|
EZBENÎ!
– 14 – DEM
BÊ OL Û EWLE YE Konê
Reþ Ezbenî
me got dem ji demê fedî nake Belê çi ji demê maye! Salan daye pey salan û Bablîsok li talanê me dixîne.. Bela keriyên tûmê Hermel û Rîhanê Di hewþa mala me de biçêrin, Bela keriyên xezalan careke din Di Beriya Mêrdînê de xuya bikin Bela Derwêþê Evdî bi azadî li Edûla Zor Temir paþayê Milî
bigere.. Werin, em çirayan biçînin, Nêçîra çiyayê Bagokê bikin, Kepezê Kîkan, Kewkebê Milan û Qereçoxê Mîran di sînga xwe de
dîl bikin û Di kure zirav dibe,
bela di wire biqet e.. Gelo hêj dem li pêþiya me maye?! Were Ezbenî! Were em di ser gelaciyên yar û
neyaran re Biqevêzin, bêbextiyên wan bihûnin, Bikin yadîgar ji rojên demê re
û Çîrokan li dor wan birêsin.. * *
* Ezbenî! Spasiya qehweya xwe dikim
ku Hêj gerim maye. Spasiya wan dergehan dikim ku Hêj razayî ne, Tevî ku min jibîrkir, Wan binixumîn im… Bela çîrok sar nebin Hêj em bendewarê hêviyên xweþ
in. Ezbenî! Berî dem sar bibe û Dûdilî di rex de raweste Rewstgeheke nû biafirîn e Rewstgeheke nû biafirîn e, Hêj çax û demê me maye.. Em nikarim çavlixew bidim ser riya
û Ne em hez sikak û kolanên ku Bazdidin dikin.. Cihê rûniþtina me di wan de nîne.. Gelo em dereng ketine?! An me bilêtên oxira xwe winda
kirine?!! * *
* Erê ezbenî! Bela yar û neyar þipya zêrevaniya
me bikin Kirasekî ji zordariyê li dora me
bihûnin û Bê tirs, Qehweya xwe vexwin.. Em bi hêsanî bar nakin, Bar nakin ta ku em, Gelek veþartokan li paþ xwe nehêlin.. Hêj gelek eynik hene ku Em wan biþkînin… Gelek dergehên girtî hene, pêwîste
Em wan vekin.. Gelek bajarên xweþ hene, giringe Em li wan bigerin.. Em ê gul û kulîlkên biharî Saqoçermo bikim ku Nûçeyên me bi derengî xînin.. * *
* Tê çi bêje ezbenî ku Ez eynikên Kevin bi ser hev dim û Devê tûrê veþartokan vekim…?! Na! Ez ê tûrê veþartokan ji te re
bihêlim û Çax û demê xwe hilgirim û Tevî giraniya hilgirtina barê
dil, Dijwariya hejandina darê demê di
ser serê min re Hespên kihêl jî bi dûv min de
dibezin û Dem li talanê min dixîn e.. Raweste li hêviya min ezbenî ku Ez qeytanên pêlava xwe biþdînim
û Xeraban di bin palgeha xwe de veþêrim.. Erê ezbenî! Bela bîstekê kul û derd li me
bibin mêvan, Bîstekê em sebra xwe bi girî bînim
û Bîstekê em li ser lat û zinarên
þevê, Þilfîtazî û pêxwas ji bîranînan
razêm.. Ezbenî! Me dem di destê xwe de
zemtkiriye Gelo çi ji wê demê maye! Were ezbenî û bilezîne! Berî ku em bibin wek biyaniyan Di rawestgehên oxiran de Were em navnîþanan bi hev din û Li ser hale hev bigirîn Va em bardikin û Kes di xatirxwestina me de nîne Ji ber ku dem bê ol û ewle ye Erê bê ol û ewle ye. Qamiþlo, 25/02/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org