EZBENÎ ! EZ Û TE

- 2 -

Konê Reþ

    Ezbenî tu dibê qey ez û te cêwiyê hevin ?! Tu jî weke min di kolanên Qamiþlo de dimeþe ta bi dawiyê, nivîs û manþêtên di ser dikanan re dixwîne û ji niþka ve tu hay dibî ku te dayê ser þopeke þaþ.. Tevî wilo xemgîn nebe û gazinan ji demê û huþê xwe neke…Bigurinje, erê bigurnije ! Ji ber ku tu, di xeyala xwe de, xwe wek biyaniykî dibîne. Biyaniyekî ku di kolanên bajarekî xerîb re derbas dibe û her tiþtên li dorê xerîb xweya dikin; dikan, dîwar, dergeh û dêmê xelkên derbas bûyî…Ku ne ji xirecira kolanê û helkehelka xelkê ba, te yê destê xwe bavêta bêrîka xwe, nasnameya xwe derxista û teyê xwe ji xwe re esehî kiriba û bigota; gelo evê bi min re dimeþe, min gêjomêjo dike, ez im an cêwiyê min e…??!!!

   Nexeme ezbenî! Ez bawerim piraniya van kesên ku di kolanên Qamiþlo de, bi tere dilivin, ew jî mîna te gêj bûne, wek te hejar in û her yek ji wan li nasnameya xwe digere..

Çi qewimiye ? Tu nizanî.

Ezbenî! Tê gilî û gazinên xwe ji kê bikî ?!  Tu nizan e.. Tev gazinan dikin, tev belengaz in û tu bi hisreta mirovekî ye ku tu qehweyekê pêre vexwe û bi bêdengî tu û wî bi hev re berê xwe bidin bakur- li gor dûrbûna hisretan- li çiyayê Mêrdînê, Omeryan û Bagokê mêze bikin…

*          *          *

   Erê ezbenî ! Di heyamê qerebalixê de bêdengî xewneke..Bi vexwarina wê qehweyê re, ku tu, ji ewê bi te re qehwê vedixwî bipirse; rewþa te çawa ye? Di derhal de wê bersiva te bide, wê çavê xwe bigire û devê xwe veke, wê ji te re kul û xemên xwe bi darvek e; wê qala rewþa xwe, tendurisytiya xwe, zarokên xwe û abûriya xwe bike û bibilîne...Eger tu kurdperwerek be û bi te bawer be, wê kuç û keviran bi ser tirko de bibarîne û hezar carî wê rehmetê li giyanê Barzaniyê nemir bîne û wê bibêje yan mêranî wek a kurê Barzanî yan na.. Kuro! Tirko doza çi li me dike ?! Ma van Apoçiyan çi kirin û çi nekirin.. xwîn wek ava mezin di ber azadiyê de rijandin..De bela tirko efwa wan derîne, ew jî þer bisekinîn in.. Mane heyam bûye heyamê giftûgo û demokrasiyê.. De bela rabin, bi aþîtyane þerqê bihejîn in… Û wiha nasekine, tê jî neçar bimîne ku tu lê guhdarî bike… Pêre jî, tê ji xwe re bibêje; de wî bisekinîne..! Lê heyhat bisekine..Wî nesekinîne. Ew xwe rehet dike, bêhna xwe derdixîne bela biþtexile, ku ew neþtexile tê biþtexile û tê fincanek qehweya din û yeke din û yeke din vexwe…

*          *          *

   Ezbenî, tu dibê qey tu wek minî ! Tu ji mala xwe derdikeve û bi sedan pirs di serê te de diçin û tên, bi dehan dêmên ku tu dixwazî wan bibînî, rewþa wan nas bikî  têne ber çavê te. Dibe ku tu ji xwe re dibêjî gelek kêmasiyên min derbarî van dost, mirov û hevalan heye..û wiha gelek bîranînên te yê xweþ û ne xweþ bi wan re têne bîra te…Hem jî tu dibêjî; jiyan bê dost, heval û mirov ne hêjaye filisekî, nexasim ewên ku di tengasî û þahiyan de bi min re bûn…Ji niþkave jî, ew hevalên te yên bi te re xayin ketin, yên ku veþartokên te guhestin xelkê, yên keysebaz û durû  tev têne bîra te, nexasim ewên ku xwedêgiravî bûne tiþtek..Tu mêze dikî ku ew li cihekîne û tu li cihekî dine… Tevî vê rewþê tu xwe neçar dibîne ku rewþa wan zanibe. Tevî ku þaþî bi demê re dimirin û tu jî ji þaþiyan ne xaliye…Wiha tu bi vê encamê kêfxweþ dibî… Lê dem zû derbas dibe û roj xatirê xwe ji te dixwaze…Wiha tu dizîvire mala xwe bê ku tu bi kesî ji dost û hevalan re bi axif e an bi bîn e. Ji ber ku kar û barê rojane, biryara te, ji te di diz e û rê nede ku tu yekê ji wan biryarên xwe pêk bîne. Lê tu di xwe de dibêjî; ezê careke din biryarên xwe bi temamî pêk bînim…Lê heyhat, ev yek ji kesên mîna te re, di vî heyamê ku hest û bêrîkirin têde têne hurkirin zor çetîn û dijware… 

*          *          *

   Ezbenî! tu mêze dikî bê çendî tu hatiye perçiqandin ? Careke din Qamiþlo li hev dikeve, nûçe bi dûv nûçe de te dihejîne.. Kurdewarî, Net, Mobail û beza bi dûv pêkanîna gepa nanê zarokan de, te ji hawhaw ve dixîne…Ma ne tu bû yê ku biryar stand, ku ji îro û pêve bi bêdengî û aramî danûstandinê bi xelkên vî bajarê  birijtî re bike? Qey ne tuye yê ku berê wî li cihekî bû, di cihekî din re derket û gelek ji pilanên wî ne wek ku wî dixwest derketin û beravêtî bûn.. Ezbenî niha tu mirovekî dine û nabe ku ne tu, tu be..Va te Qamiþlo tevda, li paþ te çiyayê Mêrdînê, Omeriyan û Bagokê bilind xuya dike û li pêþ te deþta Xelef Axa(Sinceqê) û beriya Mêrdînê dûz û bê pîvan, wek deryayekê raxistiye..Ji nû ve tu dikarî li çayxaneyekê daniþte, qehwake nû vexwe û bi vexwarina wê qehweyê re li xelkê Qamiþlo mêze bike, hingê tê gelek kesên mîna xwe bibîne… Bi vegera malê re ez û te, emê ji hev veqetin û ezê li normaliya xwe vegerim…

 

05/11/2007 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org