|
GEÞTEK
DI NAV BAXÊN CIZÎRA BOTAN DE 6
/ 6 Konê
Reþ
24 Tebaxê 2008/ Roja Yekþemê:
Ji saet 10ê sibê ve, li parka Þaredariyê, li ser peravê þetê Dicle û
di bin navê Dîwana
Dengbêjan
de, me guhdariya dengbêjên Cizîra Botan kir. Ew jî ev camêr bûn: Silêmanê
Þirnexî, Cemalê Mihê, H. Ehmedê Þilyanî û Evdirrehmanê Mehmûdê
Ala. Di wê
guhdariyê de mîr Celadet Bedirxan û dengbêjê wî Ehmedê Fermanê Kîkî
hatin bîra min. Wan dengbêjan em di warekî kurdî Botanî de kûr û dûr
birin; Xelefê Þûvî anîn bîra min, ewê ku razî nebû ji Ezdînþêr
re bibêje mîrê Botan, bi tenê jêre got: Ezdînþêr begê Botan e. Dema
ji neçarî dikeve serê govendê de û distirîne: Ez
Xelef im Xelef im Haware mîro
hawar e Ez
Xelefê Þûvî me Ezdînþêr
begê Botan e Ji
eþîra bi hevî me
Haware mîro hawar e Ez
Xelefê Botî
me
Deng dengê mîrê Botan e.. Piþtî bêhinvedanekê, em di gel Emîre Sînemxan
Bedirxan çûn þaredariyê, ku em silavekê li þaredar Aydin Budak bikin,
hem jî spasiyên xwe jêre pêþkêþ bikin. Li þaredariyê camêr
ji bo her yekî ji me çend pirtûkên ku li dor Cizîra Botan hatine çap
kirin dane me, di pey re, wî her yek ji me, bi xelateke yadîgarî, wek bîranîn
bo festîvala 2mîn a Rojên Çand û Hunera Cizîra Botan, em xelat kirin.
Û weha ger û geþta bajarê Cizîrê destpêkir. Li gor programê gerê,
em bi wan re çûn wan cihên ku berê me ew dîtibûn wek: Medreseya
Sor, Medreseya Mîr Evdal, Gora
Mem û Zîn, Mizgefta Mezin, Gora Nûh Pêxember û gora Parlementerê kurd,
yê ku di adara 1994 an de hat girtin û zêdeyî 10 salan di zindanê de ma
Orhan Dogan: 1955 - 2007, di nav re me xwe ji wan vedizî û em çûn wan
cihên ku me navên wan bihîstibû lê nedîtibûn wek:
Seqlanê Mema, Kaniya Qesara, Nêrgizî, Þikeftên Kora û Seqnefîs.. Seqlanê
Mema:
Em çend kes bûn, bi rêberiya kak Abdulcebbar Cizîrî, me berê xwe da baþûrî
bajarê Cizîrê, li ser rêka Zaxo û Eyndîwerê, nêzîkî sînorê sûriyê
bi dor 2 km an, em gîhan çemê Seqlanê Mema. Seqlan; Çemekî biçûk e,
ava wî ji kaniyên çiyayê Spî dizê û ber bi baþûr ve diherik e ta ku
di nav tixûbên Binxetê de tevlî çemê Dicle dibe.. Li wir, em çav bi
kavlê pirek kevnar, di rengê pira Bafit de ketin, lê jê biçûktir bû.
Hem jî kavlên sê aþên avî hebûn.. Dibêjin ku berê cend daristan li
dor çemê Seqlan hebûn, her dem þîn bûn û ew dever xweþ seyrangeh bû
ji xelkên Cizîrê re, nexasim di havînan û payîzan de. Kaniya
Qesara: Ev
kanî jî nêzîkî çemê Seqlan e. Ava wê jî tevî ava Seqlan dibe û
ber bi Eyndîwerê ve diherike. Ji mêj ve jin û keçên Cizîrê cil û
cawên xwe têde diþûþtin, hem jî wek seyrangehekê bû ji xelkên Cizîrê
re. Navê vê kaniyê gelek caran di Memê Alan de derbas dibe. Piþtî ku
Mem gihaye Cizîrê, yekemîn car, li ser vê kaniyê çav bi Zînê ketiye.
