pêþîn ji vê kovarê di 15
gulana 1932an de hatiye weþandin, hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande
derketiye. Ev kovara li bajarê
Þama þerîf di hat çap û weþandin û li nav Kurdên Cizîrê, Efrînê,
Zaxo, Hewlêr, Rewanê, Karmanþahê û heta Mûsil û Bexdayê
belav dibû.. Ronahî:
Di sala 1942 an de, Mîr Celadet Bedirxan, kovareke din di bin navê RONAHÎ
de, xurû bi kurdiya latînî, li Þamê weþand û di nav Kurdan de bi
belav kirin da. Naveroka kovarê xurû bi kurdiya latînî bû. Ev yekemîn
care di dîroka rojnamegeriya kurdî de ku kovar bi wêne têne weþandin.
28 hejmar ji vê kovarê hatine weþandin, hejmara dawîn 28 di sala 1945 an
de derçûye. Roja Nû:
Di sala 1943 an de mîr. Dr.Kamîran Bedirxan jî li Beyrûtê, rojnameyek
bi navê ROJ NÛ di weþand û di nav kurdên sûriyê û libnanê de belav
dikir..Ji vê rojnameyê 73
hejmar hatine weþandin..Ev rojnameye jî xurû bi kurdiya latînî bû, di
gelku beþekî fransizi ji tede hebû..Ev rojnameye jî bi berhemên nivîskarên
kovarên Hawar û Ronahi ye di hat xemilandin..hejmara pêþîn di 3ê
gulana 1943 an de derketiye, hejmara dawîn 73 di 27 ê gulana 1946 an de
derketiye. Stêr:
Ji bo zanînê, hêja ye em bêjin ku Mîr Dr . Kamîran Alî Bedir-Xan
rojnameyeke din jî bi navê "Stêr" di sala 1943 an de li Beyrûtê
çap û belav kiriye, ango ji berî 63 salî ve. 3ê hejmar ji vê rojnameyê
hatine çap û belav kirin, hejmara pêþîn ( 1 ) di meha çileyê berê de
1943an, hejmara (2 )an di meha sibata 1944an de, hejmara (3)an û dawî di
22ê çêrya berê de sala 1945an, ango her salekê hejmarek hatiye çap û
belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya "Roja Nû"
bû.
Belê gelek kelem û asteng di pêþiya kovar û weþangeriya bi
zimanê kurdî de hatine danîn. Nexasim piþtî ku Firensî ji sûriyê
hatine deranîn di sala 1946an de, ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe
ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ta hu nivîsandinên bi zimanê
erebî li ser kêþeya kurdî qedexe ye..Û wiha ev qedexebûn berdewame ta
toja îro..lê tevî van qedexeyên dijwar rewþenbîrên kurdan li ber xwe
dane, ji desthilanîn neketine û di sala 1958 an de dîwana melayê Cizîrî
weþandine, di sala 1956 an de dîwana Apo Osman Sebrî(Bahoz), hem jî
(Derdên me), di navbera salên1954 û 1956 an de û (Çend rûpel ji wêjeya
kurdî) ya rehmetiya Rewþen xanim Bedir Xan, hem ji di wan salan de bîranînên
Dr.Nûrî Dêrsimî li Helebê hatin capkirin û di heman kat de hatiye
qedexe kirin, di gel dîwana Cegerxwîn ya didiwan..û wiha heyamekî bêdengiyê
di wan çend salan re di ser weþangeriya
kurdî re derbas bûye, ji bilî belavokên rêxistinan yên bi dizî.. 2- Rola Þagirtên
Hawarê:
Piþtî vê qûnaxê, rola pênûsên kovara Hawarê tê. Ewên ku
naveroka kovara Hawarê bi nivîsên xwe di xemilandin û wek þagirtên mîr
Celadet Bedirxan têne naskirin mîna: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can,
Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reþîdê Kurd
û gelek kesên din.. Hem jî gelek ji nivîskarên kurdistana baþûr
û rojhelat jî di kovara Hawarê de nivîsandine wek: Tewfîq Wehbî,
Goran, Bêkes, Þakir Fettah..û ji
rojhelat Ihsan Nûrî paþa ..
