Qamiþlo
û herêma Cizîrê
(Binxetê)
Konê Reþ
Herêma Cizîrê Ango Binxetê, eva ku bajarê Qamiþlo têde ye, dikeve herî bakur û bareþî suriyê de.Ji bareþ ve sîmorê Îraqê ye, ji bakur ve sînorê tirkiyê ye(Serxete).û Zincîra çiyayê Torose wek çiyayê Mazîdaxê, Xursê, Mêrdînê, Bagokê ta ku digihêje qontara çiyayê Cûdî.
Di
salên cenga cîhanî a yekemîn de1914-1918, dema ku elmanan xeta
hesinî( Berlîn-Bexdad) gîhandin Nisêbînê, ji wê hingê ve navê
Serxetê û Binxetê hat gotin, kurdên li jêr xetê man Binxetî û
kurdên li jor xetê bûn Serxetî.
Parêzgeha
Cizîrê ango Hesekê - senter bajarê Hesekê ye -ji mazintirîn parêzgehên
suriyê ye.Pîvana wê 23, 333 k.m2. Hejmara xelkên wê ta sala 2002an dor
1, 313, 099 neferîye, ji bilî kesên kurd ku bê nasname û hin din ku
navê wan qet nehatiye tomarkirin. Cizîrê navdare bi dûzbûn û
firehbûna xaka xwe, nexasim bi
Deþta Mêrdînê(Beriya Mêrdînê), deþta Xelef Axa(Sinceqê:Aþîta)û
deþta Hesinan, hem jî bi çiyayê Abdulezîzê û beþekî ji çiyayê
Þingalê û Kewkebê Milan û çiyayê Qereçoxê Koçeran..û bi çemê Xabûr
û Ceqceq û Dicle. Cizîrê di cîhanê
de navdare bi gir, þûnwar û þaristaniyên herî kevin û dêrîn
ku têde hatin avakirin wek:Orkêþ li girê Mozan û bi çandiniya
zeviyên havînî û zivistanî,
wek genim, ceh, nok, nîsk, pembo û bi
Petrola û Gaza ku li Rimêlan û Qereçox û Cibise hatiye dîtin..
Ji
kevin de Cizîrê cih û warê gelek eþîr û hozên kurda ye wek.Kîkan ,
Milan, Koçerên mîran, Aliyan, Hesinan , Abasan, Mîrsînan,
Hevêrkan, Koçekan, Deqoryan, Gabaran, Temikan, Bûbilanan, Hacîsilêmanan,
Kasikan, Koreseyan, Dorikan...hwd û hin eþîrên ereban, di gel hin gundên
Siryaniyan..Di sala 1973an hikûmetê
dest bi erebkirina Cizîrê kir, û dor 33 gundên ereban ji dervî parêzgeh
Hesekê di nav kurdan de bi rûniþtin dan, hem jî navê gundên kurdan
guhertin bi navên erebî..
Di
navbera salên 637-639 zayînê de, piþtî ku Helwan û Tekrît ji rex
misilmanan ve hatin vegirtin, misilmantî ketiye Cizîrê û Nisêbîne de
û gelek dîroknivîsên ereban behsa kurdan di Cizîr û Nisêbînê de
kirine wek:Ibin Xerdazbe, Qudame Bin Cafer, Mesûdî û Ibin Cibêr..Vê paþiyê
Holako û di pey re Tîmor Ling di sala 1394an de Cizîr wêran kirine, û
xelkên wê xwe di quntara çiyê de veþartine..
Di
sala 1514an de, Cizîr ketiye bin destê Osmaniyan de û di sala 1922an de
destê Fransîzan de, û weha ta sala 1946an û damezirandina dewleta erebî
di suriyê de .
Piraniya
xelkên Cizîrê kurd in, nexasim di ber sînorê tirkiyê re, û sê ol bi
hev re têde dijîn :misilman, xirîstiyan û êzîdî..
