|
Hînbûna
zarokan û vekirna derisxanan di nerîna Mîr Celadet Alî Bedirxan de Konê Reþ
Ji berî dû hezar sal ve, helbestvanê Çînî (Kîn
Tîzo) ji bo hînbûna zarok û nûgihiþtiyan wiha gotiye: (( Hînbûna
xwendin û nivîsandinên, ji nifþekî re hînbûne ji wî gelî tevî re
ta dawiya zemîn.. )).
Mîr Celadet Bedir-Xan jî, bîra vê yekê birbû û li ser sekinî
bû. Hînbûna xwendin û zanînê ji nifþekî Kurdî re, giring didît
gava di kovara Hawar ê de digot: (( Bivê
nevê heqê nûgihiþtiyan jî di Hawar ê de hebû, ji xwe Hawar ji me bêtir
ya wan bû, ji ber ko em yên îro û ew yên dawîne..)).1
Daxwaz û armancên nemir ne tenê hînbûna navser û gihiþtiyan bû,
belê zarok û nûgihiþtî jî bûn, wi divîbû wan xwedî bike bi hînbûna
xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî û zanînê, da ku di rojên bêde bi
kêrî milet û welatê xwe bên. Zanîn û xwenasîn bêtir ji mafê wan
didît. Ji ber wî nûgihiþtî didîtin ji rojên bêre, vêca wî stûneke
cihê di Hawar a xwe de ji zarokan re vekir, bi nave: (Stûna Zarowan ), di
vê babetê de wiha gotiye: (( . . .
lewra dilê me hebû, em ji wan re, ji nûgihiþtyan re, stûneke cihê
vekin, her wekî me vekir bû jî . . . . ))2
Zindî di destpêka çapkirina / Hawar / ê de, çend helbestên xwe
ji zarok û nûgihiþtiyan re weþandin, lê piþtî sê –çar jimarên pêþîn
ew stûn ji kovara xwe da alî, ji ber dît ku, nivîskarên zane peyda
nabin ku bi berdewamî, bi awakî qenc û rast û zimanekî xiro Kurdî di wê
stûnê de, ji zarokan re binivîsin. Di wan sê – çar jimarên pêþîn
de, wî bi tena xwe, ew stûn bi helbest, bendik û çîrokên xwe, di
xemiland, weke van nemûnan: Kovara
Hawar jimar:1 . helbestek binavê : Buhar Kovara
Hawar jimar:2 . helbestek binavê : Tola Welatê Kovara
Hawar jimar:3 . helbestek binavê : Þeva we xweþ Kovara
Hawar jimar:3 . Bendek bi navê : Dibistan
Di jimara çaran de, çîrokek weþand bi nave( Ber tevna mehfûre:
Rindê û Zîzê )
Di jimara pêncan de, helbestek weþand bi nave( Alê Kurdan )
di nav gotinên wê de pesnê Ala Kurdan daye, dilê zarokan bi rengên
wê xweþkiriye: Alê
kurdan di nav rok Çi
bedew û bi heybet Bi çar
rengî rengên te Çi
delal û çi xweþkok Xêzek
kesk û xêzek sor Nav sipê
û nîvek zer Kesksore,
bi roje Ev li jêr
ew li jor
Di jimara þeþan de, dû çîrokên zargotinî / Folklorî/ ji
zarokan re, bi awakî þêrîn û xweþ, weþandine, dibin navên: (Dîk û
Rovî) û (Mar û Mirov) de.
Di jimara heþtan de, helbestek ji zarokan re weþandiye bi navê (
Dawete), ji gotinên vê helbestê tê xuyakirin ku Mîr Celadet hawar û
gazî kurdan dikir, da ku wan þiyar bike, ku li xwe binerin bê di çi halî
de mane . . .
Tevî vê rewþa dijwar, Mîr Celadet ji xwe bi bawer û piþtrast bû,
xwe weke Çiyayê, Herekolê di erdê de, bi heybet û saw didît û kovara
xwe / Hawar / di rengê(Quling) de didît, ku wê kurd pê þiyar bibin û wê
li xwe bi pirsin: Ji
zozana hat quling Xeber anî
ji xweying Dibê
werin dawete …………………….. bê xweyî
man gund, kelat Gazî
dike ev welat Dibê
werin haware.
