Konê
Reþ di hevpeyvînekê de
Bi
Rojnameya BEDIRXAN re li Silêmaniyê
Kêfxweþ
dibim ku pirsên þanda ( Dezgeha Çap û Belavkirina Bedirxan
)û rojnameya ( Bedirxan )di bin serokatiya
mamosta Hemîd Ebû Bekir Ehmed û hevalên wî
de bersiv bidim,ev þanda ku bi serdanekê hatibûn Qamiþlo
û sûriyê û di vê serdanê de ez bi Mîdaliya Festîvala BEDIRXAN
xelat kirim.
Ez
jî ji can û dil spasiya wan dikim.
Qamiþlo
1-Çawa
te dikarîbû xwe nêzîkî Bedirxaniyan biket ?
*-Ji
mêj ve min çîrokên mîrekêm Botan di oda bavê xwe de seh
dikirin.ta ku ez di sala 1977 an de çûm Almanya Rojava ji bo
xwendinê.Li wir min sehkir ku Mîr.Dr.Kamîran Bedirxan ji Parîsê
hatiye Bonê ji bo danîna bingehê (Dostaniya Kurd û
Almaniyan),wê gavê min ji kurmamê xwe pirsî :Gelo Mîr.Kamîran
ji mîrekên Bota ye ? Kurmamê min bi erênî li min
vegerand.Hingê ez li wan çîrokên ku min, di biçûkaniya xwe
de sehkiribûn vegeriyam û kûr di Cizîra Botan û Mîrekên
Botan de ponijîm û wiha piþtî vegera min welat min bêtir çîrokên
wan sehkirin û dîroka wan xepart..Di serê sala 1989 an de dema
min û hevalekî xwe kovarek bi navê (Gurzek Gul )bi tîpên
latînî weþand,pêdivî bû ku ez li daner û berhevkirê tîpên
kurdî latînî bigerim û wî ji nêzîk ve nas bikim.Wê çaxê
jî, ez li Mîr Celadet Bedirxan rast hatim,û piþtî
pirsyanan û xepartina li dor jiyana wî,min sehkir ku kebaniya wî
Rewþen Xanim Bedirxan hêj saxe û li bajarê
Banyasê dijî.Min yek nekir dido û min xwe gîhand wê
...û wiha ez ketim nav deryaya malbatekê ku tev jiyana
xwe di ber welat û miletê kurd de terxan kirine û tev di zîvarî
û miþextiyan de mirine.
Ez
çawa bûme pispor di malbata bedirxaniyan de...Dikarim bibêjim;
piþtî ku min Rewþen
Xanim naskir û hûr hûr lê guhdarî kir, wê kul û xemên xwe,çîroka
malbara xwe,miþextî, zîvarî û bêkesiya malbata Bedirxaniyan ji min re got û þirove kir,
min xwe dît ku ez wek pisporekî me di warê malbata mîrekên
Bedirxaniyan de..
Lê încex ez dilopekim avbim di vê pisporiya xwe de, di warê deryaya pisporiya di malbata Mîr Bedirxan de.Ji ber ku em gelê Kurd her û her emê deyndarên wabin: Mîr Miqdad Medhet Bedirxan bû yê ku di sala 1898 an de yekemîn rijnameya kurdî bi navê (Kurdistan ) li Qahîre /Misir çapkir û li Kurdistanê da bi belav kirin,Mîr Emîn Alî Bedirxan bû yê ku yekemîn helbesta kurdî ji zarokan re nivîsandiye,mîr Abdul Rezaq Bedirxan bû yê ku yekemîn dibistana kurdî di gel Simko Axayê Þikakî li Xoyê vekir û pêwendiyên xweþ di gel ermen û Rûsan de girêdan,Emîn Alî Bedirxan bû yê ku Rengên vê ALA ku roja îro li asmanê kurdistana azad li ba dibe bijartin di sala 1918 an de,mîr Celadet Bedirxan bû yê ku di sala 1932 ande tîpên latînî ji zimanê Kurdî re bijartin û berhev kirn û bi wan tîpan bang li Kurdan kir û got:( Kuro ! eybe ,þerme ,fihête an hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin an mebêjin em kurd in...)û hîn û hîn .Ma Bedirxaniyan çi ji miletê kurd re pêþkêþ kiriye û çi pêþkêþ nekiriye..
