|
Girtina
Nivîskar Û Evîndarê Zimanê Kurdî Derwêþê
Xalibê Derwêþ
Ji roja sêþemê ve(13/01/2009), nivîskar û zimanzanê
Kurd Derwêþê Xalibê Derwêþ bi destê hêzeke ewlekariya a bajarê Qamiþlo
li Sûriyê(Siyasiyê), hatiye girtin û ta niha li bajarê Hesekê ye, kes
nikare wî bibîne. Di roja pêncþemê de 15/01/2009, dîsan eynî hêza
ewlekariyê, girtin ser mala wî, pirtûkxaneya wî tevdan û gelek pirtûk
û destnivîsên wî bi xwe re birin.. û ta dema vê nivîsê ti agahî li
dor nînin.. Di roja
17/01/2009 an de, eynî hêza ewlekariye çend hevalên wî girtin, ew jî
bi eynî tewanê, ango bi tewana fêrkirina zimanê kurdî û belavkirina
bawernameyan li þagirtên ku fêrî zimanê kurdî bin. Ew jî evin: Fewazê
Kano: Endezyar e, di sala 1960 çebûye, nave diya wî Nûra ye. Zekî Ismaîl Xelîl: Di nexweþxaneyê de kar dike, di sala 1977 an de çêbûye, nave diya wî Siltanê ye. Dibêjin hin din jî hatine girtin..
Ji pirtûkên
mamoste Derwêþ ku hatine çapkirin: - Lêkolînek
berfireh bi zimanê erebî, di bin nave (Ebyat Xanî)de sala 1998 an. - Jiyana
Min A Kurdî: Bîranînên rehmetî
Dr. Nûreddîn Zaza, ji frasnsî wergerandiye Erebî, sala 1997 an. -
Elfabeya Celadet Û Pîvana Pêwistiya Tîpan Di Zimanê Kurdî de, Qamiþlo
2007 Hem jî
gelek destnivîsên wê hene, ji bil hunandinên wî yên helbestî.. Komîta
Fêrbûna Zimanê Kurdî:
Ev komît di roja15/07/2003 an de, ji rex mamoste Derwêþê Xalibê
Derwêþ ve hatiye avakirin, bi taybetî ji bo fêrkirina keç û xortên
kurdan, da ku zimanê bav û kalên xwe jibîr nekin û di warekî kurdî de
xwedî bibin... Tevî ku Derwêþê
Xalibê Derwêþ dijwariyên zor çetîn dîtine û dibîne, lê her di coga
parastina zimanê kurdî de berdewam e.. Û wiha her sal þagirt û qutabiyên
komîtê zêde dibûn, kec û xort, ji hezkerên peyva kurdî
li dor kom dibûn..
Þagirtên ku di bin sîbera komîta fêrbûna zimanê kurdî de xwe
fêr dikin, di pênc qunaxan re derbas dibin, ew qunax jî evin: Seretayî,
serbestî (bi du korsan e), rênivîs û rêzimanî.
Ta roja girtina wî, vê komîtê bi sedan bawernameyên seretayî yên
fêrkirina zimanê kurdî li qutabî û þagirtên herêmên ku kurd lê dijîn
û bajarên ku kurd lê hene belav kiriye, wek: Qamiþlo, Amûdê, Dêrikê,
Serê Kaniyê, Helebê, Þamê û wiha ta bi Beyrûtê.. Ji mercên
endametiya mamosteyên komîtê ku, her neferek, piþtî ku bibe mamoste, þagirt û qutabiyên wî hebin... Ziman:
Ji do pênc salan ve belavoka ZIMAN di bin vê duriþmê de tê weþandin:
(Zimanê te nasnameya te ye) û (Fêrbûna Kurdî mercê serekî yê
gelperweriyê ye). Ev belavok ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve
amade dibe û di nav kurdên Binxetê de belav dibe. Ango belavokek rewþenbîrî
û mehane ye. Rêvebirî û amadekirin ji rex Derwêþê Xalibê Derwêþ ve
ye. Hejmara pêþîn(1), Ji belavoka Ziman, di 12 adara2004 an de hatiye weþandin,
hejmara dawî (32)an di Berfbaranbara 2008 an de hatiye çap û belav kirin.
Zar:
Kovareke rewþenbîrî Civakî ye. Ji weþanên Komîta
Fêrbûna Zimanê Kurdî ve û di bin berpirsyariya mamoste Derwêþê Xalibê
Derwêþ de amade û çap dibe.
Hejmara (0) di adara 2008 an de derketiye. Hejmara (1) di meha êlûna 2008
an de derketiye, hejmara (2)an di Berfbaranbara 2008 an de çap û belav bûye.
Mamoste
Derwêþ evîndarê zimanê kurdî ye û wek ku evîndar bû karekî bêdeng
dikir, hem jî her dem ev gotinên xwarê digotin: (
Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya
zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina
zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji
bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar
hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..) Mîr
Celadet Bedirxan, Hawar,
hejmara 10 an sala 1932 an. Gelî
Kurdan! Dr.
Nûreddîn ZAZA,
Ji Destana Memê Alan. Qamiþlo,
20/01/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org