|
ÊZÎDIYÊN
CIZÎRÊ; TIRBESPIYÊ, AMÛDÊ, SERÊ
KANIYÊ Û HESEKÊ - 3 - Konê Reþ
( Lo
lo Hey lo lo.. Edûlê dibakê; de werin, werin gelî hevala, gelî hogira!
Em ê du'akê ji rebê xwe bikin; îsal payîzxêr zû li welatê me biketa,
giya bibûna çar tiliya, na welleh çar buhista… Selefa siwarê Derwêþê
Evdî hatiba devê konê bavê min keçikê birawesta, Derwêþê Evdî
tasek ava cemidî ji min bixwesta... Ji kêfa ji eþqa, ji leza xirxalê
lingê min bifirya, bazinê destê min biþkesta… Ez ê çûbama ber kunê
ava nîvê þevê, tasek ava cemidî, qerisî bidagirta, çireçira þîrê
xav ji sînga xwe bidota, destê xwe bavêta bêrîka xeftanê Þamgeylanî,
çengek þekirê xiloxavî li nav bixista… Bi destê rastê, rahiþta tasa
avê, bi destê çepê jêre kiriba kemberbesta… Min ê ew tasa cemidî hêdî,
hêdî biriba ji ezîzê dilê xwe re, daba desta… Bera hingî Derwêþê
Evdî çavê xwe li min biþkenanda, lêvên xwe li min bigezta… Hingî
mirad û meqsedê min li dinyayê çibûna, min ê ji nûka ji rebê xwe
bixwesta…) 3
- Êzîdiyên Devera Serê Kaniyê:
Wek ku me di beþê pêþîn de da zanîn ku, Beriya Mêrdînê ji çemê
Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj
dibe. Ango ew cihê ku ev eþîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî(Temikî,
Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî( Milanên Xidir Axa an Milanên
Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê Zirganê û ber bi
rojava ve, dibe deþta Wêranþarê, ew jî cihê rûniþtina du eþîrên
kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paþê. Gelek kalemêrn herêmê yên
ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin:
Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê
Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 k m ta bi
rojavayî Serê Kaniyê bi 22 k m, jêre dihat gotin Milan û deþta Wêranþarê.
Wek ku diyar e, herêma Wêranþarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê
ji sedê salan ve, cihê van eþîrên Kurdan yên Êzîdî bû; Dena,
Xalta, Þerqiya û Sûaniya. Mirov dikare bibêje ku bêtir cihê Eþîra
Dena bû. Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û
cefayê ve, ji ber þerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî û erebên
misilman yên eþîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji Êzîdiyên herêmê
tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn, ber
bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Þingalê û Kurdistana baþûr girtin, hin
ber bi rojava ve, xwe li çiyayê kurmênc girtin, hin ji ber zilm û zorê
bûn misilman û hin di beriya Mêrdînê û Wêranþarê de belav bûn..
Xwe di nav eþêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eþîra
Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paþê, ku
piraniya wan roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja Îro gundên wan
di nav gundên Ereb û Kurdên misilman de belavin.
Li Beriya Wêranþarê, gundê Xirbê Betanê,
gundê herî rojavayî Serê Kaniyê ye, min ji kalemêrekî Êzîdiyên
Xalta pirsî: Hûn ji kengî ve hatine vê beriyê? Bi keser li min
vegerand û got: Bersiva vê pirsa te zor çetîne.. Ez jî nizanim em ji kû
hatine… Tiþtê ez zanim ku em li vêr çêbûne, lê bav û kalên me li
gelek devera geriyane ta ku gîhan vê deverê... Çima em belav bûn, hatin
kuþtin û qirkirin çima..!! ez jî nizanim…?!! Ji gundên
Êzîdiyan yên rojhilatî Serê Kaniyê evin: Can
Temir: Gundê
Êzîdiyên eþîra Xalta ye. Li ser çemê Circibê mezin e, rojhilatî Serê
Kaniyê ne bi dor 18 k m an. Hejmara malên gund dor 35 malî heye. Þêxên
wan mala Þêx Eyoyê þêx S'ado ne. Pîrê wan Hesen Mema ne. Mixtarê
gund Xelîlê heso ye. Goristana wan mezine, ji gelek gudan miriyên xwe lê
vediþêrin, dor 500 m dûrî sînorê tirkiyê ye. Zêdiyê:
Ew jî gundê Êzîdiya ye, yên eþîra
Xalta, dor 500 m nêzîkî Can Temir e, dor 25 malan lê heye. Þekiriyê:
Gundê Êzîdiyên eþîra Xalta ye. Nêzîkê gundê Can Temir e. Gundê
Fewazê Temê, mala Reþê Bûbê û mala Seîdê Silo ye, dor 22 malan li
gun heye. Til
Beyder: Gundê þêx Hesenê þêx Hemûd e,
temenê wî di ser 80 salî re ye, ew þêxê Êzîdiyên Þerqiyan ê Serê
Kaniyê bi tevayî ye. Tenê 6 mal li Til Beyder mane..Ew jî Þerqiya ne. Mirêkîs:
Bi tenê 2 mal lê mane, yek ji Xalta ye û yek ji Adiya ne. Derdara:
Bi tenê 6 mal lê mane, ew jî Þerqiyane ji berî Merwana, wek mala þêxê
Biro.. Cahfa:
Dor 10 malan lê maye, ew jî Þerqiya ne û ji van beran e: Qopana, Bilika
û Merwana wek mala Idoyê Mistefayê Sîno. Til
Sexir: Gundê eþîra Xalta ye, dor 15 malan lê
maye, xwediyên gund mala Mi'oyê Hiço ne, þêxên wan mala þêx Eyoyê
þêx Sa'do ne, goristana wan li gundê Zêdiyê ye an li gundê Can Temir e
Lizge:
Gundê mala Hesenê Xabûr e, 5-6 mal lê mane, ji eþîra Maseka ne. Esediyê:
Li baþûrî Serê Kaniyê, ser riya Til Temir bi dor 10 k m ye, piraniya
gund ji eþîra Xalta, Torina û Bilika ne, Gundê Biroyê Brahîm û Eyoyê
Sem'o ye. Belê ji gundên Êzîdiyan yên Rojavayî Serê Kaniyê evin: Xirbê
Betanê: Dor 22 k m rojavayî serê Kaniyê
ye, 3 k m dûrî sînorê tirkiyê ye û 55k m dûrî bajarê Wêranþarê
ye. 10 malên Êþîra Xalta lê hene, ji berê Milika ne, ji malbata
Sînoyê Birhê ne. Niha Ze'îmê Sînoyê Birhê mezinê gund e. Þêxên
wan mala Eyoyê Se'do ne, niha kurê wî þex Brahîmê þêx Eyo ku li gundê
Til Tewîl dimîne þêxitiya wan dike. Goristana wan li gundê Til Xenzîr
e. Til
Nayif: Ew jî tev ji eþîra Xalta ne, ji berê
E'cac in, malbata Dirê'yê Sîno ne. Dor 7 malan lê maye, þêxên wan eynî
þêxên mala Eyoyê Se'do ne û goristana wan li eynî gund e. Til
Xenzîr: Bi tenê malek Xaltiyan lê maye, ew
jî ji berê Þadka ye, ji malbata Ehmedê Nayifê Hûtê ye. Qîzê:
An Ebû Ceradê, herdu yek gundin. Gundê mala Îbrahîm Paþê bû.. Berê
dor 20 malên Êzîdiyan lê hebûn, lê niha kavil e, kes lê nema ye,
piraniya wan çûne Elmaniya û Serê Kaniyê. Tilêliyê:
Xelkên vî gundî ji van berên Þerqiyan pêk tên; Qopanî, Adiya,
Merwana, Torina, Milikan.. Dor 10 malan lê mane. Ji malmezinên gund yên
berê mala Eyê Xilê Hesen bûn, ew jî dibûn ji torin û pismamên Derwêþê
Evdî axa. Goristana wan li gundê Derdarê ye, rojhilatî Serê Kaniyê, li
ser çemê Circib. Goristana Derdarê a Êzîdiyên Þerqiya bi tevayî ye.
Þêxên wan mala mala þêx hesen in li gundê Til beyder. Li Serê
Kaniyê jî dor 30 malên kurdên Êzîdî hene, mala þêx Hesenê Hemûd,
ji gundê Til Beyder wek þêxên
Þerqiyan yên Serê Kaniyê têne naskirin. Çavkanî: - Þêx
Hesenê Þêx Hemûd: Di sala 1929 an de li gundê Qûliyê çêbûye, roja
îro ew þêxê olêye ji eþîra Þerqiyan re a Serê Kaniyê. Kurê wî þêx
Xelefê þêx Hemûd pêre alîkariye dike(1956 li Til Beyder çêbûye),
hem jî Cemîla Heydê, kebaniya þêx Hesen, di warê Êzîdiyatiyê de pir
jîr û zana ye, temenê wê dor 75 salan heye. Ez ji sihbeta wê têr nebûm…
Til Bêder roja 26/06/2009. - Ze'îmê
Sînoyê Birhê: Ji eþîra Xalta ye, sala 1954 çêbûye, niha li gundê
Xirbê Betanê dimîne. Xirbê Betanê roja 26/06/2009. - Hecî
Mehmûdê Xelef: Misilman e ji eþîra Kîka ye, sala 1950 li gundê Qereqûbê
çêbûye, niha mala wî li Serê Kaniyê ye. Serê Kaniyê roja 26/06/2009. 4
- Êzîdiyên Devera Hesekê:
Êzîdiyên devera Hesekê dikevin orta Beriya Mêrdînê, ango
navbera bajarê Mêrdînê û çiyayê Ebdulezîzê… Ew jî wek Kurdên Êzîdî
yên mayî, ji neçarî, xwe li vê Beriya Mêrdînê girtine.. Xwe lê
parastine û gund ava kirine.. Bi taybetî piþtî mirina Ibrahîm Paþayê
Milî di sala 1908 an de, li gundê Sifeya, (bakurî bajarê Hesekê bi 20
km), û herifandina hevbendiya Milanên Paþê di sala 1919 an de.
