Di Bîranîna Mîr Celadet Bedirxan de

Hola Dr. Nûreddîn Zaza hat vekirin

 

Konê Reþ

 

 

   Di roja 15/07/2009 de, bi helkeftina ku 58 sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, Partiya (PDPKS), bi seroketiya mamoste Hemîd Derwêþ û beþdarbûna cemawerekî baþ ji Kurd, Ereb û Mesîhiyan hola Dr. Nûreddîn Zaza hat vekirin. Di dawiya merasîmên vekirinê de û bi helkeftina bîranîna 58 saliya Mîr Celadet Bedirxan, bi vê kurtejinenîgariya wî min beþdarî kir.. Belê di destpêkê de min hola Dr. Nûreddîn Zaza li xelkên Qamiþlo pîroz kir..

*          *          *

   Ez ne bawer im ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve, di koçberî û sirgoniyê de dijiyan, lê wan qet Kurdistana xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgoniyê de, di bin þert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêþeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn, bi gotin û kirinê dixebitîn, çi di warê civakî û rewþenbîriyê de, û çi di warê siyasî û konevanî de, û wiha tev di sirgoniyê de dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Û wek ku mamoste Hemîdê Derwêþ, her dem dibêje: Cihê ku Bedirxanî lê bijîn, Kurdistan li wir e...

   Her û her daxwaza wan pêþxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû û wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weþandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.

   Îro roj 58 sal di ser koçkirina rêperê zimanê kurdî, mîr Celadet Bedirxan re bibuhire, ( 15/07/1951). Bi vê helkeftinê kêfxweþ dibim ku em yadvegera koçkirina wî a 58 salî li Qamiþlo pêk bînin. Hêjaye gotinê ku di sala 1952 an de, yekemîn car van herdû hevalên wî yên Asûrî Yûsif Melek xwediyê rojnameya Esra û Avokat Mensûr Þalîta bîranîna wî li Þamî pêk anîne.. Di sala 1953 an de, careke din kebaniya wî Rewþen xanim bi alîkariya Kurdên Þamê û nadiyê Henano li Þamê ew bibîr anîne... Di sala 1991ê de me li Qamiþlo 40 saliya koçkirina Mîr Celadet vejandin va îro em 58 saiya wî di roja koçkirina wî de (15/07/2009), bi helkeftina vekirina hola Dr. Nûreddîn Zaza bi bîr tînin.. 

   Mîr Celadet Bedirxan li ser rê û þopa apê xwe (Miqdad Medhet Bedirxan) di liviya,  hawar û gaziya wî ji ya apê wî bû. Ew apê ku di roja 22ê insana 1898"an de,  yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre weþandiy û di nav kurdan de bibelavkirin daye û di nav rûpelên wê de gazî kurdan kiriye û gotiye: (Gelî mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike …Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe þûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..)

   Tiþtekî giring heye, pir bîr û baweriya min pê tê, ew jî eve; yê ku li kevnê xwe ne pirse, lê neguhdarbe û neparêze, zore ku karibe di pêþerojan de, tiþtekî durist û aktiv ji gelê xwe re pêþkêþ bike.. Vêca gereke em guhdariyê li vê yekê bikin, li wan mirovên xwe yên kevnar miqatebin û gelê xwe serwextî jiyan û xebata wan bikin. Fermo bi kurtahî jiyan û xebata mir Celadet Bedirxan sehbikin:

   Tevî  ku mirê dûmahiya welatê (Botan), mir Bedirxanê Azîzî, di sirgunê de li Þamê, di sala 1868 an de çûbû ber rehma Xwedê, lê siltanê Osmanî rê neda kurên wî bi vegera warê bav û kalan" Cizîra Botan", piraniya wan kirin hakim,  walî û paþa, lê li dervî welatê wan, da ku ji þer û bela wan xelas be…

   Hing ê" Emin Alî, bavê mir Celadet  kurk ji wan kuran bû, para wî bû hakimê cezayê li Stanbolê. Di wê hingê de, Xwedê kurek dayê, nave wî kir Celadet, ango sebir û saman, ji ber ku pir bi hêvî bû ku, wê tengayî xelas bibin û rojekê li welatê xwe Botan vegere.. Vêca sebir û saman dikiþand.. lê mixabin, ew hêviyên wî pêre çûne gorê, li cihekî dûrî welatî wî bi gelekî, li Misrê, bajarê Qahîre, di sal 1926 an de.   Lê kurê wi Celadet ew hêviyên bav û bapîrê xwe, bi xwe re hilgirtin û  hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî ji temê xwe. Û wiha Mîr Celadet bi welatparêzên kurdan re, bi bav, ap, pismam û birayên xwe re komeyên kurdî yên pêþîn di Stenbolê de ava û sazkirin. Di sala 1914 an de, di eniya Qefqasê de, beþdarî di þerê cîhanî yê yekemîn de kir, ta ku giha Tebrîz û Bako… 