Lê mixabin, piþtî ku kovara Hawarê hat
rawestandin, gelek kesan ji wan rewþenbîr û helbestvanan, devij
karê wêjeyî berdan û dest bi karê siyasî kirin..Hina ji wan, ji ber
tirsê û qedexebûna zimanê kurdî û hina ji ber feqîrtiyê û ji bo
bidestxistina gepa nanê rojê dûri ferheng û wêjeyê kurdî ketin..
Lê Cegerxwîn, ji ber akama êþ û birînên miletê xwe, bi
berdewamî di afirandina xwe de kar kir, û bi wêrekbûn, bê tirs û bê
saw meþiya. Li kesekî nesekinî. Giha kûderê
nivîsand; li ser dîwarên mala xwe, li ser dîwarên zindanê, li
ser rûberê balgeha bin serê xwe ... Û wiha ta roja dawîn ji jiyana xwe,
wî pênûs ji dest xwe berneda û bi wêrekbûn
li kul, êþ û birînên gelê xwe geriya...
Wiha ta em bigihêjin nifþê melan û feqehan, ewên ku ketibûn bin
akam û bandora Melayê Cizîrî, Melayê Xanî û Feqehê Tîran wek : Mele
Nûrî Hesarî, Mele Ehmedê Palo, Mele Ehmedê Zivingê Mele Abdulselam Nacî,
Mele Tahir, Þêx Ehmedê Þêx Salih û gelekên din..
Piþtî vî nifþî em dighêjin nifþê van helbestvanan: Tîrêj, Yûsif
Berazî, Omerê Lelilê, Keleþ, Rezo Osê û Konê Reþ...
Di sala 1968 an de seydayî Cegerxwîn hewlda xwe ku wê valahiya
rawestandina kovara ( Hawar û Ronahî ) yê dagire û wiha piþtî 23 salan
ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, dest bi weþandina
kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir, bi navê ( Gulîstan ) Gulîstan:
Kovareke toreyî û edebî ye. Hejmara pêþîn ji vê kovarê di meha
cehzeran sala1968 an de hatiye weþandin, serkêþiya wê seydayê Cegerxwîn
dikr. Hejmarên pêþîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên
A4, bi bi ronyo dihat kiþandin..Naverok bi helbestên Cegerxwîn dihat
xemilandin ..Hejmara dawîn( 34 ) ji vê kovarê di sala 2006 an de
deketiye. Gelawêj:
Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin þîretên
Osman Sebrî de derketiye. Serkêþên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn.
Navê wê ji Gelawêja kurdên Iaqê hatiye standin. Hejmara pêþîn di
sala 1979an de derketiye, hejmara dawîn ( 32) di sala2002 de derçûye.
Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weþandin. Ev kovar jî di destpêkê
de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kiþandin, naverok qels û lawaz bû... Stêr:
Kovareke wêjeyî û çandî bû. Ev kovar jî di sala 1983 an de, ji rex
baskekî tevgera kurdî ve hatiye weþandin. Hejmarên wê yên pêþîn, ewên
ku mamoste Rezo Osê û Zagrosê Haco bi berpirsyariya wê radibûn, têra
xwe zengîn û dewlimend bûn, lê hejmarên vê paþiyê hatine derketin,
qels û lawaz bûn. Ew jî wek kovarên din li ser pelên A4 bi ronyo di hat
çap kirin. Niha rawstiya ye. Xunav:
kovareke toreyî û wêjeyî bû, ew jî, ji rex baskekî tevgera kurdî ve
dihat weþandin. Hejmara pêþîn di sala 1986 an de derketiye, hejmara dawîn
(18) di sala 1995 an de. Niha rawestiya ye.
Gurzek Gul: Ev kovar çendeyî, folklorî û serbixwe bû,
hejmara pêþîn di di serê azara 1989 an de derketiye, hejmara dawîn15 di
bihara 1992 an de derketiye. Xwediyê wê Kone Reþ û Abdulbaqî Huseynî bûn,
vêpaþiyê ji hev veqetiyan Konê Reþ bi tena xwe berpirsyariya her çend
hejmarên dawîn kir, û Abdulbaqî di gel Ferhadê Çelebî kovara Zanîn
weþandin. Niha rewstiya ye.
