|
|
Hevpeyvîn
bi Konê Reþ re
Hevpeyvîn:
Helîm Yûsiv
-
-
-
-
-
-
Konê Reþ
behsa serpêhatiya pirtûkên mîr Celadet Bedirxan, Mehmed Uzun û
destnivîsa “Bîra Qederê”, kovarên kullek û seqet û nivîskariya
Kurdî li Binxetê dike.
-
- Nivîskar
û helbestvanê Kurd ku navê wî ê rasteqîn Selmanê O. Abdo ye û di
sala 1953’an de li gundê Doda li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye,
ji mêj ve bi ziman, folklor û toreya gelê Kurd re mijûle û heta
niha çendîn berhem weþandine. Li gor agahiyên wî, wî heta niha di
çil û çar kovar û rojnameyên Kurdistanî de, li her çar parçeyên
Kurdistanê û li derveyî welat berhemên xwe belav kirine. Xwediyê
kovara “Gurzek Gul”. Konê
Reþ ji Rûdawê re axifî:
-
- Demeke
dirêj tu bi lêkolînên li ser Bedirxaniyan re mijûl bûyî. Gelo tiþtekî
nû di vê derbarê de maye ku tu ji me re bibêjî?
- Belê
gelek tiþt mane, ji ber ku dîroka me a nûjen bi Bedirxaniyan dest pê
dike. Bedirxanî ji Kurdan re þoreþa netewî ne, þoreþa rewþenbîrî
ne, dîplonasiya kurdî ne. Ez ne bawerim ku tu malbatan wek malbata Mîrê
Cizîra Botan ji dil û can xebat û bizav di ber gelê Kurd de kiribin,
tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.
- Tevî
ku neferên vê malbatê ji sala 1847’an ve di koçberî û sirguniyê
de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, ji bîr
nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav
kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin.
Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin þert û mercên zehmet
û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêþeya gelê Kurd
barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di
warê civakî û rewþenbîriyê de û çi jî di warê siyasî. Belê hê
jî navê gelekan ji wan neferan di tariyê de ye, wek nimûne;
Ebdulrezaq Bedirxan ku wek yekem diplomatê Kurd tê naskirin, di sala
1918’an de li Mûsilê ji aliyê waliyê wê Silêman Nezîf ve hat
bidarvekirin û di goristana biyaniyan de hat veþartin. Kamil Bedirxan
yê ku mejiyê serhildana Bedlîsê bû, piþtî bidarvekirina mele Selîm
û hevalên wî xwe li Teblîsê girt û li wir dibistanek kurdî vekir.
Û Behrî Paþa, Elî Þamîl Paþa, Sureya Bedirxan... Wiha gelek neferên
vê malbatê xebat û bizav di ber kêþeya Kurdî de kirine, lê
mixabin ta roja îro navê wan di tariyê de ye. Wan Bedirxaniyan gelek
komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weþandin, hem jî
bi saya wan gelek navend û enstîtû ji gelê Kurd re hatine ava kirin.
Mesela Bedirxaniyan xelas nabe.
-
Piþtî mirina Rewþen Bedirxan ku tu jî diçûyî serdana wê, mîrateyên
Celadet û nivîsên wî yên neçapkirî li ku man gelo? Weke mînak,
çi bi destnivîsa romana wî ya bi navê "Bîra Qederê" hat?
