|
Edebiyata
welatî Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan
Konê Reþ
Edebiyata welatî, ew edebiyat e ko ji jîna miletî, ji hiþ û dilê
wî, ji dîrok û çîrçîrokên wî, ji stran û laje yên wî hiltêt.
Kanîya wî, dilê milet, hiþ û heyata wî ye. Tinê ev edebiyat e, ko
germ, rengîn, bibihn û xwedan ruhnayî ye. Ji vê edebiyatê, dengê blûr
û dîlanê, stranên çiyê, zîzîya hêvîn û hejkirinê bi teptepa
dilan ve tên bihîstin. Piranîya
miletan pirîcar vê rastîyê seh ne dikirin, ber ne diketin. Li Ewropayê,
miletin hebûn ko hêj zimanên xwe ne dikirin. Zimanên xwe kiçik, teng,
nespehî û nehêja didîtin. Ev hal di welatên Rohelatî de jî dihat dîtin.
Her wekî di nav kurdan de, heçî mirovên zana radibûn kitêbên xwe ne
bi zimanê kurdî lê bi zimanê biyanîyan dinivîsandin. Piþtî xebata
sedan salan, di welatên Ewropa û Rohelat de hate seh kirin ko ev rê
dernakeve û awa naçe serî. Çiko
milet ji wan kitêban re guh ne dida û xebata wan mirovan berxudar ne dibûn.
Ber vê yekê ev mirovên ha vegeriyan ser zimanên xwe. Vêca xebata wan zûka
berên xwe dan û milet pey edebiyata wan çû. Bi vî awayî di nav wan
miletan de edebiyateke geþ û zendî çar bû. تdin
her kes zana, nezana, bajarî, gundî ko xwendinê zanî be, zimanê wan seh
dikirin û kitêbê wan dixwendin. Ji ber ko ji nivîsandin û belavkirina
kitêban qesd ew e ko hiþ û fikrên qenc bikevin nav xelkî, di dil û serên
wan de cih bigirin.
Ji meseleya zimanî pêve meseleke din jî heye. Herwekî nas e,
fikir û his di dora zimanî de digehînin hev, û her ziman fikir û hisên
xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigre û ew pê rediguhêzin, û pey
zimanên xwe dikevin. Bi vî awayî di gel zimanî fikir û hisên biyanîyan
jî tên dikevin nav me, di dil û hiþê me de cih digirin, û rû û gonê
me ên manewî diguhêrînin, diheþifînin.
Paþî vê gotinê, qesda me, awayê edebiyata me ji xw têt seh
kirin, û ew rêya ko tê re dixwazin herin bi xwe vedibe û dikeve pêþiya
me. Vêca divêt ko em bi zimanê dê û bavên xwe, bi zimanê þîrîn û
delal, bi zimanê kurdî, bi kurdîya xwerû binivîsînin, û fikir û hisên
xwe ji çîrok û stiranên kurdî bigirin. Ji xwe Ehemedê Xanî berî sêsed
salî vê rêyê ji me re vekiri bû. Lê heyf paþîyên wî pê ve ne çûn.
Xanî xurtîya zimanê xwe hêj wê gavê hesiya bû, û ji wan re ko pê ne
dinivîsandin bi beyta jêrîn dixwest bide zanîn. ))Saqî
þemirand vexwar durdî Mawendi-
derî lisani- kurdî)) Êdin
çax e, ko em bidin pey Xanî Dr.
Kamiran Alî
Bedr-Xan (Hawarê,
hejmar: 1, rûpel: 6,
Þam:1932
). Not: Wek
diyarî bo yadvegera 30 saliya koçkirina Dr. Kamîran Bedirxan, vê nivîsa
wî dikim diyarî ji xwendevanên ziman û toreya kurdî re. Konê Reþ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org