Zanîn:
kovareke torevanî, çandeyî û serbixwe bû. Hejmara pêþîn di di tîrmeha
1991 ê de derketiye, hejmara dawîn(120 di di sala 1997an de, Xwediyên wê,ferhadê
Çelebî û Abdulbaqî Huseynî bûn. Niha rawestiya ye. Aso:
kovareke serbixwe ye, hejmara pêþîn ji vê kovarê di sala 1992 an de
derketiya , hejmara dawîn(12) di bihara 2006 an de derketiye. Xwediyê wê
Siyamend Ibrahîm e. Pirs:
Ev kovar jî a baskekî tevgera kurdî ye. Hejmara pêþîn di sala 1993 an
de derketiye, hejmara dawîn(35), di bihara 2006 an de derketiye, hej
berdewame .. Bihar:
Hejmara pêþîn ji vê kovarê di sala 1994 an de, di bin siya hin rêxistinan
de, bi navê(Hevgirtin) deketiye. Di sala 1996 an de, biryar hatiye standin
ji rex Hevgirtin ve, ku kovarên wan rêxistinan yên bi kurdî
tevlî kovara Bihar bibin, wek: Gulistan, Gelawêj, Stêr û Xunav û
Zanina serbixwe, lê vê paþiyê piraniya wan rêxistinan ji vê biryarê
vekiþiyan û careke din kovarên xwe yên rexistinî weþandin..û wiha
kovara Bihar di hejmara 6 an de sala 1998 an rawestya...û êdî nema
derket. Agahî:
Di navera salên 1966-1985 an de, Mele
Hesenê Kurd kovara kovara ( Agahî ) di weþand, 19 hejmar ji vê
kovarê hatine çapkirin... Rojda:
Hejmara pêþîn ji vê kovarêdi sala 1997 an de derketiye , hejmara dawîn
13 di sala 2000 de . Roj:
kovareke çandî bû, hejmara pêþîn di sala 1991 êde derketiye, hejmara
dawîn12 û13 di sala 2000î de. Jîn:
kovareke nîv kurdî û nîv erebî ye, a baskekî tevgera kurdî ye. Hemara
dawin 101 di sala 2006 an de derketiye. Zevi:
Kovareke edebî bû, hejmara pêþîn ji vê
kovarê di sala 2000î de hatiye çapkirin, çend hejmar jê hatine belav
kirin, û nema derketiye.Xwediye wê Arþevê Oskan u çend kesen din bun. Hevind:
Kovareke folklorî u rewþenbîriye, hejmara pêþîn di sala 2004 an de
derketiye, hejmara dawîn(6) di sala 2006 an de derketiye û wiha çend
hejmar ji vê kovarê hatine weþandin.. Vîn:
Kovareke rewþenbîrî serbixwe ye, hejmara pêþîn
di buhara 2006 an de der kerketiye, ta niha bi tenê ev hejmare. Perwn: Wek
kovareke dem demi ye, nêvî bi Kurdî ye û nêvî bi Erebî ye. Û wiha li
ser qaba wê hatiye nivîsandin: Belavoka Konîta Ciwanên Kurd li Sûriyê.
Hejmara pêþîn(1), di Êlûna 2001 ê de hatiye weþandin, hejmara dawîn(19),
di hizêrana 2006 an de derketiye, hej berdewam e.