   Di sala 1919 an de, ew û birayê xwe Dr. Kamîran, Ekremê Cemîl paþa û Fayiq Tewfîq(Pîremêrd), ji Silêmaniyê di gel mêcer Newêl yê inglîzî, li kurdistana bakur geriyan, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin berî ku peymana(Sîverê) bê morkirin di navbeva hevalbendan û dewleta Osmanî de.. Di sala 1922 an de Mistefa Kemal paþa fermanek deranî bi kuþtin û sirgunkirina malbata Bedirxaniyan, vêca ji neçarî tirkiye li þûn hiþtin û bi þar û welatên dinyê ketin, ta ku ew û birayên xwe Kamiran, li elmanya bi cî û war bûn. Bavê wî Emîn Alî û birayê wî yê mezin ( Sureya: Dr Bileç Þêrko ) xwe gihandin Misrê, bajare Qahire. Hingê mîr Celadet li elmanya xwendina xwe di avokatiyê de bir serî  û dest bi xwendina doktorayê kir. Lê dema ku sehkir þoreþa þêx Saîdê Pîranî dest pêkiriye, di derhal de xwendina xwe li rexekî hiþt û xwe bi þoreþê ve gîhand.

   Mixabin ew þoreþ ne di çax û demê xwe de destpêkiribû û dawî bi hovitî hat perçiqandin..Mîr Celadet jî, polîpoþman careke din zîvirî almaniya. Di sala 1927 an de mîr Celadet û Memdûh Selim beg Wanlî, bi alîkariya ermenyian, komela" Xoybûn" li Libnanê damezirandin. Bi beþdarbûna gelek welatparêz û serokên eþîrên mezin di kurdistanê de wek: Dr. Þikirî Segban, Memdûh Selîm Wanlî, Haco Axa, Emînê Perîxanê...Hwd

   Di sala (1929_1930) de xwe amade kirin ji þoreþa (Agrî) re, ku ji sînorê sûriyê êrîþî tirkan bikin û bavêjin ser Mêrdinê, Midyadê, Ûrfa û Cizîrê.. De ku akama artêþa tirkan ji ser þoreþvanên Agrî sivik bibe. Lê sed mixabin wek ku mîr Celadet û hevalên xwe dixwestin bi wan re neçû serî. Ji ber ku hingê axa û begên Binxetê xwe bixwe ji hev nerazi bûn û þerê hev dikirin.. Vêca mîr Celadet ji neçarî xwe bi þoreþa Agrî ve gîhand, da ku di þer de li kêleka (Îhsan Nûrî Paþa) û (Îbrahîm Hesko Têlî ) be…

    Lê sed  heyf û mixabin, ew þoreþ jî bi destê tirkan, bi tindî hat qurmicandin. Serokên  wê jî, ji neçarî xwe li îranê girtin û mîr Celadet Bedirxan di gel wan.

    Li  Tehranê, mîr Celadet bi þah Riza Pehlewî re rûniþt û doza alîkariya kurdan lêkir, lê þah Riza xwe neda ber tutiþtî, tiþtê ku xwe da ber, ku mîr Celadet biya wî bike û bibe þalyarekî bi kêfa xwe li dewleteke ewropî..Lê mîr Celadet  bi vê tevdîra Riza Pehlewî razî nebû, vêca Pehlewî ew bi darê zorê ji tixûbên îranê deranî û berê wî da iraqê..   Di wî çaxî de li îraqê, hikumeta ingilîzî þerê kurdan dikir, dema ingilizan sehkir ku mîr Celadet li Bexdayê ye, ketin hev de û rêtengî jêre cêkirin. da ku ji îraqê derkeve. Ji ber ku mîr Celadet Bedirxan di wê hingê de wek sembolekê  bû ji netewiya kurd re. Û dawî ji necari mîr Celadet ji Iraqê derket û careke din xwe li sûriyê girt.  Li sûrî jî, hikûmeta firansî ya ku desthilat bû, dest danîn ser û ew þandin Þamê da ku di bin rûniþtina zorê de be, wek piraniya Kurdperweran.. Wiha mîr jî ket bin rûniþtina zorê de li Þamê, di gel welatparêzên kurdan, serokên êl û malbatên mezin yên sirgunkirî wek Malbata Cemîl Paþa Diyarbekirî, Dr. Nafiz Zaza, Memdîh Selîm, Haco Axa û zarokên wî, Qedrî Can…

