EZBENî – 6 –

Kurdistana Azad û Þoreþa Rewþenbîrî

 Konê Reþ

((Kurd miletekî bindeste wê dûmana wî zêde be..))

Mehdî Zana

Hewlêr 01/04/2008

 

   Ezbenî ! emê ji serhildana 1991 ê ve destpêbikin. Berxwedan Serhildan û þoreþ tev di yek cogê re derbas dibin. Belê gotina þoreþê an raperînê  ji tevan bêtir bi wate ye, nexasim di nav me kurdan de û bi tevayî di warê jiyana mirovan  û civata mirovantiyê de..

   Lê rewþenbîrî ezbenî an þoreþa rewþenbîrî tê wateya guhertinê, guhertina di hundirê civatê de, guhertina di cewherê mirovên wê civatê de.. Ango ew guhertina ber bi çakiyê ve, ew guhertina ku dikeve xizmeta xweþî û geþiya mirovan de…Lê dema ku rewþenbîr bi rola xwe a guhertinê ranebe, ango bi erkên xwe yê rewþenbîrî ranebe, hingê tu bihayê wî rewþenbîrî nîne û navekî vala ye.. wek ku kurdan ji mêj ve gotiye: Navekî mezine li ser gundekî wêrane.

   Erê Ezbenî! Dema ku þoreþ xwedî rewþenbîrî be, tevî ku þoreþ bê rewþenbîrî nîn in, û þoreþ nikare rewþenbîriyê tevî li dor xwe kom bike.. Þoreþa rewþenbîrîyê, a ku guhertinan di hundirê civata xwe de dike, kesim û cewherê civatê ber bi xweþiyê ve diguherîne..û wiha civata xwe li gor rêbaz û pilanên xwe ji bo xweþî û geþiya welatiyên xwe di çarçoveke bi yasa û durist re derbas dike.

   Ezbenî ! Þoreþ ji rexekî mezin ve rewþenbîriye, erê þoreþ rewþenbîriya herî bilind e, a bi afirêner e, a ku bi derd, êþ û jananên mirovan ve girêdayî ye..a ku jan û kulên milet çareser dike..Ji ber ku karê rewþenbîriyê avakirina mirovê çak û duriste di gel ku xêr, xweþî û hezkirinê di nav cemawer de belav dike..

   Ezbenî ! Dema ku þoreþ mezin dibe û ber bi dewletbûnê ve diçe û dibe dewlet, mîna Kurdistana me a azad, hingê ew dewlet dibe welatê tev mirovên ku têde dijîn û ji mafê tev welatiyan e ku têde bijin, ji axa wê bixwin û vexwin, payebilind bi zimanê wê biaxifin û xwe paye bikin… Wek ku çawa ew dewlet a þehîdên kurdistanê ye, wiha jî a tev welatiyên wê ye.

   Belê ezbenî! Dema ku dewlet bibe a tevan, pêwîste tev jî bervedêriyê di ber de bikin, wek ku bervedêriyê di ber berjewendiyên xwe yên taybetî de dikin.. Pêwîste jî tev di bin destûr û yasayên wê dewletê de bilivin, ew destûr û yase, cihê rêzgirtinê bin..

   Raste ezbenî bê rexne nabe, divê rexne hebin û eger karekî baþ bê kirin, pêwîste rewþenbîr wî karî pîroz bikin û eger karekî xerab bê kirin pêwîste rewþenbîr wî karî protesto bikin.. Ango divê rexne ji dewletê re alikar be, ne rexneyên dewletwêran bin, ew rexne li gor desrûr û yasayên wê dewletê de bin. Ne ku rexneyên tuj, bêheq û bêbextî bêne û bi zikreþî buyer bêne mezinkirin û ji wê dewletê re bibin asteng û kelem.

Ezbenî Goþt bê hestî nîne, kemasiyên me  gelekin lê divê em bi awayeke erênî rexneyên xwe bikin da ku em bi pêþ de herin, û hin bi hin ew kêmasî nemînin. Em ji sifir destpêdikin ezbenî..

  Lê ezbenî pirsa giring eveye, gelo rewþenbîrî bi karê xwe yê pêdivî radibe? Ev pirs ji me tevan tê kirin, di vê rewþa zor çetîn û dijwar de, ku dewleta me a nû(Kurdistana Azad) têre derbas dibe û bi taybetî di warê rewþenbîrî de. Ne tenê rewþenbîrî çekê vê dewleta me a nû ye, belê ew çekê herî giringe, çekê tekaneye yê ku bazar li ser nabe û qet em jê nayên tazî kirin. Tu hêz di dinayê de nikare me ji rewþenbîriya me bi dûrxîne, bi tenê tiþtê ku em karin xwe pê bi parêzin rewþenbîriya me ye. Rewþenbîriya me, rewþenbîriyek netewîye, mirovantiye, neyartiyê ji kesî re naxwaze. Di pêvajoya dîrokê de rewþenbîriya me a mirovê zilim û zor lê hatiye kirin, a ku þerê wê bi tundî bûye, tevî ku di nav salan re hatiye dizîn û gelek hewildan hatine kirin ku nemîne..Rewþenbîriya me a þaristanî, diyalog û lêborînê ye, û welatê me wek ku tê gotin: Landika þaristaniyê ye…

   Ezbenî! Gelekî zore ku ez di vê nîvgotarê de qezencên þoreþa rewþenbîrî yên ku Kurdistana azad pêk anîne an vê nîvdewletê di warê rewþenbîriyê de pêk anîne bihejmêrim û bînim ziman.       Bêguman ji sala 1991 de û ta roja îro gelek qezencên bi rêk û pêk hatine kirin, ji çapkirina pirtûkan, festîvalên rewþenbîrî, pêþangehên pirtûkan, konferansan..ku ji her çar perçeyên kurdistnê beþdarî di wan de kirine..û ku roja îro li Kurdistana azad zêdetir ji 60 dezgehên  çapemeniyê hene. Li Hewlêrê 29, li Dihokê 5, li Silêymaniyê 24 û li Kerkûkê jî 2 dezgehên çapemeniyê hene.

  Belê ezbenî! Qezencên ku þoreþê di warê rewþenbîriyê de pêk anîne pirin, di vê lezê de nikarim wan bihejmêrim wek ku min got. Belê îro ji me tê xwestin û bi berpirsyane ku em van qezencan biparêzin û bi pêþxînin, ne tenê di kesim û hejmarê de, belê di di cewher û naverokê de… De werin em rewþenbîriyê bikin çekê xwe derbarî êrîþên ku ji hawîrdor ve têne me.. 

   Erê ezbenî! Li gor vê pêvajoyê pêwîste her rewþenbîrek ji bo parastina Kurdistana azad  bixebite û her wiha biparêze, hebûna me di hebûna vî peçeyê azad de ye.

 

 

Konê Reþ

Qamiþlo  05/04/2008

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org