|
EZBENÎ
! – 7 – EZ
Û BERIYA MÊRDÎNÊ Û PENABERÎ Konê
Reþ
Ezbenî
!
Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr
û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê
de, di nav þebnem û aviya gul û kulîlkên wê de þildibûm.. Di beyarên
wê de min, stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin…
Bejna min bi þînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi
xunava xaka wê sor dibû..
Isal, niha ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval. Cinarên
me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîþanî ji dêmê wan
difûre… Erê xelkên wê ji tengezarî riyên mala xwe þaþ dikin, mîna
bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!
Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê
re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!!
Kî dikare min û gul û kulîlkên vê gulanê li hev bîne ? kî dikare vê
xaka tî, têr av bike..û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê
vegerîne…?! Erê
ezbenî!
Þevên Qamiþlo, mîna kofiya dayika min in…Kolanên wê paqijin mîna
kopalê bavê min in..Kalemêrên li dor Camiya Qasimo, þêrîn bûn li ber
dilê min…Piraniya wan jî barkiriye… Niha ezbenî! Kolan, sikak û cade
di ber tere derbas dibin û silavê nakin… Ew jî piþtexuz û bargiran
in…Ta bi dost, heval û hogirên te dema ku tu çav bi wan dikî, tu dibêjî
qey ji welatê biyaniyan e, serê wan di ber wan deye, bi kul û derd
dikulkulin û derbas dibin… *
* *
Belê ezbenî, tu dihise ku dûrbûneke dirêj di navbera te û wan
de hatiye raxistin… Dûrbûneke dirêj di navbera cinar û cinar de hatiye
avakirin… Na na, tu dihise ku ew dûrbûn di navbera dergehê te û dergehê
nêzîktirîn xizmên te de hatiye danîn…!!
Ezbenî! Her yek bi kul û derdên xwe daketiye…Bi gera bi dûv pêkanîna
gepa nanê zarokên xwe de dibeze…Erê ezbenî, penaberiyê bi xurtî konê
xwe vegirtiye.. Penaberiyê cihê xwe di navbera gulîstan û gulê de çêkiriye…Penaberiyek
mîna sînorê Serxet û Binxetê, bi mayîn û têldirî xaka Beriya Mêrdînê
radimûse…
Ezbenî ! kî dikare rastî û çareseriya vê penaberiyê þanî me
bide, bela xwe eþkere bike…?! Qamiþlo 03/05/2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org