|
Ferhad
Þakilî, ji devê ketiye û hop hopa wî ye! Konê Reþ
Piþtî ku min gotarên birêz Hesen Silîvanî,
mamoste Heder Omer û Dr. Husên Hebeþ xwendin, ku van camêran wek bersiv
li birêz Ferhad Þakilî vegerandine, li dor gotinên wî di kongireyeke
perwerdeyî de li Hewlêrê, di roja 22-24-ê gulana 2007-an de. Ew kongerê
ku Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê di bin duriþma (
Zimanî standardî kurdî û elfubêyî
standardî kurdî ) pêkanîbû. Di
vî kongerî de F. Þakilî wiha gotiye:
(Di nav kurdan de tukes wek malbata Bedirxan tune ye, ku weha dilsoz be ji bîrûbawerî û îdyologiya Etatûrk re. Ew bi nav li diji Tirkiyê bûn, lê di rastîyê de lihevnehatina (nakokî) wan tenê liser deselatdariyê bû. Celadet û Kamiran Bedirxan di tevahiya jiyanên xwe de hewla wê yekê dane, ku zehvî (teqlîd) Etatûrk bikin, pir begemdarê (mu `iceb) hizirkirina (ramankirina) Etatûrk bûn.) „Celadet û Kamiran di warê
siyasî de hatin þikestin, xwestina wan ew bû, ku di biwarên zimên û çandê
de biserkevin. Malbata Bedirxan her piþtî hilweþandina mîrniþîna Botanê
li Istanbûl, Kirêta û li çend cihên din jiyan. Lê tevgirêdana wan tim
bi dezgehên împeryalîstan re hebûn, bi taybetî bi dezgehên çasûsî
re û bi wan re kardikirin. Ev jî bicarekê ne karekî ecêb e, ji ber ku
em dizanin ku jêderên (çavkaniyên) îdyologî yên Etatûrk û
Bedirxaniyan yek in, herduyan ji kaniyeke jehrayî vexwarine). (Min ev bend ji banga Dr. Husên Hebeþ guhestiye). De yabo ! Werin, vî kerî di vî
bihurî re derbas bikin, û kirasê xwe neçirînin.. û bersiva Ferhad Þakilî
bidin… Ferhad Þakilî, evê ku mîna
wî kesê, ku ji devê ketibe û hop hopa wî be..Mîr Celadetê ku
13 salan di berhevkirina Alfabeya kurdî latînî de xebat kiriye, di tev
jiyana xwe de berberiya Mustefa Kemal kiriye, îro sakûlek wî bi Etatûrk
ve girêdide û dibeje îdiyolojiyên Etatûrk û Bedirxaniyan yek in..!!
Tevî ku Mîr Celadet Bedirxan ne yê ku mirov bervedêriyê di berde bike,
ji ber ku wi di gelek cihan de bersiva
gelek kesan daye..De ka werin em bi hev re lê guhdarî bikin, bê ew bi xwe
di vî warî de çi dibêje û çi bersiv daye: (...Ev elfabêya hanê ko îro em
zimanê xwe pê dinivîsin paþiya xebateke salanên dirêje. Di sala 1919
an de, me dabû çiyayê Meletiyê. Em ketibûn nav eþîra Reþwan. Mêcer
Nowel(Ingilîzek) jî di gel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî
ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tiþt dinivîsand.
Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li
nivîsên xwe çavên xwe digernandin, dixwend û diedilandin.
Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê diþwarî
destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û,و)
ji (O,و) û (I,ي)
ji (E û ي) b. p
derdixistin. Diketim ber hezar dijwari. Ma çiman ?..Ji ber ko Mêcer bi
herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê di
cih de, min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên elfabeyek latînî. Êdî
min bikariya destnivîsa xwe paþ hezar salî jî, bê diþwarî û weke xwe
bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihate sekinandin. Lewra ko di elfabêya latînî de, tenê 26 herfên
serxwe hene û di zimanê kurdî de deng ji 26 an bêtirin, gelek herfên
hevdudanî ketibûn nav elfabêya min weko: ch, ou, aî. Ji xwe di zarotiya
xwe de, wekê min di dibistanan de dixwendû hînî herfên erebî û latînî
dibûm, tiþtek hebû ko min di çavê xwe re dikirû ji bona herfên erebî,
di dilê xwe de digot: Ev elfabêyek welê ye ko dengin dide xwendin ko nayên
divîsandin, û latînî yek car vajî wê ye, herfin dide nivîsandin ko
nayên xwendin. Belê fikra min dibabeta van her dû elfebêyan de ev bû.
Bawer bike bi vê fikra ko min ji zarotiya xwe ve di serê xwe de bixwdî
dikir, kêfa min ji herfên hevedudanî re ne dihat. Hingî ji zimanên ko
bi herfên erebî nayêne nivîsandin min yûnanî, hinekî fransîzî ûelfabêya
rûsî nas dikirin. Hema di ciyê de, rabûm herçî herfên hevedudanî ji
elfabêya xwe derêxistin û li þûna wanji elfabêya yûnanî û rûsî
herfên derxwe êxistin. Bi vî awayî min elfabêyek bi sîh û þeþ herfên
serxwe existî bû dest xwe. Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê,
bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û ferhengeke kiçik nivîsand û
ji bona çapê kar kirî bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheng
îro di destê min de ne. Di sala 1925 an de, di gel hin nivîsên min ên
din gihîþtine pêþberê Mehkema Xarpûtê. Di sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke din çavê
xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê meze kir û mideke xweþ li ser xebitîm.
Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin,
herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xerab dikirin. Jê pêve dû
herif hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve
senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan
bar kirin û di þûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî
elfabêyeke bi sîh û çar herfan û yek reng hate pê. Ez paþê bi elfabêya
xwe mijûl bûm. Lê hetanî ku tirk elfabêya xwe belav kirin ya me weke
xwe dima û têde me tiþtek bingehî ne guhert. Min her tiþtên xwe pê
dinivîsandin û ji nasên xwe re dida zanîn. Wekê tirk elfabêya xwe belav kirin, me dît ko di
dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hevin. Dengin hebûnko tirkan
ne bi wan herfên ko me niþan kirine lê bi herfinen din nîþan kirî bûn. Her wekî me berê jî çend caran
gotî bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji Kurdmancên
tirkiyê re , me dengên hin herfan bi hev guhertin û her çend hebû me ew
çend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan. Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paþiya
xebateke sêzdeh salîn e, gora zimanê kurdî, gora dengên zimanê me ye.
Herê ev elfabê berî sêzdeh salan hatiye nivîsandinû gora zimên û
dengên wî hin bi hin edilî û ket halê xwe ê îro. Berî û piþtî belavkirina elfabê
min min fikrên gelek kesan pirsîn û gotinên hinekan bi kêrî min hatin.
Di nav wan de mirovinen yekcar nexwenda jî hebûn. Ji lewra ez vê elfabêyê ji keda
xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêþkêþî wî dikim. Ji
xwe herçî yê wî ye, ji yê her kesî hejatir û spehîtir e.)
Hawar, hejmara 13 / 1932 Þam Vêca ez
vî gotarê Mîr Celadet Bedirxan yê bi navê PÊÞGOTINEK wek bersiv dibînim
ji wan kesan re. Ev gotar di kovara Hawar ê hejmara 13 , sala 1932 an de
balav bûye. Berî
dor salekê jî, vî nivîskarî, di hevpeyvînekê de bal kiþandiye ser vê
boçûna zikreþ, û êrîþên dijwar û bê bingehîn ajotine ser malbata
Bedirxaniyan, nemaz jî ser aferînerê elfabêya kurdî latînî; mîr
Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamiran. Hingê jî min ev gotarê li
xuarê nivîsand û di medya kurdî belav kir, di bin navê: (Ji
berî 73 salan
ve Mîr Celadet Bedirxan bersiva wiha kes vegerandiye) Min
jî, wek gelekan ji rewþenbîrên kurd ew gotinên megrûdî yên ku
Dr.Ferhad Þakilî di derheqa mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan
de gotine, seh kirin. Dilê min jî wek dilê wan hat guvaþtin û di nav
mixabiniyek bê ser û ber de kûr û dûr çûm, û li bersivekê
geriyam..Dawî min ji vê bersiva ku mîr Celadet Bedirxan di
bin navê(Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )wek bersiv ji (Pîrût
)re li ser gotara wî ya bi navê ( Eksî Sedayî Hawar ) çaktir û
duristir nedî. Herdû jî di kovara HAWARê de hejmara 10 an sala 1932 an
çap û belav bûne. Pîrût di gotara xwe de (Eksî Sedayî Hawar ) ji Mîr Celadet Bedirxan di pirse û dibêje: (..Le paþî erk û xerîkbonîkî çend saleyekîk le zeman þanase qîmetdarekanî kurd –Tewfîq Wehbî beg-li ser biney latînî tîpî bo zemanî kurdî helbejard,alfabêtîkî le ser ew tîpe dana û gelî lawanî kurdî iraq fêrî ew tîpe bûn wa istayehke lekî ehênin.Keçî le seriyekî terewe kar bi destanî xoþewîstî govarî Hawar çeþne tîpîkî tiryan helbijardeweke li gel heneke key Tewfîq Wehbî beg rêk nake wêt.Aya mimkin niye bo ewy rê be ser lê têk çûn nederêt.komelîkî þareza lem dû tîpeû werd bînewe,yayekîkîyan hel bijêrinû ya yekîkîyan bixine û biwe terme tîpîkîyek reng bo zemanî kurdî dabînin ?...) Mîr Celadet Bedirxan jî di eynê hejmara Hawarê de (No:10 Sala1932an), di bin navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )vê bersivê ji Pîrût re dibêje: Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî Le bo Pîrûtê xoþewîst Gotinên
xoyê benda (Ekis Sedayî Hawar )gelek rast û qencin. Di ser wan re
tu gotin nînin.her weyî me çend caran gotiye yekîtiya miletê kurd bi
yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî
yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana
û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê
bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene,zar hemî bi wê elfabayê
