|
|
Ji
74 salan ve HAWAR hatiye hawara me
Gelo
em bi hawara wê ve çûne ?!
Konê
Reþ
Berî
her tiþtî,
dixwazim bi gotineke Mîr
Celadet Bedir-
Xan dest
pêbikim:
( Malxerabo ! ma we ew çend
wext nîne,
ko hûn ji bo hînbûna
zimanê
biyaniyan bi salane ve xebitîne,
îro
jî
dixebitin,
ji bona ko bikarin _ fînfoneke
_ derewîn
bi lêv
bikin..
Kuro !
Eybe, þerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe
bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me
ra rûrewþiyek girane.. Heyf
û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin
bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin ..)
Mîr
Celadet Bedir- Xan,
kovara Hawar,
hejmara ( 27 ) |am,1941
Wek ku diyar e, di roja 15
ê gulana isal de ( 2006 ), 74 sal di ser derçûna kovara HAWAR ê
re derbas dibin. bi vê mebestê ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra Bedirxaniyan
de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rojnamegeriya kurdî bi qurtek
av ji vê bîra Bedirxaniyan hênik bikim...
Wek ku nase, mîr Celadet Alî Bedir-Xan di destpêka jiyana
xwe de pîþ bi siyasetê kiriye û di gel re jî hewldaye ku turikê xwe ji
rewþenbîriya giþtî dagire.
Wî ev herdu bar bi hevre hilgirtine û þopandine.
Ji xwe siyaset bê rewþenbîrî, û rewþenbîrî bê siyaset tekûz nabe]
Ango hûnandinek di navbera herdiuan de heye.
Mîr Celadet Alî
Bedir-Xan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û
bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewþenbîriya gelek miletan bûye,
di gel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû. Û di sala 1909´an
de, li ber destê Mewlan Zade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya
"Serbestî" li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye.
Li ser vê yekê mêzekin, bê ew bi xwe di romana "Bîra Qederê"
de çi dibêje:
".. Þerekî nû destpêkiribû. Min kar, þixûl, mal, dezgeh, pêwendî,
hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku?
Kurdan gotibûn: Teyr baþe
bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan?
Min xwendin û nivîsîn,
ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Mir da ser vê riyê. Ez nikarîbûm
bibûma paþa, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê
û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tiþt li min ne dihatin. Ne bala min li
ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.
Lê nivîskarî,
rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek
bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bi
hesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire
û feylesûf û nivîskarên din yên þoreþa Firansayê, bi þirên Ehmedê
Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedir-Xan
perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî? Min fedefê xwe
hilbijart...
Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min, hem pir ezîz bûn, Ictîhada
Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg.
Gava min daxwaza xwe ya
xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên
xwe derxistin, ez hembêz kirim (Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din
yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûniþtin. Bi vî awayî min dest bi
xebata rojnamevaniyê kir...
Serbestî rê li ber min
vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min paþê li welatên dûr û
xerîb derxistin, biweþînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna,
ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê
bikarîbûna derketina..."
Ji hingê ve Mîr
Celadet Bedir-Xan pîþ bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye
û gelek gotar di rojnameya (Serbestî) de weþandine, ew rojnameya
ku di navbera salên 1909-1913´an de li Stenbolê dihat belavkirin. Di sala
1910´an de, dema ku hêj
xwendina xwe dikir, bi kar û barê weþandina kovareke dibistanî
rabûye û berpirsiyara wê kiriye. Di sala 1912´an de, bi þagirt û
qutabiyên Kurdên Stenbolê re beþdarî avakirina (Komela Xwendevanên
kurd) bûye, ewa ku tê naskirin bi navê "Hêvî", û
bi wan re alîkarî
di weþan û belavkirina kovar û rojnameyên wan de kiriye, wek:
- Rojî Kurd (1913): Eva ku di bin berpirsyariya Mihemed Salih
Bedir-Xan de dihat weþandin
- Hetawî kurd (1913): Eva ku di bin berpirsiyariya Hemze begê Miksî
de dihat çap û belavkirin.
- Yekbûn (1913): Ev jî di bin berpirsiyariya Mihemed Salih Bedirxan
de dihat weþandin.
Di sala 1918´an de, alîkarî
di weþan û belavkirina kovara "Jîn" de kiriye, ewa ku bi
navê (Komela Tealî Kurdistan) li Stenbolê dihat weþandin, di bin
berpirsiyariya Memdûh Selîm beg Wanlî û Hemze begê Miksî de...