Mixabin roja îro ne ava Seqlanê Mema û ne ava kaniya Qesara wek heyamê
berê diherikin. Nêrgizî:
Ji
mêj ve du seyrangehên ku di buharan de bi nêrgizan dihatin xemilandin, li
derdora Cizîrê hebûn; yek jê li bareþî Cizîrê bû, niha cihê wê bûye
nexweþxane, a din li baþûrî Cizîrê ye, nêzîkî Seqlan û kaniya
Qesara, ew jî niha di nav sînor de hatiye peçekirin, beþek jê ketiye
rexê sûriyê de. Navê nêrgizî li van herdû gulgeþt û seyrangehan
hatiye kirin ji ber ku di buharan de, nêrgiz bi tov li wan cihan çêdibûn.
Ji Seqlan, me berê xwe da bareþî Cizîrê, cihê herî bilind di ser
bajar re ku niha nexweþxaneya bajar li ser ava kirine, Ji wir me li bajarê
Cizîrê temaþe kir. Bajar bi tevayî xuya dikir, minareyên mizgeftan ber
bi asman ve bilind dibûn, goristana Cizîrê, bê ser û ber di hundirê
kavlê sûra wê de xuya dikir.. Ji wir me xwe berê da Þikeftên Kora û
Seqnefîs. Þikeftên
Kora: Ev
þikeft li ser rêka Eydîwerê û Zaxo ne. Dibêjin di heyamê mîrekên
Botan de û ta bi heyamê Mîr Bedirxan, ev þikeft terxankirî bûn bo
koran û hejaran. Da ku bajarê Cizîrê ji koran paqij be, ew þikeft ji
wan re terxan kiribûn. Di wî heyamê ku dermanê xuriyê nebû, xelik bi
xuriyê diketin û piraniya wan kor dibûn, vêca mîrekên Botan ew þikeft
bo wan koran terxan kiribûn û di nav gel de belav kiribûn ku, kesê
Zekata xwe an xêrekê bike, bela bide korên wan þikeftan. Û weha ew þikeft
bi navê Þikeftên
Kora
hatine nas kirin. Seqnefîs:
Kaniyeke
avê ye. Berê, derî sûra bajarê Cizîrê bû. Havînê ava wê sar e û
zivistanî germ e. Xaniyek li ser vê kaniyê hatiye ava kirin, di hundirê
wî xanî de birkek heye bo þûþtin û helal kirinê. Dibêjin ku ev kanî
bi taybetî hatiye terxan kirin bo wan kesên ku bi cenabet bin, ji dê û
bavê xwe þerim dikin ku di mal de xwe tahir û helal bikin, vêca diçin
derî bajêr xwe di vê kaniyê de helal dikin.. Gotin Seqnefîs; Bi gelek
dengan tê bi lêv kirin hin dibêjin; Senefîs, hin Seqnefîs û hin
Sitnefîs dibêjin..
Lê dibe ya rast dibe ku bi navê Sitiya Nefîs
hatibe bi nav kirin û Sitiya Nefîs jina mîrekî Botan be û gelekî hez vê
kaniyê dikir, ji lewre bi nave wê hatiye naskirin. Belê ji ber sivikbûnê,
roja îro jêre dibêjin Seqnefîs. Dibêjin ku di heyamê berê de dora vê
kaniyê bi kulîlk û nêrgizan dihat xemilandin. Ji ber vê yekê di gelek
çîrok û stranên Cizîriyan de, navê Seqnefîs û Seqlanê Mema derbas
dibe, wek vê stranê: Cizîr
xweþ meqam e, berberî Misir û Þam e, Seqnefîs
hemmama me ye, Seqlan piçekî zêde ye..