bêne nivîsandin.Ji hejmara pêþîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêþîn
û bingehî eve: Di Her Tiþtî De Yekîtî Ev
armanca ha ji me re bûye destûr.Heta niho em bi vî destûrî ve çûn,iro
di çin,û di dawiyê de diçin.Wekî niho,kiryariya her rojname û kovarê
ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirinê girantire. Lê Hawara ko di
her tiþtî de mêldarê yekîtiyê ye kiryariya xwe ji bona her welatê ko
têde kurd hene wek hev kirine.Bi vî hawî li Hawarê jiyan dibe. Ji ber ko
heqê postê ji bona sûriyê(10)santîm, lê jo bona Iraq û Iran û welatên
Qefqasê (150)santîme. Lê em pê qayil bûn da ko kurd di kiryariya Hawarê
de jî wek hev bibin. Belê
em dizanin ko zimanzanayê bi qîmet û hêja mamoste yê giram
Tewfîq Wehbî beg jî bi herfên latînî elfabayek çêkiriye.Pêrar
wekî me hev dû li Þamê dît elfabayên xwe ji hevre dan zanînû ew danîn
ber hev.Di navber wan de ferqin hebûn.Me dil kir di cih de elfabayên xwe
bigihînin hev û ji herdiwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin. Hingê
destbirayê min ê xoþewîst û giram di got ko hîn li ser elfabêya xwe
di xebitim.ji lewra yek kirina elfabêyên xwe me avêtibû dawîyê. Di
pê re Tewfîq Wehbî çû Iraqê.Lê teþqelenin ne xweþ qewimîn ko ji
bona her kesî nasin .Di
gel vê hindê min jêre çend caran nivîsand,lê li min venegerandibû.Vê
paþiyê me zanî ko nivîsarên me ne gihabûn destê wî. Ji
xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye.Hawar di meha gulanê de
derket.Min rixseta Hawarê di bîst û þeþê çirya berê 1931 de girt û
karên derxistina wê di pêþiya goçokê de (Þibat)pêk anîbû. Çar
mehan ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest
elfabêyeke welê derînim ko pêþdetirî li dû pityê vemekit. Lê
her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin.Jê bêtir jî
min nikarîbo ez li hêviyê bimînim. Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê
kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn. Iro di meydanê de
tiþtekî çêkirî heye.Kovarek û elfabêyek.elfafêyek û kovarek.
Nik dilê min ji bona iro ya çêtir û rastir eve ko em hêla xwe bidin
û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt pêþiyê û rê
li me bigirêt,pêþve bibin. Di
gel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em her gav mêldarê yekîtiyê
ne û armanca xebata me yekîtiye. Em bi gavinin bi vîn û hiþk ber bi
armanca xwe ve diçin û nasekinin.Ji ber ko di destpêkirina me de, ji xwe
bi derengî ketiye. Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin. Gelek
spasan li Pîrûtê delal di kim ko ev hînceta ha xiste destê
min. Xweyiyê
Hawarê Di
baweriya min de, birêz Tewfîq Wehbî beg ji zikreþî bersiva mîr Celadet
Bedirxan, di wê hingê de venegerandiye. Nexasim wî xweþ dizanî ku Mîr
kovara Hawarê amade kiriye ji
çapê re...Û wiha çavê wî barnebûye ku mîr Celadet Bedirxan xwediyê
navê pêþîn be di berhevkirin û belavkirina elfabêya Kurdî latînî de
. Zikreþiya Dr.Ferhad Þakilî ya îro ji zikreþiya Tewfîq Wehbî a berê
tê...Lê çendî F. Þalilî bide xwe, ew nagihêje toza Twefîq wehbî
beg.. Gelo
! Heger mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan casûsên impryalizmê bin,
gerek di pêþiya wan de Tewfîq Wehbî beg be... Û heger Tewfîq Wehbî
beg elfabêya xwe berî a mîr Celadet belav kiriba, wî Ferhad Þakilî îro
roj bi gota Tewfîq Wehbî beg casûsê Ingilîzan e..?! Ne
wiha mirov zikreþiya xwe derdike birêz Ferhad Þakilî ? Mîr Celadet
Bedirxan bi tena xwe berberiya Mistefa Kemal paþa dikir ... Bedirxanî ûcaxên
kurdistanê ne bi agirê van ûcaxan ne lîze, tê xwe biþewitîne...Bedirxanî
zêrin, çendî di nav tiravê de bimînin zêrin, qet zingar
nagirin...Bedirxanî ji Kurdan re, çemê Dicle û Ferat in, û ava van çeman
bi devê zikreþ û kînokan nayê lewitandin... Va bi ser bilindî
em li ser pêvajoya
ku wan ji me re daniye dilivin.. Ne tenê em li ser Bedirxaniyan dixeydin,
belê em kirasê xwe li ser wan diçirînin, û bi navê wan sûnd dixwin. Dr.Ferhad
Þakilî, mîna kesê ku ji devê ketibe û hop hopa wî be. Gelo wê
hikumeta herêma kurdistanê li wiha kes guhdarî bikin..?!
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org