Peyama Navenda PENa Kurd Ji bo Festîvala Bedirxaniyan li Hewlêrê

 

Gelî beþdarên birêz !

Silavên gerim ji bo we ji Navena PENa Kurd.

 

   Bi navê Dr.Zerdeþt Haco / serokê navenada PENa Kurd

Bi navê Nûnerîtiya navenda  PENa Kurd li Sûriyê ...

Bi dilekî gerim , û çavên bi hêviyan dagirtî, em  Festîvala Bedirxan a siyemîn pîroz dikin .

   Îro di vê Festîvala pîroz de , nivîskar û rewþenbîrên kurd, pêlên qêrîna dilsoziya xwe, berdidin ser asmanê Hewlêrê û bilindbûna nav û dengê Bedirxaniyan, ku bi nexþê kar u xebata xwe, her çar perçeyên Kurdistanê kirine yek perçe, pesin didin û ji wan re di lîlînin.... Îro hem bi hempazî, hem jî bi hêsanî em derbasî wan derîyên ku Bedirxaniyên zindî, li ber me vekirî hiþtine dibin. Ji bo xizmeta netewa Kurd , û ji bo xizmeta ziman û edebiyata Kurdî.

   Navenda PEN a Kurd jî , ku rêxistineke Kurdîye. Endamên wê ji seranserê Kurdistanê û ji koçberên derveyî welat in, naxwaze dengê xwe di guhên þahiya Bedirxaniyan de bilyayî bihêle, na xwaze xwe ji pîrozkirina  / Festîvala Bedirxan / bê par bihêle, belê, dixwze bi helwîsteke bilind û  birayane rabe, û bi dilgermîya Kurdayetiya resen , tevlî vê þahiya piroz, bi we re beþdare be bibe.

   Birêz Dr.Zerdeþt Haco serokê navenada PEN a Kurd, di nameyeke xwe de, ji bo vexwendkirna Serokê Hikûmeta Kurdistanê , berêz Neçîrvan Barzanî , li Kongiryê salane yê navenda PEN a Kurd , li Bajrê Leipzigê /Elmaniya, ku ew jî di eynê van di rojan de 21.04. – 23.04.2006 li dare, weha dibêje :

    (( Navenda PENa Kurd rêxistineke nivîskarî kurdistanî ye. Ew di sala 1990 de bi fermî li derveyî welat hatye ava kirin. Giraniya xebata Navenda PENa Kurd di qada navneteweyî de ye.

    Navenda PENa Kurd di Navenda PENa Navneteweyî de, ya ku ji PENên 144 neteweyên din hatiye ava kirin, endam e. Bi vê yekê Navenda PENa Kurd nûnerîtiya xebata wêjeyeyî ya nivîskarên kurd li ser asta navneteweyî dike. Di vî warî de rêxistina me nûnerîtiya neteweya me di nav neteweyên cihanê de dike.

   Yek ji mercên endametiya PENa netewyekê di Navenda PENa Navneteweyî de ew e, ku ew ne rêxistinek ji rêxistinên partiyekê, yan mîriyekê be. Ji ber vê yekê Navenda PENa Kurd, herçend weke rêxistineke wêjeyî ji siyasetê ne dûr e jî, lê di warê siyasî de ew serbixwe ye...

   Careke din, , ji bo çavên festîvala Mîr Bedirxan û zarok û neviyên wî, ji bo çavên xanima rind û hêja Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan , ji bo çavên Hewlêra Kelehê û Minarê, em bi hemû þîn û þadîyên xwe dibêjin piroz be , Navenda / PEN /a Kurd di gel dûrbûna xwe lê ew her nêzîkî we ye, we piroz dike, û serketinê ji we re hêvî dike.

 

Nûnerîtiya PENa Kurd li Sûriyê

 

17/04/2006

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org