|
EZBENÎ
! – 9 – HISARGEH! Konê Reþ Ezbenî!
Hisargeh, têwerandin an rexûrûgirtin tev bi yek wateyê ne. Belê
ezê gotina hisargehê bi kar bînim. Ev hisargeha ku roja îro konê xwe,
bi dijwarî di ser te re vegirtiye. Hisargeh ne tenê eve; ku tu di þeran
de, têkçûbe, bi devê tivingên dijminan hatibe dorpêçkirin, dijminan
çarçoveke bi mayîn û têldirî li dor te çandibin an mafê te yê netewî
û rewa li te hatibe
qedexekirin.. Na ezbenî na.. Lê tu di hisî ku tu di hisargehê de ye. Hêt
li dor te têne hev.. Banê mala te, hin bi hin nizim dibe.. û tu li
dergehekî digere, li rêka çûk digere ku tu karibe têre bifire û ji vê
hisargehê rizgar û azad bibe..
Belê ezbenî tu mîna ewê ku li balafirekê siwar bûbe, wê
balafirê rêka xwe winda kirbe û li ser kêlîka be ku di deryayê de
werbe.. Ne cihê wê li asman heye û ne erd û derya karin wê biparêzin..
Erê ! Mal li te teng dibe, heyam li te teng dibe û tu di rêzê de
sekiniye, xelkên li pêþ te, te ber bi paþ ve dehif didin û xelkên li
paþ te, bi pahînan li te didin…Û tu nikarî li ber xwe bide.. Bervedêriya
xwe bikî..
Ezbenî tevî ku welatê te fireh e, ji çiyayê Kurmênc, Kobanî ta
bi Cizîra mîr Þeref dirêj dibe… Lê gavên te bi qeyd û lelan girêdayî
ne..Tu ne serbest û azadî û nema tu dizanî berê xwe bide kû..!!
Ezbenî! Ne nasnameya te fêdê li te dike û ne serokên rêxistinan
fêdê dikin..Tu bûye mîna tûmê kelemperê, li ber bayê payîzê
dixindirî..Tu nema dizanî kî werîsê te sist dike û kî diþidîne..
Tu dixwazî bikî hawar û bangkî: Ta kengî emê wek berikên Domîno
û Þetrencê bin.. Ta kengî..?!! Ta kengî emê di welatê xwe de ji mafê
xwe yê netewî û rewa bê parbin..?! Ta kengî wê her 12/13 rexistinên vî
miletê birçî û penaber, þerê hev bikin û li ser çi?!!!.. Û va her
12 bendên nîjadperestan bi hêsanî pêk tên..Du kevirên te saxlem li
ser hev nema ne?!! Gelo ev hisargeha ku li ser te dimeþe bi plane..?
Erê Ezbenî eger ev hisargeha ji derve, te têþîne, ta pileyekê
te dixenqîne.. lê li dor xwe mêze bike, li dor te çi diqewime..?!
Xelaye ezbenî xelaye..! Xezeba ebdan ne bes bû, xezeba suriþtê jî
daye pey.. Saleke kesî nedî, dibuhir e.. Biharek bi toz û ecacok, bê gul
û kulîlk derbas dibe... û dem rehmê nake.. Birçîbûn bi rex te ve
bazdide û milet di penaberî û miþextiyan de ji hev belawela dibe.. Bi
sedan mal koçberî metropolan dibin.. Ne çemê Ferat di hawara te de hat
û ne çemê Dicle li ser te giriya.. û zîhayê bihabûnê serê xwe
rakiriye, bihabûneke bê pîvan di hundirê mala te de digere.. Destê xwe
li qirika te diþidîne..û tu nizanî kengî wê ev dînbûn, ev hisargeh bêguhertin,
welî bibe û nemîne.. Belê, ez bi vê hisargehê hisyame û dihisim ku,
dengê min tê dizîn û êdî nema dizanim, çi di nav qerebalix û
xirecira sikak û cadeyên vî bajarî de dibe û çi bikim.. Bajar xerîb
xuya dike û dêm xerîb xuya dikin.. Ka ew bajarê ku ez di sikak û kolanên
wê de dimeþiyam..? Erê
ezbenî! Beriya Mêrdînê, deþta Sinceqê û deþta Hesinan birîndarin..
Her roj bi dehan mal koçber dibin.. Qamiþlo
26/05/2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org