EZBENÎ ! GAZINDEK -3-

 

Konê Reþ

- 1 -

Ezbenî wek ku tu nema ji min hez dikî !

Êdî nema baran ji dengê te yê dûr dibare..

Erê ! Êdî nema  karên xezalan

Di beriya Mêrdînê de xuya dikin..

Gelo ! Dema ez tême bîra te

Tu min wek rêwiyekî

Di huþê xwe re derbas dikî an

Wek nemroyekê di deftera kirîn û firotinê de ?!

Ezbenî ez û tu yek in.

Em kêlîkan kom dikin..

Mixabin soz winda dibin û

Di encam de em herdu li xisarê ne…!

Belkî rojekê, þevekê heyam bifetiqe

Û ez xwe wek mîrê Botan serdest bibînim;

Nêrgiziya derdorî Seqlanê Meman ,

bi ava Dicle av bidim,

Þevbuhêrkên di Burca Belek de

Bi lavij û stranên Botanî vejînim..

Belkî dareke Çinarê di nav destê min de þîn bibe an

Berbangek nû di nav herdu çengên destê te de,

Ronahiyê belav bike…

- 2 -

Erê Ezbenî !

Tu dibînî bê çendî Qamiþlo mîna bajarekî biyanî

Li te mêze dike !!!

Dilê min jî, nema di çar diryanên wê de

Lêdixîne..

Di çayxaneyên wê de,

Ew qehweya te a xweþ jibîrdikim!

Lê di bîstikekê de ji bîstikan,

Di nav êþ û bêdengiyê de,

Navê te bi xurtî xwe tîne hizir û bîra min..

Ez jî, te di kefa herdu destên xwe de hildigirim û

Têr digirîm..

- 3 -

Gelo ! ji dûrbûnê ye an ji hilm û bîna demê ye ?

An tiþtin din bi mere derbas dibin ?!

Ez li ser tixûbekî, nêzîkî bajarekî, pîkolê dikim,

Li dor þûnewarekî ku di nav mayin û

Sînorekî têlbidirî de razaye..

Te bibîr tînim û diponijim..

Ji niþka ve jî, xwe dibînim ku li dor te dixepêrim,

Li dor te dirêsim, li dor te dinivîsînim…

- 3 -

Nabêjim tu tê bîra min?!

Na nabêjim..!

Lê siya te li pêþ min dilive

Kêferata min,

Ta bi pêþgotina Ehmedê Xanî dirêj dibe;

Ger dê hebûya me ittfaqek

Vêkre bikra me inqiyadek

Tekmil dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ilim û hikmet

Û dilê min,

Di nav lat û zinarên çiyêyê te de

Li paþ min dimeþe

Dibe ku ez bê bahoz û volqanên gur bim

An bê þevên biserpêhatî bim

Lê qet, ez hez jiyanê nakim bêyî te..

- 4 -

Ma ne tuyî; yê ku di çar kenarên vê cîhanê de

Bi min re digere..

Û bi zor, xwe dixe nav tîpên min de..

Tu aso yê minî.

Tu heyamê minî kevnare yî û

Yê ku kevnê wî nebe nûyê wî zore..

Dibe ku dem xwe biguhere û

Ez bibim sirûdek di deftera biyaniyekî de!

- 5 -

Erê Ezbenî normale ku dem xwe biguherîne

Normale ku jibîrkirin li ber dergehê mala min kom bibe

Normale ku em di dergehên kul û derdan re derbas bibin

Û bê guman emê jî rojekê çavên xwe bi ser hevdin,

Gewrika dinyê winda bikin û

Emê bibin hevalên xweliyê..

Lê hez nakim ku tu bê kulîlkên nergizan min bibîne

Hez nakim ku çiyayên Kurdistanê bê kum û koloz bin..

Gelo wê wiha bibe ezbenî ?!…An gazindan bikim..?!

 

Qamiþlo

15/11/2007

 

 

 

 

          

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org