|
ÊZIDÎYÊN
LI ÇIYAYÊ KURMÊNC(EFRÎNÊ)* Konê
Reþ
Kurdên Êzidî yên çiyayê Kurmênc(Efrînê), li rojavayî bajarê
Helebê; li deþta Cûmê, quntara çiyayê Kurdaxê û derdora çiyayê Lêlûnê(Seman),
bi cî û war dibin û jiyana xwe ji sedê salan ve li vê herêmê derbas
dikin. Xuyaye ku piþtî herifandina impiratoriya Xalitiyan, Êzidî di
welatê Mezopotamyayê de belav bûne, xwe li cihên asê girtine û
wiha jî hin ji wan li çiyayê Kurmênc û deþta Cûmê bicî bûne.
Dîrokzan dibêjin; di destpêka çerxê 13 an de, fermandarên Eyûbiyan
pêwendiyên xweþ bi þêx Mendê Êzidê re ava kirine û ew wek Mîrê Mîran
li ser tev kurdên herêma Þam û Helebê nas kirine. Di nav wan de kurdên
çiyayê Kurmênc bi êzidî û misilmanan ve. Û wiha xweþ salên aramiyê
di bin desthilatdariya þêx Mend de derbas bûne.
Piþtî þerê Çildîranê di sala 1514 an de û bi taybetî dema
sultan Yavuz Selîm, derbasî Misrê bûye, wî desthilatdariya Þam û
Helebê spartiye Îzeddîn bagê Êzidî, yê ku dibe ji neviyên þêx
Mend, û wiha Îzeddîn bagê Êzidî seroketiya mîrgeha Killisê kiriye -
Hingê herêma Efrînê jî bi ser Killisê ve bû- Wek tev mîrgehên
kurdan ku sultan Selîm soza xweseriyê bi wan re dabû.
Ta bi çerxê 17 an jî, hêj desthilatiye herêma çiyayê Kurmênc
tev di destê Êzidîyên herêmê de bû, lê jê û pêve hin bi hin ji
dest wan derket, ew jî bi sedema ku berberî û nekokiya xwe bi xweyî di
nav wan de balav bû, hem jî ji ber zilm û zora karbidestên Osmaniyan ku
þerê wan dikirin da ku wan bikin misilman.. û wiha gelek ji eþîr û
serokeþîrên Êzidîyên çiyayê Kurmênc ji neçarî bûn misilman wek
Mala Evdal li gundê Birca Evdalo û mala Baqûbî li gundê Xezawiyê..
Belê, berî û piþtî ku mirgehên kurdan bi destê Osmaniyan bêne
herifandin, her Osmaniyan xwestiye ku Êzidîyên çiyayê Kurmênc wek êzidîyên
deverên din bikin misilman. Hem jî Xiristyanan, di rêka gerokên xwe re
xwestine wan bikin Xiristiyan. Û wiha
di nav salan re 73 fermanên qirkirinê bi serê gelê Kurd yê Êzidî
de hatine, herêma Efrîn jî
di nav de. Gelek caran tûþî helandin û koçberiyê bûne û bi dehan ji
eþîrên wan, ji neçarî bûne misilman..
Di destpêka çerxê 20 an de, dema ku Kurdistan bi sînorê dewletên
dagirker hatiye perçe kirin, hinge mîrê Êzidîxanê, li gor rewþa gelê
Kurd yê Êzidî, Êzidîxan kiriye 7 herêm an (Sinceq), ji her herêmekê
re Tawûsek(Enzelek), bi nav kiriye, wek sembol ji hebûn û berdewamiya dînê
Êzidî re, da ku pêwendî û hevgirtinên gelê kurd yê Êzidî ji hev
qut nebin, bi hev re girêdayî bimînin û neyên helandin û biþaftin di
nav misilmanan de. Vêca Tawûsek ji wan Tawûsan bi navê (Tawûsê Helebê)
ji Êzidiyên sûriyê re hatiye terxan kirin. Her sal, di mehên biharî û
payîzê de Qewal û koçek, wî Tawûsî li herêmên Êzidîyan yên ku li
Sûriyê ne digeraînin wek: Efrên, Tirbespî, Hesekê, Amûdê û Serê
Kaniyê. Û ji wê hingê ve û ta roja îro Êzidî li herêma Efrînê û
deþta Cûmê, li Hesekê, Amûdê, Tirbespiyê û Serê Kaniyê xwe
parastine û dijîn.