Mirov dikare bibêje ku, bi dagirkirina Fransizan ji Cizîrê re, konê
aramî û tenahiyê bêtir ji berê hat vegirtin, û wiha Kurdên Êzîdî,
ji êl, eþîr û beran, gelek gund di devera Hesekê de ava kirin.
Gundên
devera bajarê Hesekê evin: Bor
Seîd: Gundê Evdiyê Biro ye, Sûanî ne, bi
tenê 9 mal di gund de mane. Xirbet
Dîlan: Gundê mala Hemê Bêþo û Xelefê
Silfîc e, Sûanî ne, dor 17 malan lê maye. Me'ik:
Gundê Ezîzê Lihêb e, Sûanî ne, xelkên wê mirîdin, 12 mal di gund de
mane. Hêþerî:
Gundê Biþarê Mihemed û Nayifê S'edo ye, Su'anî ne, gundekî têvel e,
bi tenê 15 mal di gund de mane. Avgîra:
Gundê mala Elîkê Evdî Gurî ye, Xaltî ne, þêxo Bekira ne, bi tenê 6
mal di gund de mane. Xirbet
Cemel: Gundê mala Tozo ye, ew ji eþîra
Xalta ne, þêxên wan, þêxê þêxo Bekira ne, bi tenê 20 mal li gund
mane. Morîk:
Ev gund jî yê mala Miçhimê Eyo ye, axayên Þerqiya ne, ji pismamên
Derwêþê Evdî axa, bi tenê 7 mal lê mane. Nasiriyê:
Bi tevayî ji eþîra Þerqiya ne, gundê Hemê Ehmedê Eyo ye, axayên Þerqiya
ne, ji mirovên Derwêþê Evdî axa ne, niha bi tenê 7 mal lê mane. Enteriyê:
Tev ji eþîra Dena ne, gundê
Elyasê Ûnisê Me'mê ye, bi tenê 10 mal lê mane. Mehmûdiyê:
Gundê Emînê Sefer e, Xaltî ne, berê 6 malên wan lê hebû, niha vala
ye. Gir
Reþ an Til Eswed Xerbî: Gundê Ehmê Biro
ye, Denî ne, bi tenê 8 mal li gund mane. Gir
Reþ an Til Eswed Þerqî: Gundê Eyê Me'mûd e, Eþîra Reþika ne, 12
mal lê mane. Qumer
Xerbî: Bi tevayî
ji eþîra Dena ne, gundê Heso Hecî Reþo ye. Bi tenê 20 mal lê
mane. Qumer
Þerqî: Gundê Dawidê Elê Memê ye, ew jî
Denî ne, bi tenê 7 mal lê mane. Cidêdê
/1: Du Cidêdê hene, herdû jî yên malbata
Kuçûkê Elone, eþîra Dena, bi tenê 8 mal li vê Cidêdê mane. Cidêdê
/ 2: Gundê Salihê Hesenê Kuçûk e, bi tenê
6 mal lê mane. Til Têr:
Gundê Derwêþê Þêxê Heso ye, 20 malên Dena lê mane. Xirbê
Þadî: Gundê mala Cel'o û Bekiro ye, Suanî ne, bi tenê 12 mal lê mane. Berzan:
Gundê Evdê Kelo ye, 25 malên Sûaniyan lê heye, hin malên Ereba jî lê
heye. Zêdiyê:
Gundê Ibrahîmê Hisên e, bi eslê xwe Pîr e, Ji tev eþîran lê heye,
di ser 90 malên Êzîdiyan dig und e heye. Tolko:
Gundê Kemalê Xelefê Þelaþ û Eliyê Ne'mo ye, Þerqî û Xaltî û Þêx
in, hejmara daniþtiyên gund di ser 85 malî re heye. Til
Tewîl: Gundê Þêxê Mûsê ye, ji tev eþîr
û beran lê heye, hin Ereb jî lê hene, hejmara malên Êzîdiyan di ser
40 malî re heye. Silêmanî:
Gundê Dawê Himûd e Bi piranî ji eþîra Dena ne, di ser 90 malên Dena
dig und de heye di gel çend malên Ereba. Xirbê
Xidir: Gundê Nimanê Oso ye, þêxê Þêxo
Bekira ye, Xaltî ye, 10 mal dig und e mane. Tiwêne(Toq
Elmilih): Bi tenê 6 malên Þerqiyan lê
mane, ew jî mala Xelefê Cello ne. Xêbiþ:
Bi tenê malek lê maye, ew jî mala Hesê Hisên e. Til
Temir: Bi tenê malek Xaltiya lê heye, ew jî
mala Xidirê Emîn e. Hesekê:
Di bajarê Hesekê de, jî dor 100 malî heye ji þêx, mirîd û pîran, ji
tev eþîr û berên Êzîdiyan lê hene. Li Qamiþlo jî dor 30 malên Êzîdiyan
heye.
