|
Ez Û Pirsên Kak Mesûd Xelef Li Dor Helbestê
Konê Reþ Qamiþlo, 24/04/2010 Berî pêlekê, mamoste Mesûd Xelef ji Duhokê
ev pirsên xwarê yên taybet bi helbestê, bo min þandin. Min jî, bi
dilekî fireh bersiva van hersê pirsên wî vegerenad. Pirsên wî jî ev
bûn: Têkiliya
helbestvan bi
helbestê re kengî
destpêdike? Û
aya têkiliya helbestê bi desthilatê ve heye? Û helbest di roja me ya
îro de li kû maye? Fermo xwendevano bersivên
min bixwîne: 1
- Têkiliya
helbestvan bi
helbestê
re kengî destpêdike ?
Di baweriya min de helbestvanê ku zanînek ber fireh û serburiyên
dûr û dirêj li bal nebe, ew ne helbestvan e û nikare ti têkiliyan bi
helbestê re ava bike. Tev nivîs an helbestên ku mirov dinivîsîne ji
encamên ked, west, serburî û cefaya ku ew mirov têde dijî.. Û wiha
ew mirov bê kêfa xwe, bê
dilê xwe, bê pilan û ji neçarî çend gotinên kurt û bi wate ji
hinavê xwe dertîne ser kaxetê.. Da ku xwe rehet bike û bêhna xwe derxîne.
Ew çend gotin Helbest e. Ango wek pîreka ducanî, dema ku dizê, bê çendî
bêhna wê derdikeve.. Mirovê helbestvan jî wiha ye... Bi gotinek din ez
dikarim bibêjim ku nivîsandina helbestê qeder
e..
Di wiha qeder de têkiliya helbestvan bi helbestê
re destpê dike.
Belê giringiya helbesta ast bilind eve ku, helbestvan karibe wê
helbestê bi êþ û janên xwe an kêf û þahiya xwe, nexweþî û þaþiyên
civata xwe an serketin þahiyên miletê xwe bihûne... Ji ber ku yê
helbestvan nefereke ji civatê û hisê wî ji yê gelek neferan
bilindtire, vêca pêwîste ew berî mirovên normal bi þadiyên xwe û
welatiyên xwe re bikene, bi êþ û janên xwe û welatiyên xwe re þînê
bikþîne.. Di wê þîn û þadiyê de, mirovê helbestvan dest bi
hunandina helbestekê dike û wiha têkilî di navbera helbestvan û
helbestê de destpê dibe..
Bi rengekî din; dema ku di zivistanî de baran nebare, di buharî
de çûk û çivîk nexwînin, feqîr û xizan bê nan bin, ji êþ û
kulan merisî bin... Dema ku mirov di welatê xwe de xerib be, di bin zilm
û zora neyaran de dîl be, zimanê dê qedexe be, gotina rast qaçax
be... Hingê têkiliya yê ku rast û turist helbestvan be, bi hunandina
helbestekê destpêdike û hinavê xwe ji kul, xem û janan vala dike... 2
- Aya
têkiliya helbestê bi desthilatê ve heye? Li dor têkiliya helbestvan bi desthilatê ve, ez ne
bawerim ku pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê an
terorê de ye. Nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de
sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeþeyên azadî û
demokratiyê, û sansora ku heye polîtîkî ye bêtir ji civakî... Ji
ber ku desthilatên welatên cîhana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in,
her dem û gav sawa nivîskaran di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên
wan welatan rola xwe dilîze û þert û mercê xwe ferz dike..Ji ber wiha
rewþ, nivîskar bêçar e di bin siya terorê de dijîn, û pirê caran
ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û berhemên xwe
datînin, da ku berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas kin..! Di baweriya min de, ev sansora zatî ku nivîskar li
ser ramanên xwe datîne, ji sansorê desthilatan xerabtire.. Ji ber ku,
heger sansora desthilatê perçeyekî ji nivîsandina nivîskarekî ku
azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor bike, nivîskar bi sansora xwe ya
kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî xetsor dike.. Nivîskarê
azad, ew nivîskarê ku di hizr û ramanên xwe de zelal be, di nivîsandinên
helbestên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser piþta çend
qedexeyên civakî negere, wek:
Êrîþkirina
li ser olê û hetîketiya bedena jinê.. Helbesta
cîgirtî ewa ku li desthilatê nasekine, bi wêrekbûn þaþî û xerabiyên
civatê eþkere dike. Ew þaþî û xerabiyên
ku civat ji ber bendora wan paþketî maye.. Eger
helbestvan mêr be, wê di nivîsandinên xwe de þerê wan þaþî
û xerabiyên civatê bike, bê ku sansorê li ser xwe û berhemên xwe
deyne. Gereke wan þaþiyan ji cemawere raxîne ber çavan, da ku cemawer
di ser wan þaþiyan re biqevêze, li piþt xwe bihêle û hin bi hin ber
bi xêr, xweþî û avakirinê re here.. 3
- Helbest
di roja me ya îro de li kû maye ? Li
dor beþê sisyan ji pirsê: Helbest di roja me ya îro de li kû maye?