Tevî ku Êzidiyên derdora Heleb û Efrînê dûrî (Laliþa Nûranî),
navenda rûhanî a Êzidîyetiyê ketine, lê her wan zimanê Kurdî yê ola
xwe parastine. Ew jî bi saya Þêx, pîr, Feqîr, Mirîd, Birayê Axretê
û Qewalbêjan.. Hem jî bi saya mezargehên pîroz yen ku di nav kurdên
Efrîne de belavin wek:
Mezargeha Þêx Berekat: Ji mezargehên Êzidîyan yên bingehîne li
baþûrî Xizêwiyê ye, ser çiyayê þêx Berekat e, baþûrî Efrînê ye
bi dor 30 km. Mezargeha
Çêlxane: Þikefteke di qontara çiyayê lêlûne de hatiye kolan, baþûrî
gundê Qîbarê ye, bi dor 2 km an û bi dor 5 km an baþûrî Efrênê ye. Mezargeha
Melek Adî: Dor 300 M dûrî Mezargeha
Çêlxane ye, nêzîkî kavlên Eþqîbar a kevin e, û di rex de goristana
herî kevnar a êzidîyan de yee. Birca
Cindî(Warê Xerqê): An Birca Pêbaweran, di rex goristana Qîbarê a kevin
de ye. Dibêjin bi keviran û xweliya bi þêr strayî hatibû ava kirin, lê
mixabin niha wêran e, bûye kavil. Mezargeha
Hicrika Þêx Hisên: Baþûrî gundê Qîbarê ye, li ser rêka goristanê
ye. Mezargeha
Þêx Rikab: Li gundê Þêx Eldêr an li Þadêrê ye, ji mezargehên
bingehîn e, di rex de goristanek êzidîyan a kevnare heye, êzidiyên van
gundan miriyên xwe lê vediþatin Basofanê, Kefer Zeytê, Xezawiyê Îskan
.. Mezargeha
Þêx Seydî: Di nava gundê Feqîra de ye. Mezargeha
Parse Xatûn: Li ser kûpê çiyayê Parsê ye, di rex gundê Qestela Elî
Cindo de, di baxerb de goristanek Kevin heye û di rex de kavlê keleha
malbata Cinbilat xuya dike. Mezargeha
Þêx Hemîd: Dor du km baþûr û baxerbî Qestela Elî Cindo ye, di rex de
goristana gunde û kin kavlên kevnar hene. Mezargeha
Þêx Elî: Di orta gundê Basûfanê deye. Mezargeha
Pîr Cafer: Di rex goristana þêx Henan de ye a ku Dr. Nûrî Dêrsimî têde
hatiye vaþartin. Mezargeha
Ebû Ke`ebe: Li gundê Ebû Ke`ebe ye, mezargehek giringe ji Êzidîyan re,
lê mixabin piþtî ku gund vala bûye bê guhdan maye. Mezargeha
þêx Menan: Li ser bilind cihekî ye di ser Kefer Cenê re, qurbanan lê
serjêdikin û heviyên xwe ji Yezdan dixwazin.. Mezargeha
þêx Qeseb: Li gundê Kilûtê ye, ser çiyayê Þêrewa an(Lêlûn) e. Wek
þikeftekê ye, av jê diniqute.. Bêguman
rola van mezargehên pîroz di mayîn, parastin û hebûna dînê Êzidîxan
de li herêma Kurdaxê pir mezin e.
