Heyamo
ji wan re bibêje !
Konê Reþ
Çi
havîneke dirêje
Tu
dibêjî qey heyam
Xwe xuz
kiriye û dem
Hûrikên
xwe di nav tozê de
Didêre..
Waweylê
!
Çilo
sal pîr dibin û
Mîrneþîn
pîr nabin ?!
Herdû
bestên li dor gundê min Doda
Gelek
çerx û dewran dîtine ta ku
Derbasî
dîrokê bûne
Dîroka
ku bi bê deng zêrevaniya
Rêwiyan
dike û
Hin
caran bi wan re
Di
kene, hin caran digirî
Lê
qet diyalogê bi kesên rawestyayî re
Li
ser peravê demê nake..
Va
ez ketime payîza temenê xwe de
Rojan
dispêrim hev û
Bê
deng xwe ji wan re xuz dikim
Pêre-pêre
sosretmayî dimînim û
ji
xwe dipirsim:
Va
ez pîr dibim,
Gelo
çima desthilat û
Berpirsyar
pîr nabin ?!
Derewan
dikin û
Tu
bi wan zanî
Pêre
jî ev gotin tê hizra mirov:
(Xwe
bi parêze ji þerê wan kesên ku
te
qencî bi wan kiriye)
An:((ku
te qencî bi merdan re kir
Te
ew ji xwe re kirîn û
Te
qencî bi nemerdan re kir
wê
rojekê li ber te rabin û
berberiya
te bikin)
Dibêjin:
Ji
bo rastî bê gotin,
Dîrok
xwe vedigerîne
Gelo
! Ji bo vejandinê
Evîn
jî xwe vedigerîne
Heyamo
! ji wan re bibêje !
Qamiþlo, Tebaxa 2004
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org