Li
gor ku ji me re gotin, gelek seyrangeh û gulgeþt li dor bajarê Cizîrê
hene, ew derfet bi me re nebû ku em herin wan jî bibînin. Hin ji wan di
tixûbên Cizîrê de ne û hin ketine nav tixûbên dewleta sûriyê de
wek: Eyndîwerê, Pira Bafit, Kaniya Xeyda û Nêrgiziyek ku
ketine nav sînorê sûriyê de, lê yên mayî ji wan seyrangehên ku Cizîriyan
xwe li wan digirtin evin: Rezê Mîra, Caferê Sadiq, Cotikê Tûyan,
Þikeftan, Mîr Hesen, Eyntirbê, Keylûþk, Emerî, Lawikê Xerîb, Kaniya
Emo, Serê Sinsalê, Newala Tilik, Çemê Kursî, Çemê Cihûyan, Sitya
Heyat, Mam Elo, Kaniya Evdilcelîl, Mîr Evdal, Banê Cirf, Þikefta Dilop,
Delavê Qitkan, Borê mirîþkan.. Hêjaye gotinê, ku ji kevin de
û ta roja îro, her çarþem jinên Cizîriyan diçin Westanî,
li ser peravê Þetê Dicle, ku îro bûye parka Þaredariyê,
xwarina xwe bi xwe re bibin û roja xwe di bin wan darên çinar û
maziyan de dernas dikin. Bi tenê jin, keç û zarok diçin, çênabe
ku zilam di nav wan de hebin.. Hem jî xelkên Cizîrê, bi hatina Çarþema
Reþ re ku dikeve meha nîsanê de, derdikevin seyranan, derî bajêr,
ji sibehê ta bi evarî
dimînin..
Di be ku ev teqlîd ji
pêþiyên kurdan yê ku berê Êzîdî bûn hatibe girtin, ji ber ku roja
çarþemê rojeke pîroz e li gel Êzîdiyan...
Danê
piþtî nîvro, panela festîvalê bi gotûbêja kak Samî Tan destpêkir,
ewa bi navê Di pêþketina zimanê kurdî de rola dîrokî ya Cizîrê.
Mamoste Tan bi têr û tesel li dor dîroka zimanê kurdî û Cizîra botan
xepart, rola Cizîrê, ji kevin û nû de, di parastina zimanê kurdî de anî
ziman û got: Cizîr xwedî cihekî girîng e û li Cizîrê tenê
zimanek hatiye bikaranîn û ew jî kurdî ye. Mamoste Samî
Tan
bi lev kir û got; ku
li bajarên Kurdistanê
yên din
zimanên cûda di gel zimanê
kurdî hatine
bikaranîn û ji ber vê yekê di zimanê kurdî de Cizîr girîng e..
Tan diyar kir ku Cizîr bi çand, ziman û hemû tiþtên xwe ve kurdewar
e.. û her weha kak Tan
di berdewamiya axaftina xwe de got: 200 sal in li ser Cizîrê polîtîkayên
kirêt têne meþandin. Lê gelê Cizîrê li hemberî wan kirin, zext û
zordariyan dîsa jî li zimanê xwe xwedî derketiye. Ji ber vê yekê Cizîr
di mijara zimanê kurdî de xwedî cih û mîsyoneke girîng e. Piþtî
bêhinvedanekê gotûbeja min û kak Firat Cewerî destpêkir. Gotûbeja min
bi navê Qêrîn û Hawara Mîr Bedirxan bû. Di gotûbejê de min di
derbarî
Bedirxaniyan de agahî dan û anî ziman ku koçberiya malbata Bedirxaniyan
ji sala 1847’an dest pê kiriye. Her weha min diyar kir ku her çiqasî
li sirgunê mabin jî û dûrî Cizîra Botan jiyana xwe ji dest dabin, lê
qet wan gelê xwe ji bîr nekirin û her gav ji bo gelê xwe xebitîne. Û
ez pêde çûm û min got: Malbata Bedirxaniyan gelek komele, dibistan,
kovar û rojnameyên kurdî ava kirine... Yekemîn
rojnameya kurdî bi nave
KURDISTAN
di 22ê nîsana 1898’an de li Qahîreyê hatiye derxistin. Bedirxaniyan di
hin deman de, li cihên cûda 7 komele ava kirine, 10 dibistan çekirine û
10 rojname derxistine.. Di pey min re kak Firat Cewerî
di
gotûbêja
xwe de bi bîranîna Mehmed Ûzûn û Ordîxane Celîl dest bi axaftina xwe
kir. Û axaftina
xwe di derbarî
çîroka çapkirina Kovara
Hawarê