- Nizanim
çima rêxistinên me lê xwedî derneketin?! Dema ku min û hevalekî
xwe kovarek bi kurdî diweþand, hingî ez agahdar bûm ku kebaniya mîr
Celadet Bedirxan saxe û li bajarê Baniyas dijî û wiha ez li ser þopa
Mîr Celadet di sala 1990’î de çûm mala Rewþen Xanim Bedirxan. Di
wê çûnê de ramana berhevkirina pirtûkekê li dor jiyana Mîr
Celadet ket sere min û her heyv ez diçûm cem, min pirs jê dikirin. Wê
ji min re digot; tu dereng mayî. Berî te gelek kes hatine cem min. Min
jê naskir ku piraniya xelkên dihatin cem Kurdên Bakur bûn, nemaze piþtî
îlona 1980’yî. Ewên ku di Sûriyê re derbasî Ewrûpa bibûn, wekî
Mihemed Emîn Bozarislan, yê ku bi kebaniya xwe re bi mehan lê dibû mêvan
û qala xortekî jî bi navê Ferzende dikir ku dihat cem (vê paþiyê
min naskir ku ew Mihemed Uzun e). Hem jî xortek bi navê Þêx Seîd
dihat cem, jêre digot ez neviyê Þêx Seîd im. Firat Cewerî jî
dihat cem. Ku ez ne þaþ bim piraniya van kesan di rêka Þamê re, bi
alîkariya Osman Sebrî an Dilawer Zengî diçûn mala wê. Piþtî
mirina wê di hezîrana 1992’an de xwîþka wê Oseyma ji Qahîre hat
û hemû pirtûkên wê û yên Mîr Celadet kirin kertonan û birin Þamê.
Di orta salên 1990’î de, dema Dilawer Zengî di gel Xefûr Mexmûrî
çû Kurdistanê, me bihîst ku wî pirtûkxana Mîr Celadet biriye
Kurdistanê. Îsal sibata borî de Sînemxan bi dûv pêmayê bav û
diya xwe de hat Þamê, tiþtên ku li cem Dilawer Zengî mabûn dayê
û ji wir hat Qamiþlo. Ew wêneyên ku diya wê Rewþen Xanim dabûn
min, bo wê pirtûka ku min li ser jiyana Mîr Celadet berhev kiribû,
min tev danê. Hem jî min hin wêneyên din, yên ku min ji cem malbatên
Kurdan dabûn hev, danê. Bi kurtî eve çîroka pirtûkxana Mîr
Celadet Bedirxan.
-
- Piþtî
te di pirtûka xwe de qala hebûna destnivîsa romaneke Celadet bi navê
"Bîra Qederê" kir bi çend salan Mehmed Uzun jî romanek li
ser Celadet bi navê "Bîra Qederê" derxist. Mehmed ji min re
got ku ew roman ya wî ye û Celadet Bedirxan pîlana nivîsandina ti
romanan bi wî navî nekiriye û Konê Reþ nikare jê çêtir zanibe.
Çima deng ji we nehat?
-
Xuyaye berî ku ez Rewþen xanim nas bikim, hineka romana Bîra Qederê
ji cem biribû, lê ne digot daye kê. Digot min kovar û destnivîs
dane Mihemed Emîn Bozarselan û Ferzende (Mehmed Uzun) û Firat. Ji
Bozarslan razî bû lê gazin ji Ferzende dikirin û digot: Kurê min pêjna
Ferzende nayê, ma tu wî nas dikî? Û Rewþen xanim digot: Tevî ku mîr
li gundê Hêcanî bû, wî dinivîsand. Nivîsandin nexweþiya wî bû.
Wî çîroka Bîra Qederê dinivîsand û qedera wî bû ku di wê bîrê
de bimre. Ez dibêjim; mîrê ku tev jiyana xwe di kurdewarî û
rojnemevaniyê de derbas kir, ne mumkine ku di wan þend salên dawî
de, bê nivîsandin mabe. Wî Bîra Qederê dinivîsand. Xuyaye ku Mîr
Celadet divîbû bi romana Bîra Qederê jiyana xwe a kurdewarî bi dawî
bîne, lê qederê ew derfet ji dest girt û nehiþt bigihîne dawî.
Eger mirov bi hûrî romana Bîra Qederê a ku M. Uzun mora xwe lê
xistiye bixwîne, wê bibîne ku ne mumkine M. Uzun ev roman nivîsandibe.
Ji ber gelek egeran
wek:
- 1
– Cih, war, gund, bajar, navê kesan, nave taxên Þamê yên kevin M.