Çendî ji min bê ezê bê rawestan li dor vê malbata þoreþger,rewþenbîr,rojnamevan û dûrdîtî bi kolim û bi xepêrim.Ji qenciyên ku Xwedê bi miletê kurd re kiriye, malbatek wek Bedirxaniyan ji me re þandiye.
2-Çi
nivîsên te yên nû li dor mîr Celadet Bedir Xan hene ?
*-Mîr
Celadet Bedirxan wek kaniyek ava zelale û ez wek tîkî wê avê
me ,çendî ji wê avê vexwim kela min hênik nabe..Her dem û
gav ez bi dûv saloxdan û nûçeyên Mîr Celadet Bedirxan de di
bezim û kom dikim.
3-Di
baweriya te de sedemên herifandina dewleta Bedirxan çi bûn ?
*-Di
baweriya min de û piþtî xwendin ,lêkolîn û pirsyanê ji xelkên
herêmê ya ku ez di nav de dijîm,(çiko herêma me jî ji kevin
de bi ser Botan ve dihat berdan û di bin desthilatiya mîrekên
Botan de bû)sedemên herifandina Mîrnîþiya Botan vedigerînim
çend xalan diyar û nediyar ,ji xalên nediyar :
1-Berberî
û nakokiya ku di hundirê malbata Azîzan xwe bi xwe de hebû,ev
xal gelekî giring bû ji herifandina mîrniþiya Botan re.Wek ku
Kurd dibêjin : Kurmê darê ne ji darê be dar kurmî na be.
2-Îngilîz bûn,Îngilîzan rê nedan mîr Bedirxan ku dewletek bi rêk û pêk ava bike û dawî bibe kelem di pêþiya bazirganî û desthilatiya wê û Hindistanê de. Di gel ku kînek wan ya kevin li ser kurdan hebû,ew kîn jî vedigere Selahedînê eyûbî,û rizgarkirina Mala Pîroz li Qudsê..
Belê
ji xalên diyar :
1-
Xiyaneta pismamê wî Yezdan Þêr di gel wî 15 hezar ji çekdarên
kurdan.Ne wilo tenê ,belê sekinandina wan li kêleka Osman paþa
û þer kirin dijî mîr Bedirxan..
2- Rola Nemrûd Resam,ew kesê aþûrî yê ku ji xelkên Mûsilê bû û di qunsilxaneya îngilîzan de li Mûsilê kar dikir . Wî jî divîbû tol û heyfa Nestoriyên Botan ji Mîr Bedirxan hilîne....
Bê
guman hin sedemên din jî hene..belê hema bi kurtî wiha ez
karim bibêjim..
4-Gelo
! tu destnivîsên neçapkirî li bal te hene li dor Bedirxaniyan
?
*-Na,tu
destnivîs an arþîfê li dor Bedirxaniyan li bal min nîn in,tiþtên
ku hene jî çend wêne ne min ji bal Rewþen Xanim anî bûn û
min ew wêne di pirtûka li ser Mîr Celadet Bedirxan de belav
kirine..Vê paþiyê û ta roja îro ez wêne,destxet,çîrok û
serpêhatiyên li dor mîrekên Botan û Bedirxaniyan didim
hev,wek nimûne min hin wêneyên Bedirxaniyan ji bal mala Haco
Axa anîne ,hin ji bal mala Cemîl Paþa Diyarbekirî hin ji bal
mala Elsilih ji libnanê û wiha..
5-Gelo
hêj pêwendiyên te bi hin neferên malbata mîr Bedirxan re hene
?
û
çima tu di festîvala Bedirxan a yekemîn de amade nebû ...?
*-Belê,
hêj pêwendiyên min bi hin neferên malbata mîr Bedirxan re
hene,wek Sînem Xana Mîr Celadet Bedirxan û xuþka wê Oseyma
Xanim li Qahîre/Misrê û ez kêfxweþ dibim dema ku xelk xwe li
min digirin û pirsa Bedirxaniyan ji min dikin.