Hem jî hin rojnameyên mehane û du mehane hene, mirov dikarê navê
van rojnameyan bi nav bike: Newroz:
Hejmara pêþîn ji vê rojnameyê di sala 1995 an de derketiye, hejmara dawîn
68/69 di bihara 2006 an de derketiye Deng:
Hejmara pêþîn ji vê rojnameyê di sala 1995
an de derketiye. Rewþenbîr:
Rojnameyeke toreyî bû, hejmara pêþîn di sala 1995 an de derket, hejmara
dawîn5 di sala 1997 an de, û nema derket. Delav:
Ev jî rojnameyeke edebî bû, hejmara pêþîn di sla 1995 an de derket,
hejmara dawîn 2 di sala 1996 an de, û nema derket. Xwendevan:
Wek kovareke qutabiyan bû, di nav qutabiyên Zankoya Þam û Helebê
de belav dibû. Niv kurdî û nîv erebî bû. Hejmara dawîn 13 di sala
2001 ê de hat weþandin, û nema derket. Di gel ku gelek
kovar û rojnameyên bi zimanê erebî hene wek: Dengê Kurd, Demokratî,
Sosyalîst, Yekîtî, Hevgirtin, Hiwar, Mûseqif Elteqedimî, Edeb Elqediye,
Ecras û Hwd. Ziman:
hejmara 14 an, di nav destên min de ye. Ev belavok ji rex (Komîta Fêrbûna
Zimanê Kurdî) ve tê weþamdin. Bi xwendina vê belavokê re, ez li berî
15 salên derbasbûyî vegeriyam, ew salên ku bibûn wek biharekê ji çapemeniya
kurdî re li Binxetê..
Di wan salan de, her çend mehan kovare
xurû bi zimanê kurdî, dihat weþandin û bi weþandina wan kovaran
re, geþbûn bi zimanê kurdî re çêdibû û pêþdiket..Ta ku hina ji wan
kesên ku bi erebî dinivîsandin, berê xwe dane nivîsandina bi zimanê
kurdî...Û wiha vê rewþê çend salan berdewam kir...Ta ku di sala 1996an
de, Hevgirtina ku ji çend rêxistinên kurdî pêk dihat, biryar stand ku
her rêxistinek ji wan rêxistinên ku di Hevgirtinê de ne, kovara xwe a bi
kurdî rawestîne û tevlî kovara BIHAR bibe Wek: wek kovara: Gulistan,
Gelawêj, Xunav, Stêr û Zanîn... (Vê paþiyê hin rêxistinan xwe ji vê
biryarê dane alî û careke din kovarên xwe weþandin, li wan kovarên ku
hatin weþamdin: Gulistan û Gelawêj... lê yên din, êdî nema derketin..
Paþê kovara Bihar jî nema derket..) Ji we hingê ve hin qelsî û lawazî
ket nav rojnamegeriya me de û hin bi hin nivîsandina bi zimanê me bi paþde
vegeriya...
Lê, bi hatina sedsaliya jidayikbûna Seydayê Cegerxwîn, di sala
2003 an de, û bisaya (Komîta Zimanê Kurdî) û belavoka wê(Ziman), ji
rex mamoste Derwêþê Xalib ve, careke din, hin geþbûn li zimanê kurdî
vegeriya..Û wiha her meh bi dehan xort û keç dîplomên zimanê kurdî
werdigirin...Ev yek xweþ belû û diyare di nivîsandinên þagirtan de, di
nav rûpelên belavoka Ziman de.
Ev komît û belavok hêjane spasiyeke gerim, û þagirtên ku xwe fêr
dikin, hêjane ku mirov ji wan re bibêje:Aferîn û biravo.. Li rexekî din,
mirov xwe di mixabiniyê de dibîne, dema ku di van çend mehên dawîn de
kovarên nav bi kurdî û naverok bi erebî dibîne..!! Ev yek jî cihê
pirsê ye..?!
Hêjaye gotinê ku ev kovar û rojname tev bi dizî têne weþandin..Û
kovarekê ji van kovaran cihê kovara HAWAR ê negirtiye, ne bi naveroka xwe
û ne bi derhênana xwe.. lê mixabin ku van
kovaran tevan nikarîbû di weþandina xwe de berdewam bikin, nikarîbûn wê
valahiyê dagrin û wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê bighînin asteke
bilindû wek ku tê xwestin..
Di destpêka sala 1980 an de, karwanên rewþenbîrî ji Kurdistana
bakur û baþûr, ji ber zilm, zor û sitemkariyê, xwe berdan nav kurdên Sûriyê.
Bi hatina wan re qûnaxeke din, roleke taybet di hola wêjeya Kurdî de li
Cizîra Binxetê hat danîn. Hingê gelek ji qatên eknteketul û
enteljinisya Kurdî, xwediyên xwendina bilin ji zankoyên Þam û Helebê,
xwe berz û eþkere kirin, û wiha wêjeya Kurdî ji nû ve vejiya û geþ bû.