Û weha ta ku di roja 15 gulana 1932´an de,berî 74
salan, kovara xwe "HAWAR" li Þamê, bi tîpên latînî
çap û belav kiriye û di rûpelê pêþîn de gotiye:
"
Hawar dengê
zanînê ye, zanîn xemnasîne, xemnasîn ji me re riya felat û xweþiyê
vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide
naskirin. Hawara me berî her tiþtî, heyina zimanê me dê bide naskirin,
lewma ko zimanþertê heyînê a pêþî ye.."
Bi weþandina kovara HAWAR ê re, bi tîpên latînî, yekemîn
care di dîroka Kurdan de ku zimanê kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin.
Ji vê kovarê 57 hejmar hatine weþandin. Hejmara dawîn di 15ê
tebaxa 1943´an de bû. Temenê Hawarê dor 11 salan dirêj
kiriye, belê du caran jî ev kovar ji ber rewþa aborî hatiye sekinandin.
Ev kovar bi du zimanan, kurdî
û firansî, dihat weþandin. Ji hejmara 1-23´an bi du
alfabeyan, erebî û latînî, dihat nivîsandin, ji hejmara 24´an
û bi þûn ve, tenê bi alfabeya latînî maye berdest..
Di destpêka weþandina
kovara Hawarê de bi tîpên latînî, gelek Þêx, mele û feqeyên
Kurdan dijî berdestkirina tîpên latînî ji zimanê kurdî re sekinîne
û gotine: ev tîpên gawiran in, çawa hûn pê zimanê me dilewitînin..?!
Ta ku þêxê þehîd
Ebdulrehmanê Garsî
fitûke deraniye û pê
tîpên tîpên
latînî ji zimanê kurdî re helal kiriye...
Naveroka Hawarê
bêtir li ser van babetan belav dibû: Alfabeya kurdî, zimanê kurdî,
giramêra kurdî, ferhenga kurdî, hem jî stûnek ji zarokan re
û quncikek bijîþkî û tendurustî jî tê devekiribû..
Gelek nivîskarên Kurdan bi rêya Hawarê nav û deng dane, wek: Cegerxwîn,
Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Reþîdê Kurd, Hesen Hiþiyar.
Ji xwe Qedrî Can wek nûxuriyê Hawarê tê naskirin,
çiko ew ji yên pêþîn bû ku tê de nivîsandiye.
Di sala 1942´an
de, mîr Celader kovarek din, di gel
kovara Hawarê weþandiye bi navê "RONAHÎ",
ev kovar jî bi kurdiya latînî li Þamê hatiye çap û belavkirin.
Hejmara pêþîn ji vê
kovarê di 1ê nîsana 1942´an de hatiye weþandin, hejmara dawîn (28)
di adara 1945´an de derçûye. Bi vê kovarê yekemîn care ku
rojnamevaniya kurdî bi wêne hatiye weþandin.
Bi saya mîr Bedir-Xanê
Botî, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê
de dibînin, bi saya mîr Bedir-Xan yekemîn serhildana kurdî
a netewî destpêkiriye ..Bi
saya kurê wî Miqdad Medhet Bedir-Xan, bingehê rojnamevaniya kurdî hatiye
danîn, û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedir-Xan zimanê kurdî bûye
xwedî alfabeyek xweser, ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin
û dinîvisînin.
Heger
ji berî 74 salan ve HAWAR hatibe hawara me, Gelo, roja îro
em bi hawara wê ve çûne ?! Tevî vê teknolojiya nû û moderin û
van alavên ragihandinê yên bi lez û bez, hê jî em nikarin kovarekê mîna
Hawarê bi herdû þêweyên Kurdî, kurmancî û Soranî bi weþînin û di
nav kurdan de bi belav kirin bidin..! Mîr Celadet Bedir-Xan bi tena xwe,
herdû zarav di kovara Hawarê de kom dikirin, û nivîskarên wê îro stêrin
geþin di asmanê kurdistanê de...Gelo ! Çima em nikarin û em nakin..Û yên
ku karin çima nakin ?! Pirsike, ez jî wek xwendevanan li bersivê
digerim..?!!
Heger mirov li dîroka malbata Bedir-Xaniyan vegere û berpêl bike,
wê bibîne ku Bedir-xanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuþtin
û mirin, û ev yek bi tena xwe xweþ didevane ji dilsozî û wefadariya wan
re, ji gelê Kurd re. Û ev yek dihêle ku em navê
wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de binivîsînin û weha bîranîn
ji bo 74 saliya derçûna
yekemîn kovara Kurdî bi tîpên latînî,bi navê HAWAR ku mîr
Celadet Alî Bedrirxan di weþand
bi bi bîr bînin..
Sed rehmet li giyanê
tev referên malbata Bedir-Xaniyan bibare, bihuþt cih û warê wan be.
|
|
|