|
Em Doza Gora Mîr Bedirxan Jî Dikin
Konê Reþ Qamiþlo, 27/03/2010
Di roja 24/03/2010 an de, min di Netkurdê de ev banga xwarê, di
bin manþêta Gorên Mezinên
Kurdan, xwend:
(Grûba Diyalogê ya Dicle û Firatê kampanyayeke ji bo gorên
serok û rêberên kurdên ku ciyê gorên wan nayê zanîn li ku ne li
dar xist. Grûb daxwaz û bang li hemû saziyên sivil û gelê kurd dike
da ku beþdarî vê kampanyayê bibin û name ji bo diyarkirina ciyê van
goran ji serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê biþinin. Têkiliya grûbê:
komadiclefirat@gmail.com)
Bi xwendina vê bangê re, gelek navdarên Kurdan, yên ku tev
jiyana xwe di rêka azadiya welatê xwe de xerckirine û di sirgûnê de,
dûrî xaka welatê xwe mirine hatin bîra min. Di serê wan de mîr
Bedirxan, yê ku di sala 1868 an de li Þamê koça dawî kir û
hisreta dîtina axa Cizîra Botan pêre çû gorê. Her wiha herdu neviyên
wî jî, mîr Celadet û Rewþen xanim Bedirxan. Mîr Celadet, yê ku di
eynî gora bapîrê xwe de li Þamê hatiye veþartin û Rewþen xanim a
ku gora wê li kêleka gora wa ye.
Doza min ne tenê ku em cihê gorên wan serok, rêber û gernasên
kurdan nas bikin, belê ku em termên wan jî li cih û warên wan vegerînin.
Da ku bibin cihê serdana welatperwer û evîndarên kurdayetiyê..
Mebesta min ji vê þiroveyê ku em doza vegera termê mîr
Bedirxan jî bikin û gora wî ji nû ve li Cizîra mîr Þeref ava bikin.
Hestiyên wî di navbera medreseya Sor û Birca Belek de veþêrin, da ku
her sibeh li ser dengê Melayê Cizîrî þiyar bibe.. Feqayê Teyran, sirûdên
xupxupa ava Dicle jêre bibêje.. Eliyê Herîrî, evîndariya Perîzade jêre
þirove bike.. Ehmedê Xanî, ji nû çîroka evîndariya Mem û Zînê jêre
bidar veke.. Efno û Hejale, bê tirs ji nêçîrvanan di çiyayê Herekolê
Botan de biçêrin.. Nêrgiziyên derdora Cizîra Botan, bi seyrangehvanan
re bikenin.. Gêra mîr Miheme, tije gemî û qeyik bibe.. Beko xwe veþêrin,
Tacdîn pirr bibin.. û ji nû Seîdê Hemo( Seîd Axayê Cizrawî),
strana; Çûme Cizîrê Cizîra Bota.. Bibêje û bi bilîne.. Erê, em
doza vegera gora Mîrê Botan bo Cizîra Botan jî dikin.
Erê, em bi hêvîne ku cihê gorên rêber, serok û têkoþerên
Kurdan yên nebedî û ne diyar eþkere û belû bibin. Ew kevnên me ne,
em bi kevnên xwe ne û wek ku Kurdan gotiye; her gîhak li ser koka xwe sîn
dibe.. Yê ku li kevnê xwe
xwedî dernekeve, ne pirse, û ne parêze, zore ku karibe tiþtekî çak
û rind ji gelê xwe re pêþkêþ bike.. Konê Reþ Qamiþlo,
27/03/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org