Û bi rengekî taybet piþtî vegera rewþenbîrên ku li dervî welat di
xwendin. Hin ji wan bi livandinek rewþenbîrî rabûn û berî her tiþt
dest bi hînkirina zimanê kurdî kirin. Di
serê wan de Rezo yê Osê û Zagrosê Haco yên ku bi
weþandina kovara ( Stêr )ê rabûn. Hingê helbestvan, nivîskar û
rewþenbîr þad û bextiyar bûn bi vebûna dergehekî nû li ber wan. Tev
li dora ( Stêr ) ê civiyan.. Bi saya vê civandinê hêz û navtêdan bi
xort û keçan re çêbû, û wiha Rezo Osê û Zagros Haco korsên zimanê
Kurdî vekirin û bi dehên neferan fêrî zimanê kurdî bûn. ... ji
aliyekî din ve kovara ( Pêþeng ) bi zimanê Kurdî û rojnameya ( Gel )
bi zimanê Erebî ji rex þehîdê nemir mamoste Samî Abdulrehman ve hatin
weþandin. Bi vê kovar û rojnameyê re jî, navtêdan bi xort û keçan re
hat dan û xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bi wan þêrîn bû, û
wiha serwextî gelek goþeyên rewþenbîriya Kurdî bûn.
Ji rexekî din ve, em dikarin bibêjin, ku bi hatina rewþenbîrên
Kurd ji komara Ermenistanê – Sovyata berê –rolek wam jî hebû. Ew
helbestvan û nivîskarên Kurd yên ku ji Ermenistanê hatin Cizîrê rolek
baþ lîstin di þiyarkirina rewþenbîrên Cizîrê de. Ew hay kirin ku çavên
wan li pêmayên bav û kalên wan be, li kultur û folklorên wan be û þîreta
wan ya herî buha û zêrîn ku guhdariyê li zimanê Kurdî bikin, ji wan :
Dr. Celîlî Celîl, Ordîxan Celîl, Tosinê Reþîd, Eskerê Boyîk, Þeref
Aþîriyan û Elî yê Ebdirehman û gelekên din . Romannivîs Bavê
Nazê rolek wî jî hebû, bi rêka çîrok û romanên wî û bi taybetî
romana ( Çiyayên Bi Xwînê Avdayî ) .. Bê gûman em nikarin rola stiranên
hunermend Þivan Perwer yên netewî û Kurdperwerî ji bîrbikin . Lê di sala / 1984 /
ê de mirina Seydayê nemir Cegerxwîn birînek kûr di dilên rewþenbîrên
Kurdan de vekir. Lê birîna rewþenbîrên Cizîra Binxetê ji ya tevan
xedar û dijwartir bû, bi hezaran xort, keç, kal, jin, mêr û zarok di
kolan û sikakên Qamiþlo de, wek lehiyê bi termê wî re herikîn, akama
vê serboriyê cihekî kûr di derûna rewþenbîrên Binxetê de
kola. Piþtî ku xort û keçên Binxetê nirx û qedrê Cegerxwîn dîtin
û piþtî ku her sal bîranaîna wî ya salane hat li darxistin, hingê bi
xwe hisiyan û bi dilkî gerim li pênûsên xwe vegeriyan.