Di
vî warî de, em dibînin ku çapkirina dîwanên helbestan zoriya coyreyên
torevanî yên mayî biriye, wek: çêrok, þano û roman... Heger
em stastîkekê di vî warî de çêbikin, emê bibînin ku pileya weþandina
dîwanên helbestan bilindtire ji coreyên torevanî yên din û ji yên
zargotinî. Gelo sedem çine ?
Eger em bersivê bidin, dibe ku gelek dilê xwe bigrin... Belê
ta ku rastî neyê gotin, pêþketin rêka xwe di nav me de nabîne û em
di pêvajoya xwe ya torevanî de rast û durist nalivin... Me
got cihê dîwanên helbestan bi gelekî ji coreyên mayî berztire, lê
gelo raste ew dîwanên helbestan e?!
û xwediyên wan raste helbestvan in
?!
Bêgoman helbestvan di nav wan de peyda dibin û têvelin – gava
ku em wî nifþê pêþîn ji vê mijarêa xwe bidin alî, ew nifþê ku
ji mêj ve bi rengê Cizîrî, Xanî û Cegerxwîn dinivîsînin – yên
ku em dixwazin li dor wan rawestin, ew nifþê ku doh fêrî alfbaya Kurdî
Latînî bûne û îro dîwanên helbestan çap û belav kirine, bê ku
helbestên dîwanên wan þert û mercên dîwanên helbestan hilgirin.
Gotineke Apo Osman Sebrî heye, dibêje: (Gelek ji xortên
me çavên xwe berdana nivîsandina helbestan ne tiþtekî hêjaye, di vê
nivîsên rasteser bên nivîsîn. Belê helbest tiþtekî ji edebêye, lê
ne tevaya edebê ye. Divê ku mirov zanibe, bi zimanê xwe binivîsîne, lê
nizanim, hema ji min re helbestan çêdikin..) Ji kovara Pêþeng
hejmara 5 / 1984 ).
Em jî bi gotina rehmetîyê Apo Osman Sebrî re; lê em ne bi wan
kesên ku navê nûjeniyê sehkirine û bihîstine, piraniya helbestên
wan bi wî rengê nûjen hatiye nivîsandin, ew rengê ku xwendevan tê
nagihêje û li ber nekeve...
Helbestvanên me yên nûjen, nizanin helbestên kilasîk binîvisînin,
dibêjin: em helbestên nûjen datînin, mane nûjenî pêþketina kilasîke,
û nûjeniya ku ne ji kilasîk hatibe derê, dêmek ew nûjenî bîjîye,
bê esle, û em li toreya resen digerin, toreya ku kok û rehên wê di
nav xaka me de kûr çûbe.
Ji rexekî din ve û sebaretî me Kurdên rojava, em bêjin nebêjin
rewþenbîriya ku bi me re kom bûye, ji zimanê Erebî ye, bi saya zimanê
Erebî jî em serwxtî rewþenbîriya cîhanî bûne. Eger mirovek ji
helbestvanekî ji terzê nûjen bipirse û daxwaza navê sê helbestvanên
Ereb yên hevçerx bike, Dibe ku piraniya wan nizaninbin..?! Ji ber ku
naxwînin, bi tenê navên çend kesên bi nav û deng bihîstine, wek
Edonîs, Mehmûd Derwîþ û Nîzar Qebanî û Beyatî... Ev navên ku pîrka
min jî bihîstine..
Gerek mirovê rewþenbîr nemaze torevan, bi tevgera rewþenbîriya welatê
xwe re be, ew welatê ku tê de dijî, eger helbestvan be, gerek
helbestvanên hevçerxên xwe nasbike û helbestên wan bixwîne û weha jî
kesên ku çîrok, þano, romanê dinîvîsînin.
Ji bilî ku tûrikê xwe bi gotin, metelok û çîrokên folklorî
dagrin- jixwe taybetiya me di wan de ye- nexasim ji pîrejin û kalemêran,
da ku semyanê xwe ji gotinên Kurdî yên resen dewlemend bikin û dawî
û pêþî xwendin, bi çi zimanî be bera ew ziman be û wek ku hatiye
gotin: (Sê heyvan bixwîne, ku tu sê rojan binîvîsîne, da ku tu sê rûpelan
dagire ). Hema bes e. Kak Mesûd Xelef! Bi kurt kurmancî; helbesta kurdî
di roja îro de, di navbera kilasîk û nûjeniyê de li berxwe dide... Ez
ji wilo bêtir zêde
nakim, evin baweriyên min. Konê
Reþ Qamiþlo,
24/04/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org