Erê, roja îro li herêma Efrînê, Kurdên misilman û kurdên Êzidî
bi hev re dijîn, jiyaneke wek hevî, bi xweþî û nexweþiyê re, bi hev
re derbas dikin. Navê Eþîrên
wan evin: Xalitî, Anqosî, Dawidî, Keçanî,
Þerqiyan(Qûpanî), Reþikan, Denadiyan, Pîromerî(Þêrewa), Pûrî(Hekarî),Xast(Þerqî),Badînanî,(Nasreddîn)Þikakî,
Dumilî. Gundên
wan:
Ji
gundên Êzidîyan li navçeya Þikakan: 1 -
Qestela Elî Cindo: Dor 120 mal lê mane. 2 –
Baflûnê: Dor 70 mal heye.) Ev herdû gund tev Êzidî ne 3 –
Qitmê: 70 mal lê mane. 4 – Sînka:
nêzîkî navçeya Þera ye, dor 35 mal lê mane. 5 –
Elaqîn: Dor 25 malan lê mane. 6 – Sîceraz:
3 mal lê mane. Ji
gundên Êzidîyan navçeya Cûmê: 1
- Feqîra: nêzîkî Qîbarê û Efrînê ye dor 100 mal hene, tev êzidî
ne. 2
– Xezêwiyê: Dor 60 malî lê mane.Mala þêx Hisên Birîmo lê ye. 3
- Eþqîbar an Qîbarê: dor 70
malî lê mane . 4
- Turindê: Nêzîkî Efrînê ye, dor 20 malan lê mane. 5
- Þadêrê: nêzîkî Basûtê ye, dor 10 malan lê mane. 6
– Çeqela Cûmê: Dor 10 malan lê mane. 7
– Îska: dor 10 malan lê heye. 8
- Eyndarê: Ew jî nêzîkî Efrînê ye, dor 10 malan lê heye. 9
– Aþka Þerqî: dor 6 malan lê mane. 10
– Keferzîtê: Dor 40 malan lê mane. 11
– Qûçûmo: du mal lê mane. Ji
gundên Êzidîyan li Þêrewa Evin: 1
– Basûfanê: 130 mal lê hene tev Êzidî ne. 2
– Kîmarê: 10 mal lê mane.Mixabin ku roja îro dibin xaçparêz.. Kavilên
herî kevnar li vî gundî hene, ji wan kavilan kevanekî mezin li ser
dergehekî maye, weneyê du teyrên Tawûs li ser xuya ne… 3
– Gundê Mezin: Bi tenê 5 malên Êzidîyan lê mane. 4
– Be‘iyê: Dor 10 malan lê mane. Xelkên
van gundan dor 1000 mal hene, wek wan jî li Efrîn, Heleb û bajarên din
hene. Mirov dikare bibêje ku hejmara Êzidîyên li herêma Efrînê û yên
ku li bajarê Helebê û Efrînê akincî bûne dor 25,000 nefer hene. Belê
berî çerxê 20 an hejmara Êzidîyan ji hejmara wan ya îro bêtir bû. Wê
hingê li navçeya Cûmê 30 gundên wan hebûn, li navçeya Þikaka 20 gund
hebûn, li navçeya Þêrewa/Çiyayê Lêlûnê 18 gund hebûn.. Eger mirov xweþik di
navê gundan, eþîran û adetûteqalîdên wan de biponije, wê bibîne ku
pirraniya xelkên Efrînê berê Êzidî bûn.. Êzidîyên
Efrînê gelek cejnan li hev pîroz dikin; wek: Cejna Rojiyê: Ev
cejin ji bi du beþa ye; Rojiya çilê Zivistanê ku di keve çilê çil de
û rojiya çilê havînê ku di keve çilê havînê de. Cejna Sersalê: Ev
cejin, dikeve çarþema pêþîn de ji meha Nisanê a þerqî, hem jî jêre
dibêjin Çarþema Sor. Cejna Xidir Îlyas: Hem jî bi navê (Pêxwînê)
an Bêxwînê, An cejna Miradan, tê naskirin. Ev cejin mîna cejna
Valantain e an cejna Evînê ye, dikeve roja îna pêþîn ji meha sibatê a
þerqî de. Rêûresmên vê cejnê yên taybetî hene; divê xwarinek ji
heft bizrên nebatan yên wek: Genim, nok, fûl, fisteq, behîv, garis, kuncîbê
çêkirin, piþtî ku tev bi hev re bêne hûr kirin, têr xwê dikin û êvara
roja îna pêþîn ji sibatê dixwin û li ser radizên û her yek daxwazekê
dixe dilê xwe de.. Dibêjin Xwedê daxwaza
wan pêk tîne.. Cejna wan a Biçûk: Berê cejna biçûk a misilmana
ye bi rojekê. Lê Cejna wan a Qurbanê: Bi eynî cejna
Misilmanan a qurbanê re ye.
Ji Þêx, Axa û maqûlên Êzidîyan di destpêka çerxê 20 an de,
mirov dikare van navan bibêje: Dewrêþ axa Þemo, wek serokê eþîrên Êzidîyên
Çiyayê Kurdaxê dihat nas kirin û endamek bû di komela Xoybûnê de. Piþtî
kuþtina wî di sala 1931 ê de, kurê wî Cemîl Axa û Apê wî Omer Axa
ji mala Þemo li gundê Qîbarê, serokatiya Êzidîyên Kurdaxê kirin.
