Konê Reþ, Amûdê 02/11/2004
Li ser daxwaza min û heval û hogiran, bê dil û bi xemgînî ez van çend gotinan di bin konê þîniya koçkirina hevalê xwe û we Ferhadê Çelebî û herdû birayên wî di xwînim..
Wek
ku tev dost û heval dizanin, me ji dor 15 salan ve bi hev re daye û
standiye, di wê navê re me gelek caran aheng, bîranîn, þevbuhêrk û
kor li dar xistine û me gelekî xwe di ber tore û çanda kurdî de
westandiye..ango me gelek qiriktalî bi dost û hevalan re derbaskiriye..Tev
ji bo belavkirin û pêþxistina zimanê kurdî di nav gel de.
Bi
sehkirina ku ew û herdû birayên xwe Zibêr û Þêro di bûyereke
tirafîkê de koça dawîn kirine, di derhal de ez li jiyanê û qederê
vegeriyam û min ji xwe re got:
-çima
wisa qederê ?!
Jiyan
xweþe, careke nabe dû car, çima wisa lê qederê ?!
Erê
jiyan xweþe, û careke nabe dû car, xweþbûna wê di hêvî û omîdan de
ye, di dost û hevalan de ye, di asteng û dijwariyan de ye..
Hêvî
û omîd, dost û hevalên bi rûmet û alozî û asteng jiyan bi xwe ne. Bêyî
wan jiyan bê xwê ye, kelê ye û bê tame..
Tevî
ku jiyan tijî bûyere, û bi bûyeran þêrîn û tal dibe, lê dema ku
qeder tê her tiþtî di nav lingê xwe de diperçiqîne; çê û ne çê,
erênî û neyênî, gewir û tarî, þevê dike roj û rojê dike þev...!
Qeder
lerezîne, bablîsoke, qiyamete, mirine ..Erê mirine, mirineke reþe..Tevî
van sosretiyana deriyekî di jiyana mirov de vedike. Qeder deriyekî nû ye
ji jiyanê re.
Mirin
jiyane, ku mirin nebe, jiyan cihê xwe nabîne. Jiyan cihê xwe di þûna
mirinê de dibîne. Her mirinek jiyaneke û her jiyanek mirineke.
Lê
ji bûyerên herî berz di jiyana mirovan de QEDERE, Qeder jî, bê
pirs li dergehê jiyana mirovan dide û derbas dibe, çi bi dilê wî mirovî
be an bê dilê wî be, çi pê kêfxweþ be an pê dilreþ be, qeder bê
pirs derbas dibe û jiyana wî mirovê ku qeder bi ser de hatî ji kok ve
diguherîne.
Sebaretî
hevalê me Ferhadê Çelebî û qederê; ew þivîleka ku dabû ser
û keysa xwe xweþ dikir ku têre derbas bibe, qederê ew þivîlek ji ber
çavên wî winda kir û rê nedayê ku careke din bi welatiyên xwe re
bigirî, bi heval û hogirên xwe re bireqise û
bi zarokên xwe re bikene..
Erê,
jiyan, mirin û qeder yek terzin, yek celebin, tev li hevalê me bûn yek û
ew ji ber çavê me winda kirin, belê her wê navê wî di hiþ û wijdanê
me de nimîne zindî.
Bi
vê helkeftinê em sersaxiyên xwe ji zarokên wî, xizmên wî û heval û
hogirên wî re pêþkêþ dikin û rehmeta Xwedê li giyanê wî bibare.
Amûdê
02/11/2004
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org