Belê ( stûna zarowan ) ji jimara çaran û pêde, ji kovara xwe da
alî, hem kesî zane tinebû jê pêve, ku ji zarokan re binivîse, hem jî
wî mezin û bi çûk weke hev didîtin di warê xwendin û nivîsan dinê
de, çiko herdû cî nezan bûn, vêca wî ev yeka han dayezanîn û gotiye: ((Bi tenê
tiþtek heye, gelo zarok kîne . . . heye ko em tevde hêj zarokin, di
babeta xwendinê de, mêr û zarokbûn
ne bi salane… Di nav
mede gelek mêrê sere hene, ko di riya xwendin û nivîsandinê de, zaro têne
hesibandin, lê wextê berê me mêr û zarobûn bi hilgirtina tivingê ji
hev vedigetandin . . . .)3
Zindî, herdû nifþ bi hev re girêdidan, dizanî ku herdû cî
nezanin, vêca peydakirina kovarê girin didît . . . Baweriya wî ku, dema
mezin kovarê ji xwere peydabikin û bixwînin, hingê wê zarok jî karibin
bixwînin û hînî xwendin û nivîsandinê bibin, bi mezin û seran re. Paþê
wê serwextî zanînê bibin,
Raste mîr Celadet stûna zarokan ji kovara xwe da alî, lê ew ji bîr
nekirin, bê ku nîþan bike an binav bike, belê wî gelek helbestên
torevanên jêhatî di nav rûpelên kovara xwede weþandin wek: Osman Sebrî
– Botî – Cegerxwîn û Qedrî Can .. Kela dilê
wî bi kovara / Hawar / ê tenê hênik nebû, rabû wî di kovara / Ronahî
/ de jî, çîrok û helbestên zarokan weþandin hem ji zargotina kurdî,
hem ji afirandinê hozanên jîr û zîrek, ewên me li jor nîþan kirin,
di vî warî de dibêje:
(Belê bi vî awayî Hawar bibû dibistana nûgihiþtiyan û têde çend
xortên me kêm û zêde, hînî nivîsandinê bûn û îro dibin jî..) 4 Xuyaye
ku armanca nemir netenê guhestina pend û çîrokê bû, an ji torevanya wê
bû, belê daxwaz jê ewbû ku xwendevan hînî zimanê xwe bibin, bê ku jê
bi cefilîn û dijwariyan di xwendina xwe de bibînin, tevî vê yekê jî
kela dilê wî hênik nedibû, û nikarîbû bi tenê xwe dibistanan ava
bike, vêca ji neçarî dergehê herdû kovarên xwe ji xwendevanan re vekirî
hiþtin, çi bi çûk be, çi mezin be.
Dixwest ku gelê kurd li dor herdû kovarên xwe bicivîne û kom
bike, nexasim diriya olîtiyê re, da ku hînî zimanê xwe bibin, bi zimanê
xwe / Quran û Hedîs / ê bixwînin.. Hingê birayê wî Dr.Kamîran / Tefsîra
Quran / ê û / heftsed û dû / hedîsên cenabê pêximber wegerandibûn
zimanê Kurdî, vêca wî ew tefsîr û hedîs di kovara Hawar ê de
belavkirin, ji jimara / bîst û hevtan / 27 an û pêde da ku du riya olîtiyê
re xwendevana peyda bike û hînbûna zimanê kurdî belav bibe.
Zindî bi hêvî bû ku dibistan ji kurdan re, bi alîkariya kurdên
dewlemend bên avakirin, lê mixabin wa kesan xwe bi nav û nîþan nekirin,
û lavelava mîr di ser guhan re dihat avêtin, mîr jî, di nava xwe de
dima dilkizirî û bi hisret, çawa riya rast û durist þanî gelê xwe
bide. . . . . lê gelê wî hîn
tengihiþtiye li ber nakeve . . . !