Uzun bikar anîne. Ez ne bawerim ku kes karibe van navan, cihûwaran bi
kar bîne ji bil Mîr Celadet pêve. Li van rûpelên Bîra Qederê Çapa
yekem 1995 vegere:141- 171- 178 – 181- 188- 196- 197- 198-
215-226-234-237-238-240 û hwd… Ez wekî Kurdekî Sûriyê ku ev 25
salin bi rewþenbîriya kurdî a têvel mijûlim, ez nikarim, an bi zor
ez karibim van nav, cih û waran nas bikim û ew Kurdê bakure ji kû
zane?! Encex lêkolînevanek karibe, an ew kesê ku li wan cihan mabe,
an di wan re derbas bûbe zanibe, wek Mîr Celadet.
- 2
- M. Uzun di sala 1985’an de diçû cem Rewþen xanim, belê çima
piþtî deh salan ji dîtina wê û sê salan ji mirina wê çap kir û
çima bi navê Ferzende xwe pê dabû naskirin û xwe jê vedidizî û pêwendî
pêre girênedidan?
- 3
– Di sala 2008’an de ez û kak Firat Cewerî li Cizîra Botan bûn.
Firat di semînera xwe de wiha got: ‘Di sala 1987’an de ez çûm Sûriyeyê,
bajarê Banyasê ba Emîre Rewþen Bedirxan û min ji cem wê hin hejmarên
Hawarê anîn. Min divîbû wan ji nû ve çap bikim. Lê mixabin gelek
hejmar ji wan kêm bûn. Rehmetî Mihemd Uzun ew hejmarên kêm dane
min. Ew di sala 1985’an de çûbû cem û wî tev hejmarên Hawarê anîbûn.’
Ango M. Uzun ji hingî ve gelek tiþt ji cem Rewþen anîbûn
- 4
– Çendî M. Uzun xwestiye ku zimanê xwe û yê mîr di romanê de nêzîkî
hev bike, lê di gelek cihan de pêre derneketiye.
- Ne
ku ez þerê rehmetî dikim an bêbextiyan lê dikim, ez baweriyên xwe
dibêjim. Yên ku bawer nekin, bila romanê ji nû ve bixwînim.
-
- 4-
Rojnamevaniya Kurdan li Binxetê, piþtî rawestandina Hawar û Ronahî,
nema. Piþt re kovarvaniyê dest pê kir. Te jî demekê "Gurzek
Gul" derxist û ew jî rawestiya. Niha li meydanê çi tê dîtin
gelo?
- Belê
gelek kelem û asteng di pêþiya kovar û weþangeriya bi zimanê kurdî
li Rojava hatine danîn. Nexasim piþtî ku Fransî di sala 1946’an de
ji Sûriyê hatine derxistin. Ji hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina
bi zimanê kurdî qedexe ye, ta ku nivîsandinên bi zimanê erebî li
ser kêþeya kurdî qedexe ye. Û wiha ev qedexebûn berdewame, heta
roja îro. Ji ber ku rexistinên me guh nadin ziman û idîa dikin ku
kovarên wan hene, hêjî hin kovarên rêxistinî car caran di holê de
têne dîtin, wek Gulistana kulek, Gelawêja seqet, Pirsa ku bi darekî
dimeþe. Mirov dikare bibêje ku rojnameya Newroz û ji dor salekê ve
Dimoqratî pak in.
Berî deh salan
hem nivîskarên bi kurdî dinîvisînin zêde dibûn, hem jî derdoreke
xwendevanên zimanê kurdî berfireh dibû. Niha nivîskarî û xwendina
kurdî li Binxetê çawaye gelo?
- Bêgûman
di van pazdeh-bîst salên borî de geþbûneke rewþenbîrî serê xwe
di nav me Kurdên Binxetê de hilda bû. Ew geþbûn jî di warê
danheva zargotin û afirandina peyva kurdî a resen de bû. Hem jî weþandina
pirtûkên têvel û bi taybetî dîwanên helbestan. Lê ji sala
2004’an û virde, rewþ hat guhertin. Ew kovar û rojnameyên ku bi
kurdî di salên 1990 de dihatin weþandin, êdî nema em gelekan ji wan
dibînin. Eger hebin jî, her salê hejmarek, an her du/sê salan
hejmarek derdikeve û dûrî þert û mercên rojnamevaniyê ne. Ji
aliyekî din ve, ya ku mirov sosretmayî dike ew nivîskarên me yên ku
berê tenê bi kurdî dinivîsandin. Roja îro bi piranî berê xwe dane
nivîsandina bi zimanê erebî. Ango her kû diçe zimanê erebî þûna
zimanê kurdî digire û ev tiþtekî gelekî xerabe. Bi gotineke din ez
dikarim bibêjim ku welatparêziya siyasetvan û nivîskarên me bûye
bi erebî.