Weha jî mala Izeddînê Þeref li Þadêrê, ku pirê wan niha bûne
misilman wek axa û maqþlên Êzidîyan dihatin nas kirin… Hem jî þêx
Elî kurê þêx Berekat, wek þêx û serokê eþîra Denan dihat nas
kirin, di sala 1994 an de wefat kiriye.
Belê roja îro þêx Hisên kurê þêx Hesen ê Birîmo /1934/, li
gundê Xezawiyê wek serok û þêxekî navdar e di nav tev Êzidîyên Sûriyê
de. Di roja 11/02/2009 an de çûm mala wî gundê Xezawiyê û min suhbetek
dirêj pêre derbas kir.. Wî ji min re got ku hejmara me Êzidîyên Sûriyê
dor 50,000 nefer heye, ji wan 25,000 li herêma Efrîn û Helebê ne û
25,000 li Cizîrê ne. Û ji þêxên din yên ku îro di nav Êzidîyên
Efrînê de hene: Þêx Omer ê Þêxo Bekir e, bi temenê xwe xort e, li
gundê Qestela Cindo dimîne. Hem ji Þêx Mihemed ê Xelîlê Kalo ye/1938,
li gundê Birca Evdalo dimîne û þêx Nûrî li Heleb, taxa þêx Meqsûd
dimîne, û ew biraziyê þêx Hisên ê Birîmo ye.
Ola Êzidîyan ji olên herî kevnar e di dinyayê de, olek çiyayî
ye, li ser bingehê bûyerên xweristî hatiye ava kirin. Kok û rehên xwe
ji bîr û baweriyên xelkên herî kevnar distîne wek Hindiyan,
Hindoewropiyan û xelkên mezopotamiya. Hem jî gelek bîr û baweriyên þaristaniyên
kevin wek Someriyan, Babiliyan Aþûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û
hilaniye... Erê ola kurdên Êzidî oleke çiyayî ye, oleke þuristî ye,
Oleke aþitîxwazane ye. Jêderên
û perawîzên ku min sûde ji wan girtiye: ·
Di rojên 10-11-12-/02/2009an de, bi gereke
taybet, bo danheva pêzanînan li dor gelê
Kurd yên ku bi ola xwe Êzidî ne, ez çûme bajarê Helebê, Efrînê û
Çiyayê Kurmênc an Kurdaxê(Deþta Cûmê, Naçeya Þikaka û çiyayê Lêlûnê(Þêrewa).
Di vê gerê de ez li gelek gundên Êzidîyan geriyam, çav bi gelek kalemêr
û zanayên wan ketim û min gelek pirs ji wan kirin. Ji wan kesên ku min
ew dîtin û pirs ji wan kirin evbûn: Þêx Hisên kurê þêx Hesen ê Birîmo
li gundê Xezawiyê, Þêx Omer ê Þêxo Bekir li gundê Qestela Cindo,
Mehmûd keleþ li gundê Qîbarê(Elhewa), Fûad Hiso û biraziyê wî Heval
Hiso li Gundê Qestelê, Bavê Evdo li gundê Kîmarê, Dewrêþê Nasirê
Þemo li gundê Qîbarê û wiha gelek kesên din. Li Helebê, taxa Þêx
Meqsûd jî, ez çav bi gelek Êzidîyan ketim, ji wan kalemêrek bi nave
Hesenê Nebo, temenê wî dor 95 salî, jêre digotin HECÎ, xuyaye ku ji
berî çend salan ve, tewafa Laliþa Nûranî kiriye û bûye Hecî.. ·
Dr. Zerdeþt, Bavê Leheng: Kovara Laliþ
8/1997, Gundên Ezidîyan li devera Efrîn/Sûriye. ·
Roger Lescot: Kovara Elhîwar 21/1998, Eþair
Cebel Elekrad/ Kurdax, mintîqet Efrîn, wergerandina B. Êva. ·
Kemal Tolan: Kovara Laliþ 20/2003. Êzidîyên
li Kurdistana Rojava. ·
Konê Reþ: Cimiyet Xoybûn 1927 We Weqayî
Sewret Ararat 1930, Hewlêr 2000. * - Roja
îro em dibêjin Efrîn, lê berê bi navê Çiyayê kurmênc dihat
naskirin. Di heyamê Osmaniyan de, navê wê guhertin û kirin Kurdax, piþtî
ku Osmanlî derketin û heyam bû erebî, Ereban navê wê kirin Cebel
Elekrad, vê paþiyê li vê yekê jî nesekinîn, niha di nivîsên xwe de
dibêjin Çiyayê Helebê. Konê Reþ Qamiþlo
20/02/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org