Di Yadîvegera 76 Saliya Kovara HAWAR ê De

 

Konê Reþ

 

 

(Dema ku em behsa zimanê kurdî yê standart dikin, ew ji bo hemû Kurdan e, ne tenê ji bo Kurdên baþûr, ji bo vê yekê jî divê ji hemû perçên Kurdistanê zimanzan û lêkolînvan di wê xebatê de cih bigirin, ezê jî piþtgiriya wê xebatê bikim...)*

 

 Serok Mesûd Barzanî

 

   Ezbenî ! Cihê þanaziyê ye ku em 76 saliya yadîvegera yekemîn kovara kurdî, bi tîpên latînî bibîrbînin. Ev kovara ku yekemîn hejmara wê di 15 gulana 1932 an de, li Þama þerîf, ji rex mîr Celadet Alî Bedirxan ve dihat çap û belav kirin.

   Di baweriya min de, dûrdîtina mîr Celadet Bedirxan xwediyê Hawarê, û giringiya weþandina wî ji vê kovarê re, ev bû; Ku zimanê kurdî bê parastin û kurdiya latînî di seranserî kurdistanê de belav bibe.. Hem jî ku kurd wek tevayî xelkên cihanê bibin xwedî elfabeyeke xweser…Mîr Celadet xweþ bawer bû, ku yekîtiya kurdan di yekîtiya zimanê wan deye û yekîtiya ziman ji yekîtiya tîpan destpêdike û wek ku gotiye: Herwekî me çend caran gotiye; yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.))

   Lê sed heyf û mixabinî ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg xwe ji ber projeyê mîr Celadet Bedirxan da alî..?! Li kovara Hawarê hejmara (10an, Sala 1932an) Vegere, gotarê Mîr yê bi navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî ), hem jî ku bersive ji Pîrût re li ser gotarê wî (Ekis Sedayî Hawar ). Hingê wê xweþ ji we ve diyar bibe..

   Erê Ezbenî, ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg dengê xwe tevî dengê mîr Celadet Bedirxan kiriba û piþtgiriya wî ji weþana Hawarê û tîpên ku wî ji zimanê kurdî re bijartine, bi erênî pejirandiba, îro roj, ev problema ku li Kurdistana azad, di warê standardkirina zimanê kurdî de heye, çê nedibû..Ev problem gelekî xerabe wek ku hun tv dizanin, cudabûnê dixe nav kurdên bakur û baþûr de.

   Ev problem di roja 28/ 4/ 2008an de, di heftnameya Rûdaw, hijmara 4 an de hat diyar kirin, dema ku wezîrê perwerdeya Kurdistanê birêz Dilþad Abdulrehman piþtiriya xwe ji wan 53  kesên soranîaxêv re bi erênî pejirandiye, ewên ku beyannameyek di rojnameya Rûdaw de belavkiribûn, ku þêwezarê (Soranî) bibezimanê standard li Kurdistanê. Tevî ku ev yek qet nayê pejirandin ji rex rewþenbîrên resen ve.. Belê me çend dengên bi hêz di vî warê de seh kirin wek, birêz Hesen Silêvanî, serokê yekîtiya nivîskarên kurd tayê Duhokê ku wî di hevpeyvîneke taybetî de ji bo Avesta bal kiþandiye ser vê pirsgirêka di navbera rewþenbîrên Kurd de li ser pirsa soranî, kurmancî û alfabeya kurdî û wiha gotiye: Tu kes li herêma Behdînan naxwaze soranî bibe zimanê standart. Ez bi xwe naxwazim ku zarokên min kurmancî bihêlin û biçin tenê bi soranî perwerde bibin. Tu kes vê yekê qebûl nake. Em ne ligel vê yekê ne. Em tu caran qebûl nakin soranî bibe zimanê perwedeyê yê standart... Em qebûl nakin kesek li ser zarokên me soranî feriz bike.. Riya herî baþ ewe ku hem li herêma Soranan hem jî li herêma Kurmancan, bi her du zaravayan perwerde çêbibe..."

   Her wiha birêz Mihemed Ebdela cigirê serokê yekîtiya nivîskarên kurd li Duhokê, wî jî wiha gotiye: Daxwazê ji he zimanzan, pispor, nivîser, rewþenbîr û siyasetmedarên kurdperwer û dilsoz li devera kirmanciya xwarê dikin ku mafê yê beramber biparêzin û palpiþtên binemayên dîmokirasiyê bin û ji zimanê sepandinê dûr kevin û evê biriyarê ji bo meû zarokên mebihêlin, ku her li qûnaxa yekê seretayî ta qûnaxa dûmahiyê ji zankoyê bi þêwezarê dayika xwe bixwînin û binivîsin û perwerdebibin, eve mafê meyê rewaye, egerwebawe bi mafê mirovî, dîmokirasiyê û bîr û boçûnên cuda cuda hebe...

   Belê ya herî xweþ ku van hersê þare‌za, pispor, zimanzan, dilsoz û kurdperweran ku bi þêwezarê (Soranî), kirmanciya xwarê dipeyvin, (Dr. Emîr Hesen Por, Dr. Rêbiwar Fetah û Hesen Qazî), wan jî beyannameya wan 53 nivîskarên xwarê red kirine û daxwaza wan nepejirandine..Ji xwe ez nayêm ser gotinên nivîskarên bakur û rojava.. ew kirasê xwe diçirînin..Belê ezbenî wek ku hûn mêze dikin, va piþtî 76 salan careke din em li mîr Celadet Bedirxan vedigerin û li kovara wî Hawarê vedigerin û mêze dikin, bê ew çendî di vî warî de, dûrdîtî, þaraza û zana bû..Ji berî 76 salan ve wî berhemên piraniya nivîskarên kurdan bi þêwezarê Soranî û Badînanî di kovara xwe Hawarê de belav dikirin..Mixabin, ku roja îro, nivdewletek me çêbûye nikare kovarekê wek Hawarê bi herdu þêwezaran biweþîne..

   Kovara Hawarê, ev kovara ku yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi kurdiya latînî, herdu þêwezar, di nav rupelên wê de cih digirtin... Bi saya vê kovarê, yekemîn care ku zimanê Kurdî bi herdu þêwezarên, bi tîpên latînî berdest dibe. Hejmara pêþîn ji vê kovarê di 15 gulana 1932an de hatiye weþandin, ango ji berî 76 san ve, hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande derketiye.  Ev kovar li bajarê Þama þerîf, dihat çap û weþandin û li nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê, Karmanþahê û heta Mûsil û Bexdayê  belav dibû..Cihê mîr Celadet Bedirxan buhiþta rengîn be.

* - Ev gotina serok Mesûd Barzanî ye, ya ku wî li Duhokê, di civînekê de gotiye, dema pirsa ziman hatiye rojevê, min jî ev gotin ji hevpeyvîna ku Avesta bi birêz Silêvanî re kiriye girtiye.

 

Qamiþlo 15 gulana 2008 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org