Ji
navçeyên Cizîrê ji bilî bajarê Hesekê
ku parêzgeha Cizîrê ye: Serê Kaniyê (Raseleyn), Dêrika
Hemko(Malikiyê)û Qamiþlo.Ji bajarokên wê:Amûdê, Tirbespiyê(Qehtaniyê),
Derbasiyê, Til Koçer(Yehrebiyê), Þedadî, Til Berek, Rimêlan..
Qamiþlo:
Ev bajarê ku hin jêre dibêjin Kalîforiniya rojhilatê, û hin dibêjin
Parîsa biçûk û hin dibêjin Bûka Cizîrê , di sala 1926
an de ji rex Fransîzan ve hatiye avakirin-Bi avakirina qijla leþkerî û
seraya fransî re- li ser girekî kevnar di binya Nisêbînê de,
bi dor 2 k.m an, di nav xaka ku
weqfa ziyareta Zeynelabidîne-eva ku dikeve nîvê Nisêbînê de -piþtî
ku sînor di navbera tirkan û
deshilatdarên Fransiyan di suriyê de hat danîn, Ji bo restî bê gotin ,
di destpêkê de cihûyên Nisêbînê,
siryaniyên Bagokê, ermenên ku ber tirkan revyayî bûn û kurdên derdorê
bi avakirina Qamiþlo re westiyane , û xwe li dor xanîkê Qidûr beg ,
sera û qijleya fransî û çemê Ceqceq girtin, kombûn û xwe
danehev û weha Qamiþlo ji çend taxan, di binya Nisêbînê de hat
avakirin.wek:taxa, Siryan, Ermen, Aþûriyê, Cihûyan, Tey û Elî
Fero(Xerbî)di gel gundê Hilêliyê ji baxerb ve û Enteriyê ji bareþ ve
..Roja îro ji sedî 70ê ji tevgera wê di destê kurdan deye wek:Bazirganî,
çandinî, perwerdekirina di dibistanan de, Bijîjkî, Avokatî, Endezyarî,
avakirina avaniyan...
Ji
cihên navdar di Qamiþlo de:Gora seydayê Cegerxwîn, Mihened Þêxo, û
goristana welatparêzên kurdan li gundê Dugirê ku ev qehreman têde
hatine veþartin:Hemze begê Miksî yê ku kovara Jîn di sala 1918 an de li
Stenbolê di weþand, Hacî Mûsa begê, Kor Hisên paþa, Dr.Nafiz beg Zaza,
Dr.Qasim Cemîl paþa, Arif beg Ebbas, Haco axa yê Hevêrkî, Ebdulrehman
axayê Eliyê Ûnis..hwd
Hem
jî gora Osman Sebrî li gundê Berkevirê ye, û gora Îbrahîm paþayê
Milî li Sifeya ye:
Dor
12 partiyên kurdan yên siyasî li Cizîrê hene , nîv veþartîne, her
yek ji wan rojnameyeke wê ya demdemî bi zimanê erebî heye, hin ji wan
kovarên wan bi zimanê kurdî jî hene, wek kovara Gelawêj, Pirs, Jîn,
Gulîstan, Stêr, Xunav..hwd, lê mixabin tu navendên kurdan yên çandî nînin.
Navê
Qamiþlo, ji Qamîþê hatiye girtin, ew qamîþa ku li ser peravê
Ceqceq bi pirbûn þîn dihat:Roja îro çemê ceqceq Qamiþlo dike du par
:Rexê Xerbiyan û rexê Aþîtan.Hejmara daniþtiyên wê 168, 369 hezar
kesin ji bilî kurdên bê nasname ku hejmara wan di ser 300, 000 kesî re
ye, û kurdên ku navê wan nehatiye tomarkirin.
Û
wek ku diyare Qamiþlo bû navdar bi rûdana 12 azara 2004 an.
Di
baweriya min de Qamiþlo ji bajarên kurdan yên ku hejmara
bijîjk, avokat û endezyarên kurdan
bi pir bûn lê hene .
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org