Ez keçeke biçûk im

 

Konê Reþ

 

Ez keçek e biçûk im

Navê min kirine Zozan

Keçek wek tev keçam e

Ji Japan ta bi Espan

Pirtûk tevde dibêjin

Welatê te Kurdistan

Ez jî, paye dibêjim

Bijî dayika niþtiman

 

Di xewnan de dibînim

Siyabend, Memê Alan

Xanî, Koyî, Bedirxan

Babab, Simko û Barzan

Ewin bav û kalên min

Keçek im ji Kurdistan

Paye, serbilind im ez

Bi vê dayika niþtiman

 

 

Konê Reþ

Qamiþlo

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org