Belê serborîya herî reþ û mezin ku giyanê her Kurdekî qelaþt
û derûna wî hejand, erê her Kurdek li seranserî dinyayê, bê cudaahî,
birîna Enfalên deng pîs û kujtara Helepça þehîd bû di sala / 1988 /
ê de. Di vê salê de rewþenbîrên Kurd li Cizîrê ev êþ û birîn
kirin bumbeyên ber teqandinê, bi rêka pênûs û peyvên dijwar... Dest
bi þevbuhêrkên bîranîna Helebçe û Enfalan kirin, helbest hûnandin,
hevdîtinên rewþenbîrî li darxistin, û bi werekbûn, zilm, zor û
setemkariya dijmin, bi rêka dengên xwe protesto kirin... Hem jî weþandina
kovar û rojnameyên serbixwe û yên partiyên siyasî bû alîkar ji van
dengan re û ji geþbûna rewþenbîriya Kurdî re. Piþtî serhildana
melyonî ya pîroz li Kurdistana baþûr di sala 1991ê de, wêjeya Kurdî
li Cizîrê derbasî qûnaxekê nû û ewarte bû, qûnaxeke ku ji hemû qûnaxên
berê bi akamtir, hêztir û navtêdantir û rê li ber nivîskarên cidî
vebû. Ji
sala 1990 û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê
kurdî hat girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin weþandin,
ew jî bi dizî û heger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû, lê ji berî
çend salan ve, nexasim piþtî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket,
ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me li Þamê
çapdikir û me li ser datanî li Beyrûtê çap bûye, xwediyên çapxaneyan jî gelek pere ji me distandin, bi
behana ku ew tiþtekî qedexe ji me re dike.. Vêca
em ji neçarî çavê xwe berdidin kurdistana baþûr û dervî welat (Eurûpa
û Stenbolê), ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, he m ji ber qedexbûna
ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê... Lê mixabin ji
serhildana 12 azra 2004 an û virde, rewþ hat guhertin û wiha ta roja iro. Ji
Dibistan û Alfabêyên Pêþîn di nav Kurdên Binxetê de: Civata
alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê: Dibistana
Osman Sebrî: Di sala
1938an de de xwe dûrî komela Xwêbûnê kir, bi çend kesên din re
komelek bi navê ( Yekîtiya Xortan ) li bajarê Þamê damezirandin û vê
dawiyê û nivîsandina zimanê Kurdî kirin . xwe tevlî ( Nadî Selah Eldîn
Elseqafî ) û navê xwe guhertin kirin
( Nadî Kurdistan ), hingê bi dehan keç û xort li Þamê fêrî
xwendin. Û ji sala 1971 ê û virde, hikûmetê
nasnameya /vatandaslik/ jê standin û wek biyanekî lê nerîn û
herdem û gav di bin çavnêriya karbidestan de bû, tevî ku rêka Eropa li
ber vekirî bû lê destê wî ji welatiyên wî ne dibûn û her dem digot:
( Ez ji nav welatiyên xwe na livim, ya ku Kurdistan û ya goristan ), di vê
demê de careke din ji nû dest bi hînbûna û fêrkirina zimanê Kurdî
kir û bi dehan xort û keçên Kurdan li Þamê Taxa Kurdan fêrî xwendin
û nivîsandina zimanê Kurdî latînî kirin .** Dibistana
Beyrûtê: Û di vê
navê re çend Alfabêyên kurdî latînî jî hatine çap û belav kirin
wek: - Mîr
Celadet Bedirxan, di sala 1932 an de. - Ekremê
Cemîl Paþa, di sala 1938 an de. - Dr.
Kamîran Bedirxan di sala 1943 an de li Beyrûtê û di sala 1968 an de,
careke din Partî li Þamê çap kir. - Osman
Sebrî, di sala 1955 an de. - Osman
Sebrî, careke din alfabêya xwe, bi navê Alfabêya tekûz çap kir, di
sala 1982 an de. Di van
çend salên dawîn de gelek alfabêyên din hatine çap û belav kirin..û
tev bi dizî ne.. Bê gûman
rola van hîmenan tevan bi hev re, pir mezin û qube ye, di parastin û
perwedeya zimanê kurdî de, sebaretî kurdên Binxetê. ÇAVKANî: *
- Konê Reþ:
Civata alîkarî ji bona
belengazên Kurdan li Cizîrê,
dibistana Þamê û
dibistana Beyrûtê, li gotarê min yê bi navê: (Komele, dibistan, kovar
û rojnameyên ku Bedirxaniyan damezirandine û beþdarî wan bûne),
vegere. Ev gotar di gelek malperên Kurdan de belav bûye... -
Tev hejmarên rojnameya
Kurdisran, ji bilî hejmara 19 an. -
Tev hejmarên kovara Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr. -
Tev hejmarên kovarên kurdên Binxetê: Gulistan, Gelawêj, Stêr, Xunav,
Gurzek Gul, Zanîn, Pirs..Hwd |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org