Belê
ez hatim xwestin ji bo beþdariyê di festîvala Bedirxan de a
yekemîn li Bexdayê,lê hem di çax û demên wê de ji min re
nehat gotin hem jî navê min di nav navan de nebû,û bi dilsarî
ji min re hat gotin..tevî wilo min pîrozbahiyek bi navê Dr.Kemal
Mezher Ehmed ji beþdarên festîvalê re þand di gel gotarekî
li dor Bedirxaniyan û Ala kurdî..Lê bi hatina kak
Hemîd Ebû Bekir Ehmed û hevalên wî ji (Dezgehê çap
û belavkirina Bedirxan) bo Suriyê,û xelatkirina min bi Mîdaliya
Festîvala Bedirxam þahiyek mezin di dilê min de çêkir
ez jî ji can û dil spasiya wan dikim.û sala bê ku tu sedem
nebin bêguman ezê amade bibim..
6-Gelo
mirov dikare di paþerojan de festîvala Bedirxan li Qamiþlo vejîne
?
*-Roja
îro, gelekî zore ku wek Festîvala Bedirxan li Qamiþlo were li
dar xistin. Çiko ta ku em þahiya þokirina zarokên xwe di dar
dixin em li sê/çar bîroyên parastinê digerin ta ku em karibin
îznê bistînin..!Vêca emê çawa karibin Festîvala Mîr
Bedirxan li Qamiþlo li dar xînin..?! Dibe di paþerojan de
derfet hebe û bidin.Ew jî bi demokratiyê û mafê gelê kurd ve
girêdayî ye..û ez gelekî
kêfxwþ dibim ku rojekê Festîvala Bedirxan li Qamiþlo
bi hata li darxistin û berî mirinê me ew yek dîtiba...
7-Gelo dem hatiye ku Albomek bi wêne û kurtiyek ji jînenîgariya her neferekî Bedirxaniyan bê çap û belav kirin ?
*-Belê ,çima dem nehatiya ku albomekî taybet bi wêne û kurte jiyana tev neferên malbata Mîrekên Botan bê çap û belav kirin.Çendî em navên neferên vê Malbatê bi parêzin û bilind bikin ,em xwe diparêzin û xwe bilind dikin..
Di
baweriya min de çapkirina albomekî bi weneyên wan wefadariyeke
zor mezine û vegerandina hinekî ji deynê wa ye ..Em gelê Kurd
her deyndarên Bedirxaniyan e,û dem hatiye ku em hinekî ji deynê
wan li wan vegerînin,bi kêmayî bi Albomekê..
8-Baweriya te di Dezgehê çap û belavkirina Bedirxan de çawa ye ?
*-Di
baweriya min de,damezirandina Dezgehê Çap û Belavkirina
Bedirxan,û di gel re weþandina rojnameyekê bi navê ( Bedirxan
) wefadariyeke mezine ji navê mîr Bedirxan re,û xweþ nîþane
ku gelê kurd kevnê xwe jibîr nake ,ji xwe yê ku kevnê wî
nebe qet nikare nû ava bike,Bedirxan kevnê me ye,wiha lê bixwedî
derketin nîþana pêþketinê ye ,nîþana xêrê ye..Mala we ava
be Xwedê li piþta we be.
9-Gelo tu raziye ji nivîsên ku ta niha li dor Bedirxaniyan hatine pêþkêþkirin ?
*-Na, qet ez nerazîme.gerek ta niha bi dehan teze û dektorayên bilind li dor malbata Bedirxaniyan bi hatina amadekirin ,roja îro ,bi sedan xortên me di zankoyên bilind de di xwînin ,qey kes ji wan dektoraya xwe di warê Bedirxaniyan de nabijêre û xwe di vî warî de nawestîne ? Ew çend kesên ku hene jî em ji dil û can spasiya wan dikin wek nimûne :Dr.Selah hirorî û Zekî Ozman xwediyê malpera Celadet Bedirxan û bi taybetî Hîmdar û karmendên Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Duhokê û hûn Dezgayî Çap û belavkirina Bedirxan li Silêmaniyê û spas ji we tevan re .
Konê
Reþ
Qamiþlo
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org