Hêj reþ û sipî hev dernaxe . . . !! Hêj riya telat û bindestiyê ji
hev nasnake !!:
Ew çend dewlemendê ku hebûn, ew jî bi kêr nehatin, destê wan ji
malê wan nebû, ku dibistanekê avabikin, vêca di vê babetê de, piþtî
ku ma bê care wiha gotiye: (( Ma em
çibikin, kanî dibistana kurdan, ev çend dewlemendên me hene, bela yek ji
wan rabe û jimere dibistanekê avabike.. Îro dibistanên me nînin, û
dewlemendên me jî guhnadun…))5
Ji tirsa ku milet nexwende û nezan bimîne, rabû tevdîrek din danî,
ji bilî avakirina dibistanan, ew tevdîra nû vekirina dersxanan bû. weke
dersxana ku birayê wî Dr. Kamîran li Beyrûtê, ji kurdên miþxetîre
vekiribû û ew têde hînî xwendin nivîsandina zimanê kurdî dibûn,
hinge mamostayê wan birêz Mustefa . A . Botî bû.
Tevdîra ku mîr Celadet ra pê anî gelekî hêsan û durist bû,
vekirina dersxanan ji tinebûnê çêtir bû. Nemir bi kerb û kin bang
kurdan dikir û digote wan: ((Îro
li ser xwendeyên kurdan wezîfeye ferde, û ferdeke eyne lê ne kefaye
vekirina dersxanan..))6
Tevî ko mîr hînbûna xwendina zimanê kurdî didît ku, ferde li
ser mirovê kurd, lê kesî pîþ bi gotinên wî nedikir, û ew xwendevanên
ku wî, ew di çav xwere radikirin, bi kêr nedihatin, xwe nedidan ber
dersxanan, û ji xwere nekirin kar û bar. Piranya wan amade bibûn ku
mamostetiya zimanê kurdî, ji zarok û seran re di dersxanan de bikin.
Gelekan jî digotin ku, mamosteyên ku em hînî xwendê bikindi van
dersxanan de nînin. Mîr Celadet li wan vedigerand û digot: ((Yê ku bi sîh
û yek tîpê kurdî dizane, ew kes mamosteyeke, ji xwe tiþtê ku îro ji
mere divêtin mamostene, mamosteyên gerok yên ko tîpên me di nav milet
de belavdikin, xelkê hînî xwendin û nivîsandinê dikin..))7
Vêca nemir ji neçarî pirtûkek amadekir bi navê / Kitêba Sînem
xanê / bi awakî sade kurdî, bi zelalî li ser giramêra zimanê kurdî ji
zarokan re axivye, da ku xwendevanên kurd çi zarok bin çi sere bin
serwextî giramêra zimanê xwe bibin.
Dîbaca vê pirtûkê di kovara / Ronahî / de, çap bûye sala 1943
an, lê mixabin ev pirtûk ta roja îro nebedî ye..
Mîr Celadet ji berî þêst / 75 / an ve, bîra hînbûna gelê xwe
birbû, dilkirbû, û xebitîbû, ku gelê xwe þiyar bike, wî bighîne zanîn
û felatê, lê sed heyf û mixabin, weke wî di xwest, milet pêre alîkarî
nekir, lê guhdar nekirin, yên ku lê guhdarî kirin jî, ew sehnekirin û
liber neketin..!!
Gava mîr Celadet dikir hawar di / Hawar / a xwe de welatiyên wî li
hêviya tiþtin dî sekinîbûn…?! Gelo ma
ew tovê mîr Celadet Bedirxan di erdê de wekirîye, wê kengî þîn bê…?!
Va ev 75 sal e ku ew tov di erdê deye…Bersiv ji kê tê xwestin . . .? ! Jêder: 1 – Mîr
celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933 2 – Mîr
Celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933 3 – Mîr
Celadet Bedirxan, Ronahî, hejmara :19 / Þam, 1943 4 – Mîr
Celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933 5 – Mîr
Celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933 6 – Mîr
Celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933 7 – Mîr
Celadet Bedirxan, Roja Nû, hejmara :1 / Beyrût, 1943 8 – Mîr
Celadet Bedirxan, Ronahî, hejmara :19 / Þam, 1943
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org