EZBENÎ !

Konê Reþ

 

 

Ezbenî !

Carna tu nizanî çima þerê te dibe; Þerê dêmê te, navê te, navnîþana te, û ta bi livandina te dibe…hewildidin ku te bikin yekî din…duristiya baweriyên te biguherînin bikin derew, da ku te bikin wek xwe an te bikin xulamekî kedîkirî bi xwe re, li ber deriyê xelkê…

Pêwîste tu bi wan re bikene, temenê derewan kin e, çendî ew derew û xapên xwe xweþik û rindik bikin, rastiya her tiþtî piþtî pêlekê derdikeve..

Bi gurnije ezbenî, yê bi ser ketê tuyî, te xew li wan herimandiye..

 

*          *          *

Ezbenî ! Tu di bin çavan deyî !

Xerab zerevaniya te dikin,

Hewildidin ku li pêþ pêlên te yên gur bisekinin

Ma gelo keviz dikare bibe beden ji deryayê re?

An rewrewk bibe ewir di asman de ?

Kes nikare bi qûmê koçkan ava bike .

Guh li wan neke .

kevjal nikare darên beriwan ji qurim ve bibire .

tu xemgînî !

Ji ber ku derewan dikin  ?

An ji ber ku hewil didin bi navê te bazirganiyê bikin ?

Ne xeme …Derewçîn, bi derewan rojên xwe derbas dikin, tevî ku rojên wan kinin.. ji wan werê werîsê wan dirêje, li her derê dikarin bi gerin û kes nagihêje wan…

Bîr nabin ku ew wek rewrewkê ne, çendî tu nêzîk bibî bi dûr dikeve, û çendî tu bi dûrîkevî nêzîk dibe…a çê tu bi wan bikene..

 

*          *          *

 

Ezbenî ! Guh li kewtikewta sehan neke, ew sehe kedî ne, dûv û guh jêkirîne, li ber derê xelkê direyên, nêçîrê ji xelkê re dikin, bi kewtikewta xwe xelkê agahdarî derbas bûna kerwanê mirovantiyê dikin…

Ku te teyrê berate li cihekî dît, xweþ zanibe ku teyrê baz di wê herêmê re derbas bûye.

Gelo te bihîstiye rindekî þerê xerabekî kiriye ?!

Çendî ewir reþ, spî û tarî be nikare heyvê veþêre, ji ber ku ewir ne bi destê xwe ye, di  bin hêza ba de digere..

*          *          *

 

Ezbenî ! Ew nexweþ in, ne azadin, heyranên berjewendiyên xwe ne û armanca me azadî û serbestiye, mêzandina bi rex wan ve xisare, li wan mêze neke, wan di nexweþiyên wan de bihêle..

Ew ji azadî û duristiya te didexisin, kesî þerê mirovê nesax û dîl nekiriye .

Li wan ne fitile û ne wan bîne ber çavê xwe, ji xwe ew li vê yekê digerin ku xwe bikin hemberî te..

Ezbenî ! Cudahiyek mezin di navbera awazên çûkan û qurequra beqan de heye ..

Bi gurinje ezbenî..

 

26/10/2007

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org