de anî ziman û got ku
kovara Hawarê
bingehê
kurdiya nûjen avakiriye. Her weha Cewerî bilev kir û
got: Min hemû hejmarên
kovarê
ji nû ve çap
kirine lê
kurd li kovarê
xwedî derneketine.. He weha wî
çîroka xwe û çapkirina Hawarê anî ziman û got,; Di sala 1987 an
de çûm sûriyê/bajarê Banyasê, bal Emîre Rewþen Bedirxan min ji cem wê
hin hejmarên Hawarê anîn. Min divîbû wan ji nû ve çap bikim. Lê
mixabin gelek hejmar ji wan kêm bûn. Rehmetî Mihemd Uzun ew hejmarên kêm
dane min. Ew di sala 1985 an de çûbû bal Rewþen xanim sûriye, bajarê
Banyas û wî tev hejmarên Hawarê anîbûn.. Û got, Divê
hemû hejmarên
kovara Hawarê
di malen kurdan de cih bigirin...
Konsra bi dawî anîna festîvalê, ji bo bîranîna Orhan Dogan û
Yahya Menekþe
hatibû terxan kirin. Konser
li stadyoma bajarê Cizîrê pêk hat û bi stran û dengên koma Koma Rewþen,
Aynûr Dogan û Xero Ebbas hat xemilandin, cemawerekî zor zexim ji xelkên
Cizîrê, Þernex, Nisêbînê û Silopî hazir bibûn. *Bajarê
Cizîra Botan Bûka Mezopotamya ye* Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê
mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc, û
gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek þaristanî têre derbas
bûne û her þaristaniyekê bermayê xwe, þop û þûna xwe lê hiþtine.
Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê
Qudsê ye( Orþelîm) e. Ji ber ku hêjî ew bajarê Kurdî yê orjîmal e;
Kurdîtiya xwe parastiye, zimanê kurdî di kolan û çarþiyên wê de tê
axaftin û yê bazarê ye. Jixwe
wek ku tê zanîn, piþtî tofana Nûh Pêxember mirov li herêma Botan ango
Mezra Botan; bajarê Þernex û Cizîrê bi cih bûne. Di piþt re di cîhanê
de belav bûne. Dibêjin dema keþtiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî
sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), ango keþtiyê
wî cihek ji xwe re dît. Di
Qurana pîroz de jî hatiye: ( We estewet elel Cûdî), ango
keþtiya Nûh pêxember li ser
çiyayê
Cûdî sekinîye.. Jixwe kurd dibêjin; di heyamê tofanê de, dema keþtiya
Nûh di ser çiyayê Þingalê re derabs bûye, li çiya ketiye û konek têde
vebûye. Mar xwe kiriye gulofîtek û ew kon girtiye, da ku av nekeve keþtiya
wê de.. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe þaxek ji dara zeytûn;,
wek mizgînî ku nêzîkî bejayê dibin, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember
re aniye û ji wê hinge ve kevok û þaxikê zeytûnê bûne sembola aþîtiyê.
Hem jî dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a kurdî hatiye, bi
wateye nûbûnê. Ji
ber ku dinya wê hingê ji nû ve hatiye ava kirin. Dema ku Nûh û her heþtê
hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keþtiya xwe daketine, wana di
quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heþtêyan ava kirine. Ew gund ta
roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heþtêyan
re, bajarê Þernexê hatiye ava kirin û jêre gotine Þarê Nûh ango
bajarê Nûh an þarê Nû… Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk
ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li
cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc,
ango( Kurd Man li Cî).
Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mina bajarê
Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyþiyan
e ji ereban re.. Ji kevin de û ta roja îro zimanê kurdî tekane zimanê
axaftina xelkên wê ye. Zimanê danûstandin û bazirganiya wê ye. Di roja
îro de bajarê herî dawîn e di nav kurmancaxêvan de, ku bi tenê zimanê
wê kurdî ye û zimanê kurdî parastiye û diparêze. Piþtî ku
serhildana mîr Bedirxan di sala 1847 an de beravêtî bûye, mîr û
malbata xwe di sirgunê de dûrî welatê Botan jiyana xwe derbas kirine û
bi taybetî piþtî damezirandina komara tirkiyê di sala 1923 an de, þerê
ziman, dîrok û hebûna kurdan bi tundî hatiye kirin. Ango ji 161 salî
ve xelkên Cizîrê li ber xwe didin.
Ji 95 salî ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî ne mine, bi rêk
û pêk þerê zimanê kurdî kirine. Zimanê kurdî wek sembola paþverûtiyê
û nezaniyê destnîþan kirine û dikin. Û dagirkeran, ne tenê planên biþaftina
çand û ziman li ser kurdan meþandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di
her warî de paþketî û asîmîle bikin... Lê Botanî, di roja îro de þerm
dikin ku bi hev re bi tirkî biaxifin.. Xuyaya ku Mîrên Botan jî, digel
serhildan, nakokiyên xwebixweyî û têkçûnan, hiþmendiyeke kurdewarî
di herêma Botan de çandine. Her weha di bin desthilatiya wan de çandek
kurdewarî hatiye
afirandin û zimanê kurdî wek zimanekî þaristaniya pêþketî di nav çerx
û dewranên salan de hatiye bikaranîn û cihê xwe girtiye.. Wêjeyek bi
zimanê kurdî hatiye nivîsandin û weha gelek zanyar û rewþenbîr ji nav
civaka Botan derketine. Nav û dengê gelekan ji wan di cihanê de belav bûye.
Armanca dagirkeran ne tenê piþaftina çand û zimanê kurdî bû, belê
wan xwestiye ku hiþmendiya dîrokî
jî, ya
gelê Botan ji holê rakin… Li gor ku min dît û nas kir, dîroka mîrnîþîna
Mîrekên Botan a ku di herêmeke berfireh de, bi navê Mezopotamiya ku dor
hezar salî dûmkiriye, qet destûr nedaye û nade dagirkeran ku planên xwe
bi rehetî derbas bikin, her dem û gav Botanî bûne kelem û asteng li pêþiya
projeyên wan… Ji ber ku xelkên Botan, di dîrokek
dirêj de, ji hêla
Mîrekên Azîzan ve, bi hezkirina ziman û welatê xwe hatine
perwerde kirin. Lê sed heyf û mixabinî ku nezaniya me jî bûye alîkarî
ji dagirkeran re ku, pêmayên me yên dîrokî li ser piyan nemîn in…!
Burca Belek û gelek þûnewarên dîrokî yên din wêran bûne. Ji bilî
wan, gelek cihên dîrokî hene, ku þop û þûna wan nema xuya dikin.
Dagirkeran jî gelek cihên dîrokî wêran kirine, hin jî di bin ava Dicle
de mane.. Gelek cih jî di bin erdê de nebedî ne, xebat û xepartin ji wan
pêwîste.. Û
tevî ku roja îro, 84 mizgeft li bajarê Cizîra Botan hene û dewlet tirkiyê
mehiya 84 Melayan
dide, lê min ew bandora olperestiya îslamê a zêde lê nedît..
Erê! Cizîra Mîr Þeref; Roka jiyanê ye.. Landika þaristaniya
mirovahiyê ye.. Navendek ji navendên olên cîhanê ye.. Deftera
afirandina ramyariyê ye.. Kaniya reseniya kurdewariyê ye.. Keleha
berxwedana azadî û zimanê kurdî ye.. Heca kurda ye û bûka Mezra Bota
ye (Mezopotamya ye).
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org