EZBENÎ ! – 8 –

Hêjî Heliz Ne Buhirtiye

Konê Reþ

 

Ezbenî !

   Her êvar, ji tariya þevê ve em dikin hawar û dibêjin; Em westiyan…Mîna çiraya li ber bahozê em vedimirin…Em bûne mîna wî pizotê ku di tifikê de, bê guhdan hatiye jibîrkirin… Her êvar em dixwazin bigrîn, lê berbang rê nade û giriyê me dispêre evareke din… Ezbenî te bawer dikir ku em pala xwe bidin dûrbûnên zilm û zorê û piþta xwe bidin çiqliyên darên hiþk…Neke hawar ezbenî, bêdeng bimîne.. Bêdengî jî nîvê hebûnê ye…

Ezbenî ! Rê bide wan , bela derbas bibin..Qet ew te dibin dara çinarê de nabînin û nikarin dara çinarê ji kok ve bibirin..Rehên wê û damarên dilê min li hev geryane… Yek bê ya din nikare bijî…

*          *          *

   Erê Ezbenî! Bêguman sibe tê bê û wê çûk û çivîk di esman de bifirin..Baran ji reþewran bibare..û kolkezêrîn di aso de xuya bike..Guh li gotinên vala neke û ne li gelaciya bi boyaxa rengîn xweþikkirî…

   Tê were ezbenî, hêj min negotiye ( Heliz Buhirt )… Bela darên çinarê bilind bibin, bi çiqlî û þaxikan bêne xemilandin.. Bela baran bi ser yêlekê min de bibare ..Ma wê dinya xera bibe ku tu gulekê bo min biþîne an hin ji kul û xemên xwe bi ser min ve bidêre…Ez te dibînim û nabînim…

   Xemgîn nebin gelî kolan, sikak û cadeyên welatê min ! Ezê pêlavekê li gor we bitefsilînim.. xemgîn nebin, qet hun nagihêjin heyamê derbas bûyî…

*          *          *

Ezbenî!

   Doh, min jibîrkir ez ji te re stranekê bipêçim û bi guhdan di bin palgeha te de deynim an ez stêrekê ji asmana biçinim û di pencereya mala te de deynim..

Belê ezbenî; Bela welê be..!

  Nizanim ta kengî wê dara çinarê karibe þipyayî bimîne…?! Rih û canê daran jî heye..

   Ji mêj ve, em peyala zilindariyê vedixwin û li stranên xemgîniyê guhdarî dikin… Carekê tenê, me nêrgizên geþ di hewþa mala xwe de nedîtine..

   Ezbenî! Pêdeviya me bi rojeke dirêj, dirêj heye..Ta ku canê me dûr  dûr bilive..Di bin asmanekî fireh , fireh de xwe vegezîne..û dawî ku em karibin gulîstaneke rengîn ji gul kulîlkan di hewþa xwe de biçînin..

   Tu zanî ezbenî ku, ev êvara dirêj û fireh têra xem û kovanên me nake..tu jî têra xwe bilinde ey roka ku ji me re bûye sembol..

Ma ne welê ye ezbenî..?! Hêjî Heliz ne buhirtiye.

Konê Reþ

Qamiþlo 08/05/2008

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org