Lehengek Ji Lehengên Welatê Min

Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî

(1892 – 1973)

 

Konê Reþ

 

  

 

   Pêwiste ku mirov di govenda mêran de dîlanê bigerine, li gor bejin û bala wan, bejin û bala xwe bihejîne, û pîþ û sazên wan ji gelê xwe re derînê.. Erê, êþ û azarên wan þanî gelê xwe bide, berxwedan û pêdariya wan, mêranî, dilsozî û wefadariya wan ji xwendevanên zimanê xwe re raxîne..

   Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc bi tevayî(Deþta Cûmê, Þikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya Þêrewiyê), da ku pêzanînan li dor kurdên resen Êzidîyan, kom bikim. Di vê geþt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re  axifîm û min pirsa gelek kesan û tiþtan ji wan kir. Di nav re jî, min pirsa hin navdarên kurdan mina Dr. Nûrî Dersmî kir.. Ewên ku xebat û bizav di ber kêþeya gelê me de kirine û malê xwe û canê xwe di rêka welatê birîndar de winda kirine.. 

Wiha ez li Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî sekinîm û serboriya wî gelekî bala min kiþand.

   Dr. Nûrî Dersimî; Yê ku yekî bingehîn bû ji lehengên serhildana Dersimê a 1937 an. Piþtî têkçûna serhildanê di dawiya sala1937 an de û bidarvekirina bihiþtî Seid Riza serokê serhildanê û her deh hevalên wî, Dr. Nûrî Dersimî ji neçarî û bi halekî xerab xwe gihand Sûriyê, bajarê Helebê. Û wiha her 35 salên xwe yên dawî li Helebê, di nav kurdên çiyayê Kurmênc de derbas kirin.

   Belê tevî xwînherikandina wek cobaran di serhildana Dersim de, ew ji desthilanîn neket û xwe ji ber neyartiya Tirko neda alî.. Tirko yê ku heval, dost û xizmên wî kuþtin, sirgûn kirin û di zîvariyan de belavkirin.. Û her wiha li Sûriyê jî wek lebatekî aktiv ket nav refên welatparêzên Kurdan de, li kêleka  Bedirxaniyan û hevalên wan sekinî û bi wan re kar û xebat di ber kurdewariyê de kir.. Û di sala 1952 an de pirtûka xwe a navdar bi navê: (KURDISTAN TARIHINDE DERSIM), li Helebê çap kir, lê mixabin ku ji rex rijîme ve hat qedexekirin.. Belê, ta di mirinê de jî, Dr. Nûrî Dersimî nexwest neyar zanibe ku têkçûye.. Û razî nebû, ku serê wî li ser ti axê bê danîn ji bil axa çiyayê Dersimê pêve.. Û her dem û gav bi axîn û hesreta axa çiyayê Dersimê bû..

   Ji min re gotin; Berî ku Dr. Nûrî Dersemî here ber dilovaniya Xwedê, wî di sala 1964 an de, ew mizgeftika biçûk ku wek xanîkî bû di goristana þêx Henan de, li Kefercenê, ser riya Efrînê, ji nû ve nûjen kir(restore kir), hem jî hewþek ji wê mizgeftê re ava kir û di hundirê hewþê de, gora xwe û a kebaniya xwe Ferîde xanim kola û amade kir û ev nivîs li ser kêla gora xwe nivîsand:

 Dilbirînê Bi Nalîna Welat

Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo

Li ser vê riya dijwar

Min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê

Dinya bibe gulbihar

 û her wiha qewîtiyên xwe (wesyet), li dost û hevalên xwe yên nêzik wek: Dr. Mihemed Cafer, Þêx Mihemed Þêx Îsmail Zade û hin din kirin, ku roja bemire qewîtiyên wî bi cî bînin; yek ji wan qewîtiyan, ku wî li çiyayê Kurdaxê, di goristana þêx Henan de veþêrin, da ku her sibeh bayê çiyayê Dersimê bi ser de bibare.. A din ku  darbesta wî di ber qunsilxaneya tirkan re derbas kin.. û ya din ku, ew kîsê AXA çiyayê Dersimê, yê ku her dem di bin palgeha wî de bû, di gorê de jî, têxin bin serê wî de.. Belê, û ji min re gotin; dema ku Rehmetî Dr. Nûrî Dersimî di sala 1973 an de koça dawî kir, me ew qewîtiyên wî, wek ku wî dixwest, bi cî anîn.. Lê mixabin gelek kes bi me re beþdar nebûn, newêrîbûn, ditirsiyan..

   Di vê gera xwe a çiyayê kurmênc de, min du rojan ser hev gora wî û kebaniya wî ziyaret kir û her car min çend kulîlkên Nêrgizan datanîn ser gora wan.  Li ser gora wî wiha hatiye nivîsandin:

Dilbirînê Bi Nalîna Welat

Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo

Li ser vê riya dijwar

Min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê

Dinya bibe gulbihar

Li Kurdistana tirkiyê meha azara 1892 an çêbûye

Li Helebê di roja 22ê meha abê 1973 an de miriye.

Li ser gora kebaniya wî Ferîde xanim, a ku di rex gora wî de ye, bi tenê ev nivîs hatiye nivîsandin:

Dilgirtî

Ferîde Dersimî Elî(Xiz)Oglî

 

Sê zarok ji wan mane, du keç û kurek, keçek li Elmaniya ye, yek li Dûbey ye û kur li Bolgarisanê dimîne. Yezdanê gewre Dr. Nûrî Dersimî û tev têkoþerên Kurdan  bi dilovaniya xwe þad bike.

 

 

Konê Reþ

Qamiþlo, 18/02/2009

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org