|
Ezbenî
! Sala nû li we pîroz
be (Dinya
guleke bîn bike û bide hevalê xwe) -
5 - Konê Reþ
Ezbenî ! Dinya guleke bîn bike û bide hevalê xwe.
Ezbenî ! Di guhertinên demsalan de, di derbasbûna salan de, bîranîn
têne tevdan. Þerîta wêneya li demê siwar dibe, bi pêþ û paþ ve
dibeze.. Hin dêm, bûyer û demsal bi te re amade dibin û bi xurtî xwe tînin
hizir û bîra te û Hin, çendî tu li wan bigere winda dibin û tu wan nabîne…
Dêmê hina, ji ber çavên te winda nabin, li pêþ te sekinî dimînin…Tu
li ser dêmê hina digirî, gazinda dikî; Çima zû barkirin..?! Di nav re
jî, tu dixwazî dêmê hina, bi yek carî ji bîranînên xwe bavêje û di
xwe de bibêje; Ofyan ez ji wan xelas bûm, bibûn bela li serê min…
Ezbenî ! Di guhertina salê de, di serê sala nû de, tu rojên xwe
yên derbasbûyî li serad, moxil û bêjingê dixîne, dêmê hina ji wan
kesên ku gelekî li ber dilê te þêrîn û nazik bûn têne bîra te..Û
tu dixwaze wan daqurtîne, wan nema bike û tu ji xwe dipisî; kê berê
destpêkir..? Gelo raste, qencî dibe xerabî ?!!
Erê Ezbenî ! Pirs bi dûv pirsê de, di serê te de diçin û tên,
cih û war li dor te kom dibin, tu bêhna wan dîwaran dikî, ew dîwarên
ku tu di hembêza wan de mezin bûyî..Hem jî ew palgehên ku te serê xwe
dispart wan, te xewin û xeyan li ser wan didîtin têne bîra te..
Ezbenî ! Çendî sal bi rex te ve dibezin?! Çendî sibehên bi
ronahî, bi qehwe û bi ken xemilandî di rex te de rûdinên, tu jî, di
rex tifika êzingên dayika xwe de rûniþtiye, di ser te re çirayek melûl
û salên memûl derbas dibin… Erê Ezbenî, hingê nerîn paqijtir bû, bûyer
zelaltir bûn û jiyan xweþtir bû…
Bawer neke Ezbenî ku ez li paþ vedigerim, an ronahiya çiraya
dayika xwe ji ronahiya Niyonê çaktir dibînim…Na qet bawer neke, ne eve
daxwaza mine.. ne jî ez karim vegerim ber ronahiya çirayê… Armanca min
ku ez nirxê ronahiya çirayê û Niyonê diyar bikim. Ew Niyona ku, bi
ronahiya xwe hurikên mirov eþkere dike…
Sebaretî min, ez sosretmayî dimînim, ji wan kesên ku ronahiyê li
dor xwe dicivînin, kom dikin û di eynî demê de dilê wan tije fen, xap
û ezeziyetiye …Ta pileyekê ku tu ji ber finasên wan fedî dike û ji
kerban dikî hawar û gazî.. Ji ber ku tu, ti derfetên çak li ber canê
xwe yê birîndar nabînî, ji bil ku tu di tenêtiya xwe de bijî an tu li
piçikên dawî di þerîta wêne û bîranînên xwe de bigere…Belkî tu
wê valabûnê bibînî, ew valabûna ku kêr têre derbas bûye û canê te
birîndar kiriye…
Ezbenî ! Di derbasbûna sala de derfet mezine ku tu li xwe vegere,
li deftera edrêsên xwe vegere, li rojên xwe vegere û rûpelan biqulpîne
..Carekê bikene, carekê bigirî û carekê keseran li ser xwe û canê xwe
yê bêrî vede… Gazindan ji xwe neke û nebêje; Gerek tu gur bûya ta ku
guran para te nexwara…Erê gelek kes di ber te re derbas bûne, te temenê
xwe di ber wan de mizaxtiye, li vê yekê poþman nebe û ji xwe re bibêje;
Civat guleke min bîn kir bela hevalên min jî bin bikin…Erê te têra
xwe bîn kir…
Ezbenî ! Dibe ku ne tu tenê li ser wan kesên ku koçkirine digirî,
dibe ku giriyê te yê zor li ser wan kesên ku hêj saxin, li ber çavên
te diçin û tên tu digirî..Ji ber ku ew di dil û wijdanê te û civatê
de di kêferata mirinê de ne.. pîkolê dikin… Dilê te bi wan diþewite..
Belê Ezbenî, em gelekî li ser xoþewîstên ku koçkirine
giriyane, valabûna cihê wan di dilê me de mezine û çare nîne ji bil ku
em wan jibîr bikin… Dil ji wan re raxînin û bi bêdengî wan veþêrin,
bêdengiya ku rehmê nake..Ta pileyekê ku mirina wan a rastî hezar carî
bi rehimtire ji mirina wan kesên ku hêj sax in , lê ew di dil û wijdanê
me de mirîne…
Tu li wan mêze dikî; mîna barûte, naþî û serseriyan derbas
dibin, hayê wan ji bayê felekê nîne, qerfê xwe bi gulan, xatirxwestnan,
qehweya sibehê, telefonan, darên Çinarê, Beriwan û palgehên rengîn
dikin, hem jî, tenazên xwe bi sibehên ku li ser þivîlek, kolan û dûrbûnan
bazdidin dikin…
Erê Ezbenî ! bê hay hêsir ji çavên te têne xwarê û tu ji xwe
dipirse: Gelo ev bûn yên ku min dilê xwe ji wan re vekir?!! Ev bûn yên
ku min porê serê wan bi çîrok û çîvanokên civatê þeh kirin..?!
Rast ev bûn yên ku min ew bi rengê spî þûþtin û hîzarê spî ji wan
re raxist..?! Ji pirbûna pirsan tu xwe winda dikî û ji pirbûna bersivan
zimanê te li hev diherbile û tu nema dizanî çi bibêje.. Tu dixwazî
derewekê bike û ji xwe bawer bike… an ew derewekê bikin û te ji wan
bawer bike û xwe bi derewa wan razî bike…
Ezbenî ! Kelehên bilind zû bi zû naherfin û divê neherfin..
Deryayên þîn tu carî na þewitin.. Dergehê gulîstanên ku asoyê wan
bi nêrgiz, çîçek, gul û kulîlkan xemilandiye li ser êzing û qirþûqalan
nayên girtin…Na na ji derewên wan bawer neke û bi þerîta wêne û bîranînên
xwe de bixeyde û jêre bibêje; êdî bese, bisekine..Wek ku mîr Celadet
Bedirxan gotiye: Dinya guleke bîn bike û bide hevalê xwe..Dinya
civate û civat, civata meye, pêwîste ku tu gulek ji dara vê civatê be,
tu gulek geþbe, gulek bi bîn û rengîn be.. mane sal derbas dibin, roj
derbas dibin û tiþtekî veþartî di bin kurkê xwe de nahêle û dawî wê
roj biaxifin..û sala nû li we pîroz be. 31/12/2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org