Hizniyê Selîm Bavê Adil

1932 – 2008

Mîrê Govend Û Dîlana Kurmancî

 

Konê Reþ

 

 

 

   Di roja 11/12/2008 an de, stêreke geþ di esmanê govenda kurdî a resen de rijiya. Evîndarên wî li dor darbesta wî kom bûn û her yekî, bi rengekî ew bibêr anîn û xatir jê dixwest.. Nexasim ewên ku gelek caran li ber dengê wî û awazên tembûra wî bejin û bala xwe hejandibûn..

   Hizniyê Selîm Bavê Adil an ( Þêx), wek ku jêre dihat gotin; bûye perçak ji kultura me, ji mafê wî ye ku di dergehekî berfireh re derbasî ferhenga kurdî bibe û çima na? Ew bû yê ku di rojên çetin û dijwar de, strana me, folklore me û zimanê me parast û xebat di ber de kir… Erê ew mîrê govend û dîlana Kurmancî bû.

Di navbera 50 salî de wî peyva kurdî a resen hembêz kir.. 50 salî dara strana kurdî av da.. 50 salî dibistana Eliyê Mihemed û Ûsivkê Çelebî þopand û ew bi xwe bû dibistan ji þagirtên nû re .. 50 salî hiþt ku Serxet û Binxet li hev bicivin… 50 salî hewlda ku zinarê Mêrdînê li beriya Mêrdînê bibane.. çiyayê Omeriyan û Bagokê li deþta Xelef axa û Hesinan xwedî derkeve.. Qamiþlo ji Nisêbînê dûr nekeve…

Bavê Adil di sala 1932 an de li gundê Herem Þero çêbûye, wek ku diyare ji malbata þêxê Cibir e. Wî hez stran û tembûrê kir, tevî ku lêdana tembûrê di malbata wî de qedexe bû, lê wî xwe fêr kir û bi hezaran bejin li ber tembûra wî hatin hejandin û bi hezaran þahî û govend gerandin. .. Piþtî koçkirina Ûsivkê Çelebî wî barê wî li erdê nehiþt, rahiþtê û xwe di berde westand.. Ango ew yekî tekanebû di wî heyamî de ku dibistana Ûsivkê Çelebî parast û bi saya wî þagirt çêbûn, ku roja îro ew dibistan hêj li dara. Ji wan þagirtan mirov dikare nave kurê wî Adil Hiznî di sere wan de bibêje, hem jî Seîd Gabarî þagirtekî wî bû, û wiha Îmad Kakilo, Þefîq Bavê Raed û gelekên din.

   Hizniyê Selîm jêderek bingehîn bû ji Dr. Celîlê Celîl û rehmetî Ordîxanê Celîl re, dema ku di salên heyþtêyan de dihatin Qamiþlo û zargotina kurdên Binxetê kom dikirin..

   Di êlûna 1982 an de, dema ku Prof Dr. Celîlê Celîl ji Yerîvanê hat nav kurdên Sûriyê, hingî wî beþekî xweþik ji stran, çîrok û folklorê Kurdên Sûriyê komkir û di sala sala 1989 an de li Swêdê, di bin navê(Zargotina Kurdên Sûriyê) de çapkir. Di wê pirtûkê de, di bin benda176 an de, di derheqî Hizniyê Selîm de, wiha dibêje,:

(( 176. Werin Dîlanê Esmer: Hatiye nivîsarê 31 gulanê sala 1982 a li Qamiþliyê ji zarê tembûrvan û stranvanê eyan Husniyê Selîm. Dengnivîsara stranên wî cem me hene. Xeberê strana meji zarê dengbêj nivêsiyepey dengbivîsarê. Himberî hevkirina têksta û xeberê dengnivîsarê ferqiya mezin nedan.

Husnî ê Selîm: Sala 1931a ji diya xwe bûye li gundê Herem Þero(12 kîlometra ji Qamiþlî dûr e). Tembûrvan stranê xwe ji stranbêj Elî Mihemed hîn bûye. Husnî bi xwe ji eþîra Temika ye, Pînar Alî. Bi eslê xwe Þêxî ye. Me ji dengbêj devdevî hevtê stranê govendê bi deng û  bi qedandina tembûrê dengnivîsiye)).

   Li vir pênasîna Dr. Celîlê Celîl ji Hizniyê Selîm re xelas dibe, û van stranên wî yên govendê cihê xwe di 25 rûpelên pirtûka wî de girtiye, ji rûpelê 309 ta rûpelê 333 an. Di gotina xwe de dibêje ku wî 70 stran ji zardevê bihiþtî daye hev.. lê gotinên stranên ku wî kirine pirtûka xwe de evin: Ziravê, Dolabê, Gulê, Mencê, Xanimê, Kejê, Siltanê, Êmo, Leylko Leylanê, Keynê giran, Yar De Yar, Besnayê, Xurfanî, Bejna Keçikê, Kinê, Edlayê, Canê, Eyþanê, Xensê, Sînemê.

Rehmetî dor sed û pêncî stranên govendan, di dor 4/5 kasêtan de tomar kirine.

Hêjaye gotinê ku di roja 05/11/2008, bihiþtî Hizniyê Selîm ji rex Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ve, bi seroketiya mamoste Derwêþê Xalib û beþekî ji rewþenbîran,  bi xelata rûmet û rêzdariyê hat xelat kirin. Ji ber ku ew  wek dibistaneke orjînal bû, di warê mûzîk û strana kurmancî a reqsê de û bi saya wî gelek ji stranên Kurmancî yên reqsê hatine parastin.

Em jî sed gurzên gulan, hezar gurzên gulan diyarî cane wî dikin û em bi hêvîn e ku kurê wî Adil þopa bavê xwe berdewam bike.Serê we sax be, sere rewþenbîriya kurdî sax be û serê malbata wî sax be. Bihiþta rengîn mala wî be. Bi vê helkeftinê ez gitinên vê strana wî a bi nave Bejna Keçikê ji we re dikim diyarî:

Bejna Keçikê, kelha hesinî,

Bejna delalê, kelha hesinî,

Hoste mi berdanê, gîhandim binî,

Ser sînga gewrê, kêfa mezinî..

Bejna keçikê, minara Helebê,

Govendek gerya, li deryê neqebê,

Qîz û xort ketnê, celeb celebê,

Dilketim Esmerê, ji dil û kezebê…

Mala me bar kir li gelîkî kûr e,

Ser sînga gewrê, hevrêþmê hûr e,

Ez te ramîsim, bajarî dûr e..

Mala me bar kir li gelîkî teng e,

Ser sînga gewrê hevrîþim reng e,

Ez te ramîsim, lê zû, me dereng e..

Welle, tu canî, bille tu canî,

Tu bi sola sorî, bi gorê Mûþanî,

Mal mi xera kir, agir lê danî,

Ji derdê Esmerê ez ketim vî halî..

 

Qamiþlo, 12/12/2008

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org