Di bûyereke tirafîkê de helbestvan Ferhadê Çelebî di gel du birayên xwe mirin

 

helbestvan Ferhadê Çelebî

Konê Reþ, Qamiþlo 31/10/2004

 

Îro, 31/10/2004 li ser cada ku ji Qamiþlo diçe Heleb, nêzîkî bajarê El-Reqe di rûdaneke tirafîkê de hevalê me yê nivîskar Ferhdê Çelebî (43 salî) di gel du birayên xwe(Zibêr 50 salî) û (Þêro 41 salî) mirin, û zavayê wan (Siyamend Cûma) yê ku bi wan re bû birînên wî dijwar in. Sibe sibehê 1/11/2004 wê termê wan bigihêje Amûdê û di goristana bajêr de bêne veþartin..

Hêjayî gotinê ye ku wî di sala 1985 an de xwendina xwe di zanîngeha Þamê de fakulta abûriyê de qedandibû,û

-Endam bû di komîta navendî ya Partiya Demoqrata Pêþverû Kurdî li Sûriyê.

-yek bû ji xwediyên kovara Zanîn.

-Yek bû ji damezirênerên festîvala helbesta kurdî li Sûriyê.

-Yek bû ji berpirsiyarên kovara Gulistan, ewa ku seydayê Cegerxwîn di sala 1968an de derdixist.

-Roleke wî ya berbiçav hebû di komên folklorî kurdî de, hem jî di aheng û festîvalan de..

-Helbestvan bû, dîwanek wî heye di gel çend destxetên ku nehatine çapkirin û dîwanek helbestên helbestvanê ereb rehmetî Riyad Salih El-Hisên wergerandibû zimanê kurdî..

Sed rehmet li giyanê wî û herdû birayên wî bibare, buhiþt cihê wan be û tenduristîke çak û zû ji zavayê wan Siyamed re be.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org