|
|
- GAZIN
Û DIYARIYA MIN JI 50 SALIYA PARTÎ RE
-
-
-
- Konê
Reþ
-
-
-
-
Di 50 saliya damezirandina yekemîn rêxistina kurdî a siyasî
di nav kurdên Binxetê de, ango di Yobîla Partî a zêrîn de, min dil
hebû çend gotinan di warê parastin û guhdana zimanê kurdî de binivîsîm,
û çendî ponijîm, lê ji ber gelek egeran, tiþtekî berketî, gotinên
çaktir û rindtir ji yên van hersî lehengên peyva kurdî a resen
wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza û Osman Sebrî bi min
re derneketin..
-
Ew gotinên min divîbû binivîsim, ew gazinên zimanî yên ku
min divîbû ji Pariyan bikim.. Van siwarên peyva kurdî, berî min bi
gelekî têde ponijîne, nivîsîne û gazinên xwe gotine...Vêca min pêwîst
û çak dît ku ez gotinên wan di vê bîranîne de dubare bikim..
-
Da ku yên jibîrkirine, bînim bîra wan û yên ku nexwendine
wan þiyar bikim ku bixwînin:
-
- Mîr
Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê, hejmara
18 sala1933, di gotarê bi nav( Xwebinas), wiha dibêje:
-
-
(( Belê xorto ! Ew dixwazin tu ji wan re bibî xuþkî(Xulam).
Kirine serê xwe te daxurin(daqurtînin). Zimanê te jêkin û yên xwe
bi devê te bikin. Da ku tu nikarî kurdaniya xwe bi lêv bikî…
-
Xorto ! Bi ser kela me de girtine. Ji derve dijmin dirêjî me
kiriye. Ji her mêlê êrîþ e. Di hundirê kelê de þerekî din, bê
eman û ji ê pêþîn mezin û dijwartir heye. Þerê me bi hevdu re
ye. Di mal de jî dijmin…
-
Herê xorto ! Birîna me a mezin û xedar dexse, berberîye, jana dexsê
ye. Em sîngejarin. Ji derve serma li me dixe. Li hundur em bi janê
dikevin…)).
-
-
- Dr.
Nureddin ZAZA di rûpelê pêþîn de ji
Destana Memê Alan wiha dibêje:
-
- ((Gelî
Kurdan!
Eger hûn
naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiþtî, bi zimanê
xwe bixwînin û bidin xwendin.
Lê eger dixwazin
xwe nas bikin û
xwe bidin
- naskirin
û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêþ ve herin
û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin
xwendin)).
- Osman
Sebrî di hevpeyvênekê de, Kovara Hêvî
,hejmara (7)an, sala1990 li Parîsê wiha dibêje:
-
-
- (
Ziman zimanê me giþika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane,gava ku em ji
bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku
heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.
-
Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan, ev
ne tiþtekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne nivîsandin. Belê
helbest tiþtekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye.
- Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne,lê
nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin...
-
Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane, bi
erebî jî xweþ dizanin,dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re xizmetê
bikin..) Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin, û ezê dê çawa ji wan
bawer bikim... ?!)
-
-
-
-
- Konê
Reþ
- Qamiþlo
14/06/2007
-
-
-
|
|
|