Goristana Êzîdiyên Þerqiyan yên devera Hesekê li gundê Tolko
û Avgîra ye, lê guristana Êzîdiyên Xalta yên devera Hesekê li Gundê
Gir Reþ e û a wan li devera Amûdê li gundê Gundor e. Paþgotinek
pêdivî:
Ez ne bawerim ku di dinayê de, fermanên tevkujî an cenasid an
enfalkirin berî ferman û tevkujiya Kurdên Êzîdî bi pilan, rêk û pêk
derketibin.. Ew fermanên ku ji orta çerxê 16 an ve, bi rengekî
fermî destpêkirine û wiha 72 an 73 farmanên cenasîdî bi ser gelê me
Kurdên Êzîdî de hatine.
Ola Kurdên me yên Êzîdî, ji kevntirîn olên dinyayê ye.. Oleke
kurdî a orjînal e.. Dû'a û limêjkirna vê olê bi zimanê Kurdî ye..
Ev ol bi koka xwe li olên Hindo- Îranî yên Mezopotamyayê ye vedigere..
Oleke xweristî û serbixwe ye.. Kevnetorekî oldarî yê taybet pê heye,
ew jî bi zimanê Kurdî ye.. Lê mixabin ev ol ta roja îro di gerînokeke
vaþartî û ne beyan de dijî û ji ber ku olek devikî ye, bi tenê di sînga
Qewal, Pîr û Þêxan de maye parastî.. Cihê daxê ye ku ji pirensîbên
vê olê, destûr nine ku kes bibe Êzîdî..! Ango, ne oleke belvbûnê
ye.. Ev yek jî bûye sedemek bingehîn ku þerê wê bibe û bi demê re,
di nav olên din de bihele û winda bibe..
Ez wek nivîskarekî kurd, parastina vê olê ji mercên sereke dibînim,
hebûna wê, hebûna kurdewariya resen e.. Bi saya qewil, beyt û du'ayên vê
olê, gelek ji gotinên me yên orjînal, ji talanê hatine parastin û wek
ku hûn tev dizanin; ziman, þertê hebûna gelan a pêþîn e…
Qedexekirina vê olê, qedexekirina zimanê Kurdî ye û parastina wê,
parastina kurdewariya resen e... Çavkanî: - Þêxmûsê
Hisênê Ûso: Xaltî ye, sala 1917 an li gundê Seyrekê, wîlayeta
Diyarbekir çêbûye, niha li gundê Tolko dimîne. Roja 02/07/2009. - Nisoya
Doþê Reþo: Denî ye, sala 1935 li navça Amûdê çêbûye, kebaniya Þêxmûsê
Ûso ye, li Tolko dimîne. Roja 02/07/2009. - Elyasê
Þêxmûsê Ûso: Xaltî ye, sala 1955 li gundê Gumer Xerbî çêbûye û
niha li gundê Tolko ye. Elyas di ware eþîrên Êzîdiyan de pispore, li
gor zanebûna xwe dizane kijan eþîr ji kû hatiye, ji kîjan berî
ye…Roja 30/06/2009 û roja 02/07/2009. - Ebdoyê
Eliyê Biro: Þerqî ye, sala 1933 an li gundekî devera Wêranþarê çêbûye,
niha li gundê Tolko dimîne. Roja 02/07/2009. - Sibhiyê
Mihemed: Dengbêjekî gelêrî ye, ew ji eþîra Þapezniya ye, di sala 1947
an de, li gundê Þewitî, nêzîkî Qamiþlo çêbûye û lê akincî ye.
Min ev perçe strana Derwêþê Evdî di roja 01/06/2009 an de, ji zardevê
wî girtiye.
Konê Reþ Qamiþlo
12/07/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org