    Di sala 1932 an mîr Celadet bi serokên êl û eþîrên kurdan re, bi þêx, mellan û welatparêzan re komelak damezirandin bi navê: (Civata alîkariyê ji bona kurdên belengaz li Cizirê ), nemaze ji bo wan kurdên ku ji tirkiyê miþextî û sirgunî Binxetê bibûn û piraniya wan tazî û bircî bûn. Vêca ji bo alîkariya wan, ev civat hatibû ava kirin û gelek malik li þar û gundên Binxetê hatibûn vekirin. Hinge serokê civatê li bajarê Þamê Dr. Ehmed Nafiz Zaza bû û li bajarê Hesekê Hesen axa Haco bû.. Ji ber gelek sedeman ew civat jî pûç derket û mîr bê hêvî bû.

   Mîr, rabû rêke nû da ber xwe, ku bi tena xwe kovarekê bi zimanê kurdî tîpên latînî di nav kurdan de biweþîne, bi wê alfabêya latînî ya ku ji sala 1919 an de pê mijûl bibû.. Wiha di roja 15.15.1932 an de hejmara pêþîn ji kovarare xwe (Hawar) çapkir li Þamê û di nav kurd û biyanyan de belavkir û hawar û gazî kurdan kir û got:

   (Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji mere riya felat û xweþiyê vedike. Hawara me berê her tiþtî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman þerta heyînê ya pêþîn e…)

 Ew cara pêþîn bû ku alfabêya kurdî latînî berdestî berdestî xwendevanên zimanê Kurdî dibe. Di gel kovara "Hawar " ê re, di roja 1/4/1942 an de, mîr Celadet kovareke din bi navê "Ronahî" xurû bi kurdîya latînî çap û belavkir..

   Mîr Celadet bi bêtîrî "15"navan di van herdû kovarên xwe de dinivîsand. Ji ber ku kesên nivîskar kêm bûn û ne dixwest ku biyanî zanibin ew tenê, yan ew birayê Xwe (Dr. Kamîran) tev babetên van kovaran dinivîsînin. Di pey re mîr Celadet nav di gelek kesan de dida, ew dehif didan ber bi nivîsandina zimanê kurdî de. Di roja îro de gelekan ji wan nav û deng dane wek: Cegerxwîn (mele þêxmûs ), Osman Sebrî, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî, Hesen Hiþyar.. Hingê jî, gelek kesên bi nav û deng di kovarên wî de nivîsandine wek: Goran, Bêkes, Ihsan Nûrî Paþa, Evdulrehmanê Eliyê Ûnis, Cemîlê Haco axa hwd. Mîr Celadet di ber herdû  kovavên xwe re pirtûkxaneyek vekir bi navê (Pirtûkxana Hawarê), û 20 pirtûk çapkirin, dîwana Cegerxwîn a yekemîn: Pirîsk û Pêt " yek ji wane. Hem jî mîr Celadet pêþgotin ji vê diwana Cegerxwîn re nivîsandiye.

   Di sala 1935 an de mîr Celadet " zewicîye " diyare ku kebaniya wî "Rewþen xanim Bedirxan e". Keçnama wî bû.

   Ji zewaca wan kur û keçek li wan zêde bûye, kur navê wî "Cemþîd " e  di sala 1939 ande çêbûye, doktore di bijîþkiye de, jiyana xwe li Almaniya derbas dikir, di sala 1999 an de li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê. lê keç navê wê (Sînemxan) e, kebaniya nivîskarê kurd (Selah Sadella ) ye niha li Hewlêr dimîne… Mîr Celadet bi van zimanan dizanî: tirkî – inglîzî – firansî – farisî –rûsî-yûnanî- elmanî-erebî ji bilî ku  zimanê kurdî zimanê dê û bavê wî bû, zimanê axaftina mala wî bû.

Ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:

1-Rêzimana alfabêya kurdî, Þam 1932. ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:

2- Rûpelinine alfabê, Þam 1932.

3-Bîyîsa Pêxember. Þam1933.

4-Nevêjên Êzedyan Þam 1933.

5-Nameyek ji Mistefa Kemal Paþa re Þam 1934.

6-Li dordoza Kurdistan ê, Misir 1943.

7-Giramêra kurdî, Þam 1943.

8- Giramêra kurdî-bi firansî

9-Sebebên rastyi ketina edivne

10-Ferhenga kurdî –kurdî

11-Ferhenga kurdî-firansî

12-Xwebinas

13-Kitêba sînemxanê

14-Hevind   "þanoye"

15-Dîwanek helbest, çapnebûyî"

 

 

Qamiþlo 16/07/2009

 

 

  

   

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org