|
Ezbenî
! Hêjî Dikarim Demê Pîne Bikim -
4 -
Konê
Reþ Ezbenî
! Ez
dikarim li heyam gudarî bikim Bê
çawa bi ser navê me ve vedibe Bê
derd, kul û xem dibihure …! Çiyako
li me ne fitile ! Em
wek þikêrên keviran e Di
quntarê te de. *
* * Ezbenî
! Min
bîr ne dibir ku Beriya
Mêrdînê, deþta Sinceqê Deþta
Sirûcê û çiyayê Kurmênc Di
hewþa mala min de radizên.. Qamiþlo,
Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî.. Her
êvar mêvanên min bin… Erê
Ezbenî min bîr ne dibir ku Darên
Beriwê ji ser çiyayên min birevin û
Darên
Çinarê, ewên kevnare bidin pey wan… *
* * Ezbenî
! Em
bi hêviya heyamekî nû ne; Heyamekî,
ku em porê serê wî Bi
çîrok û çîvanokên kevin û nû Þeh
bikin û bihûnin.. Êlekê
wî ji êþ û hisretan daweþînin… Erê
pêwistiya me bi heyamekê nû heye Heyamekî
ku ji tirsê ne tirse û Bi
cegerdarî karibe; Di
ser agirê gur re biqevêze û bibeze.. Erê
ezbenî, em bihêvîne ku careke din Kaniyên
çemê Xabûr der bibin û vebin Av
di best, cog û newalan de biherike.. *
* * Ezbenî
! Em bi hêviya bahozekê ne ku Ziman
bi hejîne û Bend
û lelan biþkîne.. Bi
hêviya ronahiyekê ne ku Em
canê xwe bispêrinê û rehet paldin… Bi
hêviya çiyayekî ne ku Pêve
hilkiþin, dinya û alemê bibînin û Kul,
eþ û birînên xwe nebînin.. *
* * Ezbenî
! Ne
hêsane ez dergehê gotinê bigirim û Bilivim
pêþ Ne
tu radiweste ezbenî û Ne
rê qut dibe.. *
* * Erê
ezbenî ! Çendî
spîbûn bi tirse ?! Bi
tirse ku; Em
sayebûna wê bi tariyê Bilewitînin… *
* * Ezbenî
! Dîroka
me þilfîtazî li pêþ me dimeþe Bi
dawîbûnan dagirtiye. Kêm
rûpel di tûrikê wê de parastîne Kêm
pênûsan li ser lat û zinarên wê Nivîsandine.. Erê
Ezbenî, dîroka me bi þewat derbas dibe, Bi
girî rojên me di buhirîn e.. Zimanê
me; toþî talanê dibe Ji
devê me didizin…û Wiha
bê dergevan, Bê
dost û yar em mabûn Bi
tene çiya, çiya dost bû Heval
û hogir bû û Dost
maye.. *
* * Ezbenî
! Hawara
Xelefê Þûvî Ji
mîr Bedirxanê Botanî re Zindî
ye: (Ez
Xelef im, Xelef im Ez
Xelefê Þûvî me Xwediyê
þûrê sedef im Hawar
e Mîr hawar e Mîr Yezdan
Þêr begê Botan e..!) Erê
Ezbenî, nerazîbûna Xelefê Þûvî Bi
mîrîtiya Yezdan Þêr Wefadarî
û mêranî ye.. Pêdiviya
me Bi
kesên wek wî û hawara wî hêjî heye.. *
* * Erê
ezbenî, bela heyv were ! Bela
dem were û çerx û dewran Bifitilin.. Bela
heyv were û bi me re meyê Vexwe Xwe
dûr neke û çiva nede xwe Çendî
ewir tarî be nikare wê Veþêre.. *
* * Were
baranê were ! Tofan
bi derengî ket Kûpê
çiyayê Cûdî hêjî spî xuya dike Gundê
Heþtêyan, bajarê Þernex û Cizîrê Lavijên
Botanî dixwazin… Stranên
me cemidî ne.. Awazên
me ziwa bûne.. Êdî
nema Mihemed Arif Cizîrî Strana
Eyþana Elî dibêje û ne Karebêtê
Xaço Strana
Lawikê Metînî di nuhirîne.. Baranê
me vegerîne, me vejîne Keskahiyê
bi ser me de bibarîne.. Bela
careke din kevoka aþîtiyê Þaxekî
darzeytûnê, bi nikilkê xwe Di
asmanê Kurdistanê de bigerîne.. *
* * Ezbenî
! min li piþta xwe hilgire û Nebdî
bibe.. Rê
di bin min de westiya…! Þevbuhêrkan,
canê min Ji
hawhaw ve xistiye… Were
! Were,
ez û te, her tiþtî ji bîr bikin.. Hezkirin,
bêrîkirin û evîn Tev
hatine þikestin.. Bendewarî
di vê netebitbûnê de Min
disotîne.. Lê
hejî ez dikarim Di
vî heyamê xerab de Çax
û demê xwe pîne bikim Erê
hêjî dikarim pîne bikim. Qamiþlo 02/12/2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org