Hemza
Begê Miksî
|
Hemza
begê Miksî qehermanekî
pêþeng bû di nav gelê kurd de. Heger navê vî lehengî hinekî di
nav tariya salan de mabe jî ,lê her ew wek zêrê zere , çendîn
sal di ser navê wî re derbas bin ,navê wî nayê zingar kirin, her
û her wê bi nirx û biha di nav dilsoz û wefadarên gelê kurd de
bimîne. Hemza Beg yek bû ji rewþenîrên kurdî li Stebnbolê di destpêka çerxa 20 an de. Wî tev jiyana xwe bi dilsozî di rêka kurd û Kurdistanê de terxan kir, ciwaniya xwe di miþextî û zîvariyan de derbas kir ,dûrî xizm ,dost ,heval û hogirên xwe buhirand,ji bil ku çend salên giring ji ciwaniya xwe di zindananên Kemalîstan de xerckir... |
|
Hemza Beg yek bû ji rojnamevanên kurd yên sereke ,gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêþkêþ kirine.Di destpêka sala 1918 an de yekemîn rojnameya kurdî/tirkî bi navê JÎN li Stenbolê weþandiye,hem jî dîbacak bi nirx û biha di gel Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye..Hin dibêjin ji bo çapkirina vê pirtûkê hatiye girtin û hin dibêjin ji bo rojnameya Jîn e û hin dibêjin ji bo doza wî bi dûv pêkanîna prensîbên serokê Amerîkî Welson de hatiye girtin..
![]() |
Di
baweriya min de Hemze begê Miksî di sala 1928 an de ji zindanê
derdikeve û yek ser berê xwe dide nav kurdên Binxetê, mîna
Dr.Ehmed Nafiz û birayê wî Nûredîn Zaza, Arif beg Abas ,Osman
Sebrî,Qedrî beg û Ekrem beg Cemîl paþa...û li suriyê bûye
endam di civata Xoybûn de ,ewa ku di sala 1927 an de li Beyrûtê
hatibû damezirandin û ji encamên wê, þoreþa Agirî bi serkatiya
Ihsan Nûrî paþa ala kurdistanê li ser çiyayên Araratê bilind
kiribû .. Di
sala 1930 î de, piþtî têkçûna þoreþê, li ser daxwaza hikumeta
tirkiyê, hikumeta Fransî ya ku desthilat bû li suriyê dest datîne
ser Hemza beg jî di gel Mîr Celadet Bedirxan ,Dr.Ehmed Nafiz,Memdûh
Selîm,Nûredîn Zaza,Osman Sebrî,Qedrî Can,Qedrî û Ekerm beg Cemîl
paþa,Haco axa,Mustefa û Bozan Þahîn ...û tev li Þamê xistine
bin rûniþtina zorê de.Di sala 1932 an de,ji rex desthilatdarên
fransizan ve Hemza beg dibistanekê li Eyndîwerê,di binya bajarê
Cizîra Botan de vedike û zarokên kurdan fêrî ilm û zanînê
dike,ew yekemîn dibistan bû ku di wê herêmê de tê vekirin,hem jî
di wê hingê de Dr. Ehmed Nafiz
pêre
kilînîkekê li wir vedike...û di nav kurdên Cizîrê de dibe wek
gerînendayekî ji kovara Hawarê re û propagende jê re dike.. Di
sala 1940 an de dibe edîtorê yekemîn dibistana fermî ya herî
bilind di bajarê Hesekê de li parêzgeha Cizîrê,di sala 1943 an de
dibe berpisyarê dibistanan û zanînê di tevî parêzgeha Cizîrê
de û di wê salê de gelek mamostayên kurd ji Þamê têne Cizîrê
dibin mamostayên zarokên kurdan ,(hêjî hin ji wan saxin).. Di
van çend rojan de min gelekî da ser þopa vî lehengê kurd,min ji
gelek kesan pirsî ,belê mixabin ,kesî tu nûçeyên wiha hêja
nizanîbû.Bi tenê ji min re hat gotin ku jina wî tirk bû, zarok jêre
çênedibûn,bi gelek zimanan dizanîbû. Bêtir bi van kesan re dida
û distand: Memdûh Selîm , Dr.Ehmed Nafiz,Dr.Nûredîn Zaza,Qedrî
û Ekrem beg Cemîl paþa bûn..û hin xiristyan û ermen hebûn.. |
Gundê
Dugirê li bareþî qamiþlo dikeve bi dor 27 K.M,ji welarparêzên kurdan yên
ku têde hatine veþartin:Hacî Mûsa begê Xuwêtlî,Dr.Ehmed Nafiz,Arif
beg Abbas,Haco axa yê Hevêrkî,Dr.Qasim Miqdad Cemîl baþa,Ebdulrehman
axa Eliyê Ûnis, Hesen axa Haco...
Wek
ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên komara Mehabad bû,piþtî
herifandina komarê reviya bû, xwe li suriyê ,mala Haco girtibû ,û li
gundê wan Tirbespiyê dijiya,nêzîkî gundê Dugirê
bi dor 4 KM, di sala 1958 an de dema ku Hemze begê Miksî çû ber
dilovaniya Xwedê rehmetî Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla
ber serê wî nivîsand:
Mamose
Hemza beg
Rehberê
fidakar !
Pir
kes ji xew te kirine hiþyar
Raze
bi xoþî bes menale
Peyman
elê me ew hewale
Roj
ku welat bijî bibînim
Ez
mijde bi xo bo te bînim
15ê
remezana 1377 Koçî
05/04/1958
Zayînî
Konê
Reþ
Qamiþlo
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org