-
- Li
gor dîtina te, giringtirîn bûyer û rûdanên ku di van salan de ji
bo wêjeya kurdî li Binxetê û li Sûriyê bi giþtî çêbûne çine?
- Belê
keko! Etar ji tûrikê xwe xeber dide. Ez jî etarê vê bazarê me, ev
bûyer di tûrikê min de hene: Ji sala 1993’an ve festîvala helbesta
Kurdî li dar dikeve, mixabin ku di van salên dawiyê de kelê bûye.
Di sala 1995’an de, li ser banga Mihemed Emîn Bozarslan me 300 saliya
Ehmedê Xanî pîroz kir. Ji sala 2002’an ve Komîta Þevbuhêrkên
Kurdî li Þamê her meh þevbuhêrkekê ji nivîskarekî re li dar dixîne.
Di sala 2003’an de, bi rengekî berteng me 100 saliya Cegerxwîn pîroz
kir. Hem jî di eynî salê de, Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî hat
damezirandin û bi sedan xort û keç fêrî zimanê kurdî bûn. Lê îsal
rêjîmê destê xwe danî ser û berpirsyarê wê bi sê meh zindan û
50 hezar ceze kirin. Hem jî her meh bi navê Çalakiyên Çanda Kurdî
ku a rexistinekê ye, þevbuhêrek bo nivîskarekî li Qamiþlo tê
pêk anîn. Berî pêlekê di buroya PDPKS de Hola Dr. Nûreddîn Zaza
hat vekirin, carna hin çalakî têde jî têne li darxistin. Sed
mixabin ku roja îro piraniya çalakiyên ku di nav me Kurdên Sûriyê
de dibin, ji sedî not bi zimanê Erebî ne.
-
Nivîskariya kurdî li wêderê ber bi kude diçe û niha tu bi çi
mijûlî?
- Nivîskariya
kurdî ber bi erebî ve diçe. Rola rêjîmê jî di vê yekê de heye.
Yên bi erebî dinivîsînin serbestirin ji nivîskarên ku bi kurdî
dinivîsînin. Tew rêkxistinên me bi þerê hev daketine û zimanê
kurdî di ser guhên xwe re avêtine. Em bi hêvî ne ku ev qunaxa xerab
zû derbas bibe. Ez
bi gelek tiþtan mijûlim, gelek destnivîs li ber destê min hene. Tiþtê
ez zanim ewe, ku gotin sultanê demê ye. Her tiþt bi demê re winda
dibe, bi tenê gotina nivîsandî dimîne.
-
- Ma
ku ez li hêvî û daxwazên te bipirsim?
- Hêvî
û daxwazên min evin; ku ez her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî
li ber deriyê mala xwe bibînim û bi rêka wê nûçe û bûyerên
Kurdistanî û cîhanî bixwînim û seh bikim
- --------------------------------------
Berhemên
Konê Reþ yên çapbûyî:
- -Serpêhatiyên
Mîran (1), 1991
- -Mîr
Celadet Bedir-Xan, 1997
- -Serhildana
Sasonê, 1925-1936, 1995
- -Osman
Sebrî, 1905-1993, 1997
- -Komela
Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Þoreþa Araratê, 2000
- -Pirtûka
Qamiþlo, Lêkolîn, 2003
- -Welato,
Helbest, 1998
- -Dergehê
Jîn û Evînê, Helbest, 2001
- -Cûdî
Çiyayê Miradan, Helbest, 2004
- -Dara
Çinarê, Helbest, 2006
- -Sîpan
û Jîn, I. Beyrût, 1993
- -Þagirtê
Bedir-Xan im, 1996
- --------------------------------------
- Çavkanî:
Rojnameya Rûdaw,
hejmara
10
: 08. 09. 2009, çapa
Ewropa.
-
-
|
|
|