|
Apê
Mûsa Anter ! Bi(TÎR)ek
xwe beþdariyê bi me re bike .. Konê Reþ Îro
12 tebaxê ye. Ez li buroya mamoste Rezo Osê bûm. Careke din ez û wî
ketin giftûgoyê de li ser biryara perlemana kurdistana baþûr. Li dor ku
wê bi tenê þêweyê zimanê soranî bikin zimanê fermî û perwerdeyê
di seranserî kurdistana azad de...Ji Zaxo ta bi Xanqînê, Zemar û Þingal
..
Piþtî ez hatim malê, min posta xwe vekir, min dît ku gelek
name ji min re hatine, di nav wan de, du nameyan huþ û mejiyê min
tevdan. Bi yekê re þadiya dil bilind bû, û bi yekê re þînê û mixabîniyê
konê xwe di ser xeyalên min re vegirt..Bi nameya yekemîn re min lîland
û li çepkan da, ku vaye wê rojnameyek me a rojane, bi navê Azadiya Welat
ji Amedê derkeve.. Ez dibêjim
rojane, ango em kurd jî bûn wek xelkên cîhanê xwedî rojnameyeke
rojane.
Ev pîroziyeke mezine ji gelê Kurd re. Bi vê gava dîrokî re xewnên
Mîr miqdad Bedirxan, mîr Celadet, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û
Huseyin Deniz di bin rastî...Hem
jî xewnên me dibin rastî..Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re
dilîlînin û þabaþ dikin...Û pêre pêre kurmanciya me bi me þêrîntir
dibe ...Tevî ku li baþûrê welat zimanê dewletê bûye Soristanî..
Bi nameya duwemîn re, Hawara ku mir Celadet Bedirxan ji beri 74
salan ve di sirgunê de li Þamê, di bin þert û mecên dijwar û çetîn
de di weþand, hat bîra min. Ew kovara ku mir naveroka wê bi berhemên kurmanci û soranî, bi tîpên latînî,
tîp bi tîp berhev dikir, bê ku ev teknelojiya nû û hêsan ber dest be
û rewþa wî a aborî pêre alîkar be... Wî Hawara xwe di nav Kurdan de
belav dikir..Va îro di bin navê wê kovarê de kovareke din bi navê
(Hawara Nû ), li Hewlêrê paytexta Kurdistana baþûr, bi tîpên erebî
hem jî bi zimanê erebî derdikeve. Ji sedî 30 kurdiya latînî têde nîne..!!
Hejmara 19 an di Tebaxa 2006 de derketiye. ..Ma gelo ev heyamê ku em bibêjin:
Sal bi sal xwezî bi par...?!! Xwezî navê wê ne Hawara Nû ba...Bi rastî
vê Hawarê û nûbûna wê di vî heyamê azad de li Kurdistana azad, ez
gelelkî aciz kirim...Nexasim ku ji çend rojan ve me seh kiriye, wê zimanê
fermî û perwerdeyê di baþûrê welat de bibe zimanê soranî...
Lê bi bihîstina ku wê Azadiya Welat rojane bê weþandin, ez geþbîn
bûm û hinekî bêhna min fireh bû û derket. Û di nav re gelek tiþt û
miþt hatin bîra min û min ji xwe re got: pêwîste ku wêneyê mir
Celadet Bedirxan, Mûsa Anter, Adip Karahan, Salih Elyûsifî, Huseyin Deniz
..li ser rûpelê pêþîn, ji hejmara pêþîn bin. Hem jî ku silavek
wefadarî ji mîr Miqdad Medhet Bedirxan, bavê rojnamegeriya Kurdî re
hebe...Û xwezî ev roj, berî mehekê ba, di roja 15 tîrmehê de ba, roja
koçkirina mîr Celadet Bedirxan ba. Da ku wî ji gora xwe li Þamê bang
xelkê dinyê û alemê kiriba û ji wan re bigota: mêzekin; vane zarokên
min di hawara min de hatin, va Azadiya Welat rojane li Amedê(Diyarbekirê),
derdikeve û di nav welatiyên xwe de belav dibe...
Pîroz be gelê kurd li we Azadiya Welat. Mijde bo we þehîdên
peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv doza we a pîroz nedane alî,
xewnên we kirin rastîn...De ka apê Mûsa Anter bi TÎR ek xwe beþdariyê
bi me re bike û pê dilê xwarziyê xwe Huseyin Deniz xweþ bike !!! Heger
Hawara Nû þînî bi ser me de rijand, Azadiya Welat þadî bi ser me de
barand. Konê
Reþ Qamiþlo
12 /08/2006
Ev
wêneyê min li kurdistanê di rojnameya Gep de hatiye belavkirin, bi rîþa
karekatêrê Kurd Serdar Kêsteyî, di roja 15/07/2006 belav bûye. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org